Zerdeştî bû sedema îşkenceyê
STENBOL (DÎHA) - Birayên hev Mehmet Hun Kabadayi û Ferdî Karadayi dema li parka li Pendîkê mûzîka kurdî guhdar dikirin, piştî nasnameya wan ji aliyê polîsan ve hat kontrolkirin, bi boneya di cihê ol ya di nasnameyê de Zerduşt dinivse, pêşî rastî heqerat polîsan hatin pişt re hatin derbkirin. Her du birayan serî li ÎHD'ê dan û gotin ku wê gilî li polîsan bikin.
Derket holê ku birayên hev Mehmet Hun Kabadayi û Ferdî Karadayi, di 19 gulanê de dema li parka li Pendîkê mûzîka kurdî guhdar dikirin, piştî nasnameya wan ji aliyê polîsan ve hat kontrolkirin, bi boneya di cihê ol ya di nasnameyê de Zerduşt dinivse, pêşî rastî heqerat polîsan hatin pişt re hatin derbkirin. Her dû birayan piştî bûyerê ji bo alikariya hiqûqî bigirin serî li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dan û gotin ku wê giliye li polîsan bikin. Ferdî Kabadayi derbarê bûyerê de agahî dan û wiha axivî: "Polîsan ji ber ku me mûzîka kurdî guhdar dikir polîsan nasnameyên me kontrol kirin. Dema ku dîtin, li ser Zerduşt dinivse heqeret li me kirin. Pişt re jî li me xistin."
Bira Kabadayiyan piştî li ji bo alikariya hiqûqî bigirin serî li ÎHD'ê dan ji bo polîsên êrîşkan werin cezakirin daxwaznameyek giliyê amade kirin. Her dû bira wê li Serdozgeriya Daricayê derbarê polîsan de bi vê daxwaznameyê gilî bikin.
(lg)