‘Zewaca zarokan îstîsmara zayendî ye'
5 Pûşper
AMED(DÎHA) - Zewincandina zarokan ya di temenê biçûk de, li Kurdistan û Tirkiyeyê, pisgirêka civakî ya herî sereke ye. Li gorî rapora Lêkolina Saziyan û Statîskên Tirkiyê (TUÎK) ya fermî de li Tirkiyeyê û Kurdistanê herî kêm 181 hezar bûkên biçûk hene û bi tenduristiya derûniyê re rû bi rû ne. Psîkolog Ozlem Tolan, destnîşan kir ku her çiqas ev zewac di nava civakê de wî ji rêzê were dîtin jî, di esesa xwe de ev îstismarekî zayendiye"
Psîklog Ozlem Tolan têkildarî zewicindina zarokên biçûk yên li Kurdîstan û Tirkiyeyê ku her çikas zewîcandina bûkên biçûk di nava normal vere ditin ji di rastiya xwe de îstîsmariya zayendiyê
Zewincandina zaroka ya di temenê biçûk de, li Kurdistan û Tirkiyeyê, pisgirêka civakî ya herî sereke ye. Li Kurdistanê gelek zarokên ku temên wan di navbera 16-17’an de ji aliyê malbatên xwe ve bi zorê tên zewîcandin û ev jî li ser van dibe sedema pirsgîrekên derûnî. Li gelek heremên Kurdistanê zewîcandinên zarokên biçûn (Bûkên biçûk) wek kevneşopiyek ango çande tê ditin û di her malek de bûkeke biçuk heye. Li gorî rapora Lêkolina Saziyan û Statîskên Tirkiyê (TUÎK) ya fermî de li Tirkiyeyê û Kurdistanê herî kêm 181 hezar bûkên biçûk hene û bi tenduristiya derûniyê re rû bi rû ne.
‘Zarok di nava zewacê de mezin dibin’
Psîkolog Ozlem Tolan ku mijara zarokên di temenê biçûk de tên zewicandin nirxand, diyar ku ev rewş li ser derûniya van zarokan zirarên mezin pêk tîne. Tolan, destnîşan kir ku ev zewaç her çiqas di nava civakê de wekî zewacekî asayî were dîtin ji rastiya wê îstimara zayendî ye û wiha got: "Li Tirkiyê û Kurdistanê hejmara bûkên biçuk gelekin û ev jî wek rewşeke ji rêzê tê ditin. Zarokên ku di temenê xwe yê biçûk de bi taybetî jî zarokên jî alî derûniyê ve di kevîn nava xitmandinekî de. Zewaca kesên ku jî hêla fîzîkî, derûnî û hestiyariyê ve nû bi nû têdigehêje û di keve nava nasnameya xwe ya zayendiyê ya di temên biçûk de tesîrek neyînî ya neveger li ser wan derdixe holê. Di vê demê de zarok hêj xwe û bedena xwe nasnake. Xwe di nava gîraniya zewacê de dibine. Gîraniya zewacê ew qas giringe ku miroveke mezin jî zû bi zû nikare ji bin giraniya we rabe. Di rewşekî wiha de zarokekî/ê biçûk çawa dê vê berpisyariyê rake? Ji ber vê yekê jî zewîcandina bêhişmendi rê jî nexweşahiya derûniyê re vedike.”
‘Xwekuştina jinan giraniya zewcandinê ye!’
Tolan, di berdewamê de têkildarî xwe kuştinên jinan de jî hin agahî dan û anî ziman ku sedema xwekuştinên jinan ya herî mezin; zewaca di temenê biçûk de ye. Tolan, di vî warî de ev tişt gotin: "Li ser vê mijarê gelek lêkolin û xabatên me hatin kirin. Di encamê de hat tespîn kirin ku dema zarok di emrê xwe yê biçûk de hatin zewîcandin; rastî pisgirekên wek deprosyon, somatîsazyon û eşên ku sedema wan neyên zanebûn dertên pêşberî wan."
'Derûniya wan dixitime'
Tolan, da zanîn ku piştî vê zewacê deruniya zarokan xerab dibe û wiha domand: "Piştî vê zewacê derûniya van zarokan dixitime. Dema ku em li ser vê mîjarê di axîvin, tevzîneyek tê ser bedena me. Em difikirin, gelo zarokeke ku hêj ew mezin nebûye çawa dibe xwedî zarok û zarok mezin dike. Em matmayî dîmînin. Keseke ku ne gîhîştibe asta zanabûnê tê çawa zarokek bihîşmendî mezin bike. Di malzaroka xwe ya biçûk de zarokek wek xwe mezin dike û bîne dinê."
'Zarokên van zarokan!'
Tolan, derbirî ku zarokên van zarokan! bi kêmanî tên dinê û ev agahî dan: "Ji hela tibê ve jî baş tê zanîn ku dema ku dayîk ji hêla hîşmendiyê û fîzîkê ve bikêmahî be, zarokên ku tên dinê jî bikêmahine. Ev çanda ku dinava civakê de ye ji bo jinan pir zahmet e bila baş were zanin ku hiqûqê de mafê tu kes tune ku jiyana jinekê re bibe asteng kirin.”
‘Yek sedema van zewcandinê jî aboriye’
Tolan, bi lêv kir ku zarokên ku tên zewîcandin, zarokatiya wan ji deste wê ê dîzîn û jiyana jinan tê sabotaj kirin û wiha got: “Bi vê zihnîyetê, tevgera jiyana jinê tê astenkirin û her wiha jin bivê yekê di nava çarçoveyeke din jiyandin ji bo pêşketina jinê ev nizîkayî şaş e. Bi dahan sedeman zewîcandinên di temenê biçûk heye. Em dikarin wekî sedemekî sereke bêjin ku yek sedema vê jî aboriy e. Gelek malbat keçên xwe wek riya dabariyê jî dibinin û ji bo qalanên wan tên zewîcandin yanî dibin navê qalanê de jin tên firotin.”
'Divê xebat werin meşandin'
Tolan, destnîşan kir ku sedema ku zarokên di temenê biçûk de tên zewîcandin ewe ku bênezaniya civakê ye û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Bi taybetî di herema me de ev pisgirek pir ciddî ye. Ger ev pirsgirek niha were çareser kirin û xebaten mezin werin meşandin. Her wiha civakê li hember vê zihniyete werin perwerde kirin û hînkirin."
(lg)