1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Zenderlîoglu û gelek kes birîndar bûn
Zenderlîoglu û gelek kes birîndar bûn,zenderlîoglu,û,gelek,kes,birîndar,bûn

Zenderlîoglu û gelek kes birîndar bûn

A+ A-

RIHA (DÎHA) - Polîsên ji bo xurtkirina leşkeran şandin sînorê Pirsûs-Kobanê jî tevlî êrîşan bûn. Êrîşa polîs û leşkeran a tund berdewam dike û agahiya jê 2 kes bi giranî gelek kes birîndar bûn hat. Hate zanîn ku di nav kesên birîndar de Parlementerê HDP'ê Husamettîn Zenderlîoglu jî heye û kesên birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Leşkeran êrîş li welatiyên li qada konê li gundê Edmanîk ê Pirsusê kirin û ciwan jî bi keviran bersiva leşkeran didin. Pevçûnên li qadeke berfireh belav bûn berdewam dikin û leşker welatiyan hedef digirin û bombeyên gazê diavêjin. Gelek malên welatiyên gundê Edmanîkê jî para xwe ji êrîşa leşkeran girtin. Dema leşkeran êrîş li welatiyan dikir jî li aliyek jî leşkeran anonsa "Berê xwe bidinê em êrîş li we nakin" dikirin.

Di dema êrîşê de di nav de Parlementerê HDP'ê Husamettîn Zenderlîoglu jî heye gelek kes birîndar bûn û ji kesên birîndar rewşa du kesan giran e. Kesên birîndar bi ambulansan sewqî nexweşxaneyan dikin. Li herêmê pevçûn bi dijwarî berdewam dikin û hate hînbûn ku gelek polîsên çewîk ji navçe û navenda Rihayê sewqî Pirsusê hatin kirin.

Welatiyên ji Kobanê hatin û li ber têlên sînor disekinin ji bi sruda "Çerxa Şoreşê" û slogana "Bijî Serok Apo" bertekan nîşanî leşkeran didin.

Êrîşa leşker û polîsan bi hêz berdewam dike.

(bd)