Zeyneb Celaliyan ji ber îşkencê dibe ku çavê xwe winda bike
KIRMANŞAH 06.10.2013 10:19:56 Çalakvana siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan li girtîgeha Dîzil Abadî ya bajarê Kirmanşahê ji ber zêdebûna îşkenceyê dibe ku ronahiya çavên xwe winda bike.
Li gorî nûçeyek Ajansa Herane, girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan a li zindana Dîzil Abadî li bajarê Kirmanşah, tevî nexweşiyên giran û pirsgirêkên heyî, ji dermanan hatiye bêparkirin û destûr nayê dayîn ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên tendirustî derkeve ji derve. Hat ragihandin ku ji ber vê yekê, dibe ku ronahiya çavên xwe di girtîgehê de winda bike.
Li gorî heman nûçeyê, sedemê kêmbûna ronahiya çavên Celaliyan ewe ku di dema lêpirsînê de ji aliyê rayedarên girtîgehê ve derbên giran ji serê xwe xariye.
Zeyneb Celaliyan di sala 2007’an de, li bajarê Kirmanşahê ji aliyê hêzên Îtlaatê yên Îran’ê ve hate girtin û ji aliyê dadgehê ve cezayê dij mirovahî darvekirin lê hate birîn. Lê piştî wê dîsa dadgehê biryara xwe guhert û cezayê wê veguherand cezayê girtîgehê yê bê dawî.
Li gorî heman serçaveyan, malbata Celaliyan roja Çarşema bihurî, ji bo rewşa keça xwe bizanin serî li rêveberiya girtîgehê dane. Lê rêveberiya girtigehê destûr neda malbatê ku çavê wan bi keça wan bikeve.