1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Zelal Cîger: Hemleya KJB’ê ne tenê ji bo çend mehan e
Zelal Cîger: Hemleya KJB’ê ne tenê ji bo çend mehan e,zelal,cîger,hemleya,kjb,ê,ne,tenê,ji,bo,çend,mehan,e

Zelal Cîger: Hemleya KJB’ê ne tenê ji bo çend mehan e

A+ A-

AMÛDÊ - Endama Kordînasyona Yekîtiya Star Zelal Cîger diyar kir ku hemleya ku Koma Jinên Bilind (KJB) ji azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, berdewam e û heta jin armanca xwe di azadiya wî de bi dest dixin dê bidome. Cîger destnîşan kir ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya jinan e û da zanîn ku ew ji bo organîzekirina gelek çalakiyan bi beşdariya jinên ji hemû pêkhateyan di nava xebatan de ne.

Endama Kordînasyona Yekîtiya Star Zelal Cîger di hevdîtinekê bi ANHA’yê re diyar kir ku jin ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelekî baldar in, ji ber ku jin di felsefe û rêbaza wî de azadiya xwe ji sîstema baviksalariyê dibînin.

Armanca hemleyê

Zelal Cîger derbarê armanca hemleya ku Koma Jinên Bilind (KJB) ji azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin de wiha anî ziman: “Jinan di şoreşa Rojava de karibû ku nirx û hêza xwe vegerîne. Jinan karibûn ku şoreşê li ser bingeha raman û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêve bibin û bi avakirina YPJ’ê û beşdarbûna wan di nava hêzên Asayîşê de, di dijwartirîn aliyên şorşê de, ango aliyê leşkerî de cihekî pîroz girt. Piştre jinan di hemû aliyên jiyanê de bi awayekî çalak cihê xwe girt. Jinan gelek qurbanî dan û ji bo şoreşê destkeftiyên mezin bi dest xistin. Şoreşa Rojava bi şoreşa jinan tê naskirin. Ji ber vê yekê em dixwazin armanceke sereke bidin pêşiya xwe ew e ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e ji ber ku azadiya wî azadiya jinên Rojhilata Navîn û cîhanê ye.”

Çalakiyên hemleyê

Zelal Cîger di berdewama axaftina xwe de derbarê çalakiyên hemleyê de ev agahî dan: “Hemleya Koma Jinên Bilind (KJB) a di bin durişmeya ‘Jin ji bo azadiya xwe û rêberê xwe têdikoşin’ de di 4’ê nîsana 2014’an de wekî berdewamiya hemleya berhevkirina îmzeyan ku Yekîtiya Star ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da bû meşandin, dest pê kir. jinan di şoreşa Rojava de li ser bingeha ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gihîşte asteke bilind ji vîn û azadiya xwe. ji ber vê yekê jin dê di çarçoveya hemleyê de gelek çalakiyan organîze bikin û dê jinên hemû pêkhateyan beşdar bibin. Di çalakiyan de gelek semîner û civîn derbarê jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ramanên wî derbarê azadiya jinan de û dê pirtûkên wî li hemû pêkhateyan bêne belavkirin. Jin bi piştgiriya Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşên girseyî li tevahî herêma Cizîrê organîze bikin. Her wiha dê civînên taybet ji pêkhateyên ereb, suryan, çerkes, ermen re derbarê ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bêne lidarxistin.”

Hemle berdewam e û netenê ji bo çend mehan e

Zelal Cîger di axaftina xwe de wiha pêde çû: “Jinên Kurd deyndarê Rêber Ocalan in, ji ber vê yekê ji bo azadiya wî dê bi hemû hêza xwe tevbigerin û dê hemleya xwe li gel şoreşê berdewam bikin. Hemû êrîşên ku niha rastî herêmê tên rûmeta jinan hedef digirin ku li ser bingeha ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin avakirin. Hemû êrîşên li ser jinan êrîşê li dijî ramanên Rêber Ocalan in.”

Ji ber vê yekê hemleya ku di bin sîwana şoreşê de tê meşandin û tevî hemû êrîşên li dijî jinan û rêberê wan, jin bi riya heleyê dikarin dengê xwe bi ghînin hemû cîhanê.

Zelal Cîger di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Hemleya ku jinan dest pêkiriye berdewam e û ne tenê ji bo çend mehan e. em bi hêvî ne sala 2014 sala azadiya Rêber Ocalan be. Eger em îsal negihîştin armancên xwe em ê hemleyê nû bikin û dilsoziya xwe bi rêberê xwe re berdewam bikin, heta ku jinan azadiya xwe û rêberê xwe bi dest dixin.”

DÎLBER EHMED

(jh)