'Zextên li ser girtiyan bi dawî nabin'
09:41 08.11.2013 1 / 2 AMED (DÎHA) - 18 girtiyên PKK'î yên li Girtîgeha Tîpa M a Çewlîkê piştî xwe rizgar kirin û rojeş şûnde dîsa hatin girtin, sirgûnî girtîgehên din hatin kirin. Girtiyên ku hatin sirgûnkirin li aliyekî zextên li ser wan zêde bûne, li aliyê din li ser girtîgehên din jî zext derketin asta herî jor. Girtiyên Girtigeha Tîpa L a Balikesirê jî bi riya malbata xwe diyar kirin ku zextên li ser wan zêde bûne.
Li girtîgeha Tîpa M a Çewlikê di 25'ê Îlonê de 18 girtiyên PKK'î xwe rizgar kiribûn û piştî 24 saet şûnde dîsa 17 kes ji wan hatibûn girtin. Girtiyên PKK'î yên dîsa hatin girtin hatin belavkirin û sirgûnî girtîgehên cuda hatin kirin. Piştî vê bûyerê li gelek girtîgehên din ên Tirkiyeyê zextên li ser girtiyên siyasî derketin asta herî jor. Li Girtîgeha Tîpa L a Balikesirê jî girtiyan diyar kirin ku zextên rayedarên dewletê yên liser wan têi meşandin pir zêd bûne. Girtiyan bi riya malbatên xwe agahî dan û diyar kirin ku êdî girtîgeh li wan bûye îşkencexane. Welatî A.Gafur Ateş yê li Naveya Rezan a Amedê dijî, der barê rewşa birayê xwe Mehmet Ateş, Îbrahîm Ateş û pismamê xwe Ramazan Ateş yên sirgûnî Girtîgeha Tîpa L a Balikesîrê hatine kirin agahî da. Gafûr Ateş, da zanîn ku birayê wi Mehmet û Îbrahim Ateş û pismamê wî Ramazan Ateş li girtîgehê rastî binpêkirina mafan tê. Gafûr Ateş, bilêv kir ku piştî girtiyên Girtîgeha Tîpa M a Çewlikê xwe rizgar kirin û şûnde zextên li ser girtiyan derket asta herî jor û wiha got: "Birayê min Mehmet Ateş û pismamê min Ramazan Ateş 21 sal berê ji ber çalakiyekê hatin binçavkirin û hatin girtin. Piştî hatin girtin rastî cezayê muebetê hatin. Birayê min Îbrahim Ateş jî 18 sal sal berê di şer de birîndar bû û bi birîndarî hat girtin. Ji dema hatine girtin heta niha gelek caran ji girtîgehekê sirgûnî girtîgeha din bû. Herî dawî sirgûnî Girtîgeha Tîpa L a Balikesirê hatin kirin. Ji ber ku herî dawî sirgûnî Girtîgeha Balikesîrê hat kirin, salek e em nikarin biçin wan bibînin.
'Bi şev û roj tên şopandin'
Ateş, da zanîn ku birayê wî bi riya telefonê ew agahdar kiriye û wiha got: "Birayê min diyar kir ku di nava şert û mercen pir gran de dijîn. Birayê min anî ziman ku ji ber kamera di derî û şibaka de cih kirine nikarin serbest tev bigerin. Birayê min anî ziman ku ji ber wan bataniye avêtiye ser kamera û zerar daye wan ji aliyê îraderyê ve hatin cezakirin. Girtî ji xwe di nava şert û mercên giran de dijîn. Niha jî bi şev û roj ji aliyê kamerayan ve tên şopandin. Ev ne li gorî mafên mirovan e. Ji mere gotin li hemberî van pêkanînan bêdeng naminin."
'Rojnameyên kevn didin wan'
Ateş, destnîşan kir ku raydarên girtîgehê rojnaemyên rojane nadin girtiyan û piştî rojname kevn dibin û şûnde rojnameyan didin girtiyan. Ateş, bilêv kir ku birayê wî destnîşan kiriye ku ger daxwazên girtiyan neyên bersivandin û ev zextên girtîgehê berdewam bike dê 2'emîn bûyera Girtîgeha Tipa E a Mûşê dubare bibe û wiha got. "Birayê min bi riya telefonê diyar kir ku rojnameya Azadiya Welat pişti kevn dibe 10 roj şûnde dide wan û pişti wateya xwe winda dike dide wan.
Ateş, daxuyand ku girtiyên nexweş dema diçin doktor jî lazime daxwaznameyê bidin û ji bo bersiva daxwaznameyê herî kêm 10 rojan li benda bersivê dipên.
Ateş, bilêv kir ku ji ber aboriya wan ne baş e nikarin her dem biçin ziyareta xizmên xwe û ji rewşa tenduristiya birayên xwe û pismamê xwe bi fikar in. Ateş, bang li her kesî kir û xwest hestyar tev bigerin.
(mae)