Zerdeşt Şengalî: YBŞ wê bibe Artêşa Êzdiyan
BAHOZ AMED/ŞENGAL
Operasyona rizgarkirina Şengalê di roja 21’mîn de berdewam dike. 30 şervanên girêdayî Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) dewreya Şehîd Çekdar a Akademiya Derwêşê Evdî qedandin û mezûn bûn. Berdevkê YBŞ’ê Zerdeşt Şengal tevlî merasîma bidawîhatina dewreyê bû û wiha got: “Ji dema ku operasyona rizgarkirina Şengalê destpê kirî ve şervanên YBŞ’ê ji bo parastina gelê Êzdî û hemû gelên cîhanê destanên bi tîpên zêrîn dinivîsinin.”
Operasyona rizgarkirina Şengalê di roja 21’an de bê navber berdewam dike û her roj bi dehan şervanên YBŞ’ê beşdar dibin. Piştî êrişa 3’ê Tebaxê ya çekdarên DAIŞ’ê û komkûjiya li dijî kurdên Êzdî, rojane beşdarbûna nava şervanên YBŞ’ê zêdetir dibe. 30 şervanên nû yên dewreya Şehîd Çekdar a Akademiya Derwêşê Evdî qedandîn, mezûn bûn. Rêveberê YBŞ’ê Zereşt Şengalî, Dêrsim Şengalî, Kawar Şengalî, Hêlîn Şengalî û bi dehan şervanên YBŞ’ê tevlî merasîmê bûn.
Berdevkê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî di merasîma leşkerî de axivî û wiha got: “Gelê Êzdî û Şengal di qonaxekî dîrokî û bi wate re derbas dibe. Dijberên mirovahiyê 3’ê Tebaxê xwestin gelê Êzdî, dîroka mirovatiyê, aştî, wekhevî û demokrasiyê li ser vê erdnîgariyê tune bikin. Vekiriye ku çima dixwazin ji nav bibin. Ji ber ku demokrasî, wekhevî û nirxên mirovatiyê ji aliyê vî gelê ve li ser vê erdê tê jiyankirin. Ji bo vê yekê ev dijminên mirovatiyê çeteyên DAIŞ’ê, xwestin gelê Êzdî û vê axa pîroz tune bikin. Lewra êrişî Êzdî û Şengalê kirin. Wekî hûn dizanin berî vê komkûjiyê, gelê me rastî 73 komkûjiyan hatiye. Lê piştî vê komkûjiyê, bi dewle serê gêrîllayên HPG, YJA-Star û şervanên YBŞ’ê ev komkûjî negihişt armanca xwe. Ji bo pêşî li vê komkûjiyê bê girtin, YBŞ hat avakirin. YBŞ di demekî hesas û dîrokî de hat avakirin.”
Zerdeşt Şengalî diyar kir ku YBŞ ji bo hemû Êzdî û gelên cîhanê bi tîpên zêrîn destanan dinivîsin û bang li dost û dijminan kir ku êdî gelê Êzdî rastî komkûjî û koçberbûnê nayê. Şengalî got ku îro keç û xortên Êzdî berxwedanekî bê hempa dimeşînin û wiha got: “Emê vê berxwedanê li hemberî dijminê xwe nîşan bidin. Lewra beşdarbûna we ya vê dewreyê pêvajoyekî dîrokiye. Ligel vê yekê cihê ku hûn lê perwerdeyê dibînin, cihekî pîroze. Ji bo em bibin layêqî vê yekê, we yek ji erkên pîroz ên vê xakê we perwerdeya xwe bi dawî kir.”
Berdevkê YBŞ’ê destnîşan kir ku baweriya gelê Êzdî bi YBŞ’ê heye û wiha pêdeçû: “Ji bo em layêqî gelê xwe derbikevin, divê hûn bi vî fikir û helwestê tevlî eniyên şer bibin. Ji bo vê yekê di nava berxwedanê de bin, tekoşînê bimeşînin û vê axê biparêzin. Ji bo vê gelê Êzdî ji ber berxwedana we bi hêvîne. Îro çavê gelê me li ser we ye. Ji bo vegerin ser axa xwe, hêviya xwe bi we ve girêdane. Divê hûn bi vî mantiqî tevlî eniyên şer bibin.”
Berdevkê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî ragihand ku ji bo gelê Êzdî bikare bi awayekî azad, wekhev û demokrat li ser axa xwe bijî, leşkerên xwe, siyasî û rêveberiya xwe ya xweser avakirine û got: “Belkî me îro komkûjiyek jiyan kir, lê bila hemû dost û dijmin baş bizanin ku îro vînekî gelê Êzdî heye. Îro şervanên gelê Êzdî û Êzîdxanê xwe amade dikin. Hêza xwe ya leşkerî ava dikin. Ji bo gelê Êzdî bikare bi awayekî azad, wekhev û demokrat li ser axa xwe bijî, leşkerên xwe, siyasî û rêveberiya xwe ya xweser avakirine. Ji bo vê yekê emê îrade û berxwedana xwe berdewam bikin.”
Zerdeşt Şengalî got ku YBŞ artêşa Êzdiyane û ev tişt gotin: “YBŞ artêşa Êzdiyane, wê gelê Êzdî û Êzîdxanê biparêze. Belkî îro bi dehan grûb û pêşmerge li Şengalê hene. Lê divê her kes baş bizane ku YBŞ artêşa siberojê ay Êzdiyane. Wê Êzîdxan û Şengalê biparêzin. Wê bibe bersiv ji bo dayîk û xwişkên me yên niha di destê çeteyan de. Ev hêz wê wan rizgar bike. Li ser vî bingehî em soza wê yekê didin gel û hemû welatparêzan, emê operasyona rizgarkirina Şengalê bi serkeftî bi dawî bikin. Lewra em bang li hemû ciwanên Êzdî dikin ku tevlî YBŞ’ê bibin. Bila bên û tevlî refên hevalên xwe yên li vir bibin, bila bên tevlî rizgarkirina vê axa pîroz û dîrokî bibin.”
Piştî axaftinan şervanên YBŞ’ê bi hev re dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî Berxwedana Şengalê’ avêtin. Piştî dirûşme û axaftinan, merasîmê dest pê kir.