Zelal Cîger: Birêxistinbûyîn bingeha hêzê ye
ANHA - EFRÎN - Endama Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Zelal Cîger diyar kir ku birêxistinkirin bingeha hêza gel û civakê ye û da zanîn ku ev yek bi riya avakirina komînan pêk tê.
Ji bo nirxandina rewşa siyasî ya dawî û pênasîna girîngiya avakirina komînan TEV-DEM'ê li gundê El-Zêdiyê yê girêdayî bajarê Efrînê civînek lidar xist. Di civînê de bi sedan welatî amade bûn.
Ji aliyê xwe ve Endama Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Zelal Cîger axivî û bal kişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî herêma Kobanê û da zanîn ku li hemberî van êrîşan şervanên YPG/YPJ'ê, welatiyên herêmê û tabûrên Artêşa Azad ên Navnenda Burkan El-Firat berxwedaneke bêhempa birêve dibin.
Cîger berxwedana Kobanê bi qehremanî binav kir û got ku Kobanê bi berxwedana xwe ya zêdetirî mehekê ji hemû cîhanê re diyar kiriye ku ew keleha berxwedanê ye. Cîgera da zanîn ku Kobanê ne Musil û Reqa ye û destnîşan kir ku çekên DAIŞ'ê li dijî Kobanê bikar tîne têre dagirkirina dewletekê dike û tevî van çekan jî, çete biser neketin.
Amadebûna ji şer re rastiyeke pêwîst e
Zelal Cîger da xuyakirin ku pêwîste her kes ji bo şer xwe amade bike û bi hemû derfetên xwe li hemberî xetereya li dijî herêmê bisekine. Cîger got: "Destkeftiyên şoreşa 19'ê tîrmehê di her demê ji aliyê hêzên ku naxewazin gelê Kurd xwe bi xwe birêve bibe, hatine hedefgirtin.
'Birêxistinbûyîn bingeha hêzê ye'
Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Zelal Cîger pêwîstiya xwebirêxistinkirina ji bo xweparastina li hemberî hemû xetereyan destnîşan kir û got: "Birêxistinbûyîna kes bingeha hêza gel û civaka ku têde jiyan dike ye."
Cîger bal kişand ser şêwazên xwebirêxistinkirina di nava civakê de ku bi riya avakirina komînan pêk tê û ji bo xizmetguzariya welatiyan roleke girîng û aktîf bicih tîne.
Beriya ku civîn bidawî bibe, deriyê gotûbêjan li ber beşdaran vebû. Hin welatiyan rexneyên xwe li karê meclîsan kirin û yên din jî nerînên xwe derbarê pêşveçûnên siyasî yên dawî anîn ziman.
Di dawiya civînê de durişmeyên slavkirina berxwedana Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin li Kobanê, Şengal, Cezza û Serêkaniyê hatin veghotin.
(he)