1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Zarokên şîdetê dibînin dê sibê bi şîdetê bersivê bidin'
'Zarokên şîdetê dibînin dê sibê bi şîdetê bersivê bidin',zarokên,şîdetê,dibînin,dê,sibê,bi,şîdetê,bersivê,bidin

'Zarokên şîdetê dibînin dê sibê bi şîdetê bersivê bidin'

A+ A-

HANDAN TUFAN

ÎZMÎR (DÎHA) - Li Tirkiyeyê zarokên di nava şîdetê de mezin dibin, qasî kesên mezin maxdurê şîdeta polîsan in. Psîkolog Alî Duzgun Koçak, diyar kir ku heke ve şîdet ji holê neyê rakirin zarokên li şuna riyên çareseriyê bigerin dê serî li şîdetê bidin.

Şîdet li ser hemû beşên civakê bandora xwe dike û li Tirkiyeyê di salên dawî de mijara herî di rojevê de ye. Dewlet li hemberî hemû maf û bertekan bi şîdeteke tund bersivê dide û yê herî ji vê şîdetê bi bandor dibin zarok in. Zarokên di nava malê û dibistanan û bi cureyên cuda rastî şîdetê tên û piştî mezin dibin di nava şîdetê de teşe digirin û di nava civakê de cihê xwe digirin.

Psîkolog Alî Duzgun Koçak, têkildarî pêşketina zarokên mexdurên şîdetê de hişyariyên girîng dan. Koçak, diyar kir ku şîdet ewil li dibistanê amûrê çareseriyê yê dewletê ye û wiha got: "Em vê yekê çawa dibînin? Di rêzefîlîmên di televîzyonan de piranî şîdet weke riyekî çareseriyê nîşan didin. Ji bo çareseriyê kuştin pîroz tê hesibandin û di dawiya hemû têkoşînên mafdar teqez divê yek bê kuştin. Di demên dawî de di televizyonan de rêzefîlîmên polîsan balkêş e." Koçak, anî ziman ku Tirkiye di serdemekî bêlêpirsîn de derbas dibe û wiha axivî: "Niha em berê xwe didinê polîs didin heskirin. Polîs bi awayekî baş nîşan didin. Weke kesên rizgariyê pêktînin nîşan didin. Lê di nava civakê de li hemberî kesên daxwazên xwe yên demokratîk tînin ziman rastî şîdeta polîsan a tund tên." Koçak, da zanîn ku zarokên rastî bandora vê yekê tên di dema astengiyek dîtin ji bo bertekên xwe nîşan bidin dê serî li şîdetê bidin.

Koçak, bilêv kir ku di demên dawî de rastî bûyerên wisa hat û wiha pê de çû: "Li dibistanan ev tişt gelek pêktê û zarokên bi komî hewildananên lînçê dikin. 10 xwendekar li xwendekarekî bidin modelek e. Kesên vê modelê ji xwe re digirin ji ber şîdeta ji televiyonê digirin e."

Koçak, destnîşan kir ku bi salên dirêje zarokên herêmê rastî şîdeta polîs û leşkeran tê û di vê pêvajoyê de gelek zarokê kurd hatin qetilkirin û an jî weke "terorîst" hatin îlankirin û ev yêkê peyma dewletê bû. Koçak ev yek jî wisa aşkera kir: "Mirovan ji jiyana polîtîk dûr girtin û an jî ji bo tu bertek li dijî wan pêk neyê bû." Koçak, diyar kir ku şîdeta bi salan li herêmê bi destê dewletê pêk hat bi taybet bi pêvajoya Gezî rojava jî ev yek fêm kir. Koçak, anî ziman ku guherîna nêrînê zarok jî şîdetê dibînin bû û wiha pê de çû: "Li rojava di demên dawîn de komkujiyên hatin jiyîn û bi taybet Berkîn Elvan ê 15 salî jiyana xwe ji dest da hate fêmkirin ku dewlet zarokan dikuje û ev yek di zarokan de bû sedema şikandinekê. Ev zarok heke pêvajoyên pêş de li hemberî pirsgirekêkê bûn heke neyên rehabîlîte, şîdeta di civakê de neyê rakirin û ji bo çareseriya pirsgirêkan dê serî li reya şîdetê bidin."

'Li dibistanan bandora wê gelek zêde tê dîtin'

Koçak, anî ziman ku li Îzmîrê di şermezarkirina Somayê de zarokekî 13 salî hate binçavkirin û wiha dawî li axaftin xwe anî: "Zarok mîza xwe kir nîşaneya tirsekî çawa tê jiyîn e. Her tim bi televîzyona pîşeyên didin heskirin zanebûna şîdet ew bixwe ne tê zanîn û divê ev yek bê zanebûn.

(bd)