Zilma desthilatdariyên heremî li ser Êzdiyan didome
09:39 27.04.2014 1 / 13 BÎLAL GULDEM
ÊLIH (DÎHA) – Baweriya Êzdî ku li heremê bi sedan salane ji ber sedemên baweriyê rastî zilm û êrîşan tên hêj jî gefên malbatên desthilatdar li ser wan didome. Malbata Karabulut ên AKP’î erdên Êzdiyan bê destûra wan cotkirin û welatiyên Êzdî û xwediyên li hember vê bertek nîşandan. Hemwelatiyê Êzdî Yusuf Tagay, diyar kir ku kesên erdên wan cot kirine gefên kuştinê li wan xwarine û ji bo xwedî derketinê banga hîstiyariyê li sazî û raya giştî kir. Dayika Awaş Tagay jî anî ziman ku kesên erdên wan cot dikin dixwazin wan ji gundê wan derbixin û gef li hevser û kurê wê xwarine.
Her ku diçe vegera Êzdiyan dikeve rojevê, li aliyekî din jî li heremê zext û êrîşên li ser Êzdiyan didome. Li ser xaka Mezopotamya yê ji baweriyên herî kevnar yêk jê jî civaka Êzdî ne û ev bawerî li heremê bi sedsalan e ji ber baweriya xwe rastî zilmê tên û ji sedemên baweriyê ew ji welatên xwe koçber bûn. Zilm û êrîşa herî dawî ya li hember Êzdiyan li gundê Qorixê pêkhat. Malbata Karabulut ên AKP'î bi ser gundê Qorixê yê naveçya Qubîna Êlihê yê Êzdî lê dijîn bê destûr bi ser erdên wan ve girtin û cot kirin. Ev kesên erdên Êzdiyan cot kirin malbata şaredarê AKP'î Saît Karabulut yê Qubînê yê berê ye. Piştî AKP'yan dest bi cotkirinê kirin leşker hatin gund û di çavdêriya leşkeran de erd hatin cokirin. Di saeta cotkirina erdan de leşker hatin gund û piştî demekê ji gund veqetiyan. Li gund malek Êzdiyan tenê heye û malbatên din hemû li Ewropa yê dijîn. Li gel ku malbata Êzdî li hember AKP’yan bê destûr erdên wan cot dikin bûn asteng û AKP’yan li welatiyên Êzdî gefan xwarin û wan bi kuştinê tehdît kirin. AKP’yan qet li bê destûrê ne nêrî û bi dahan traktoran ketin nav erdan û hemû kirin.
Welatiyê Êzdî Yusuf Tagay ê li gund dijî diyar kir ku kesên hatin gund di pêşengiya Îlhan, Ferhan, Selahattin Karabulut û Mustafa Bîter de bi dehan kesên çekdar hatine avêtine ser erdên wan û got ku wan bi kuştinê tehdît kirine. Tagay, anî ziman ku Karabulutî li wan zilmê dikin û wiha got: “Serê sibê agahî ji min re hat ku malbata Karabulut bi traktoran hatine avêtine ser erdên me. Ewil min pir guh nedayê. Lê pişt re ez rabûm biçim li erdên me binêrim, lê min dît ku bi dehan traktor hatine avêtine ser erdên wan. Dema min got hûn çidikin, wan ji min re ‘Ji xwe hûn li vir mêvanin. Em ê erdan cot bikin’ gotin. Me got em destûrê nadin. Lê wan jî bersiva ‘Kî çi dibêje bila bêje lê em ê van erdan cot bikin’ dan me. Wan ‘Em ê ber derê we jî cot bikin’ ji me re gotin. Pişt re em li leşkeran geriyan ew jî hatin gund. Leşkeran jî got ku ew nikarin tiştek bikin. Min got ku ez ji hiqûqê re rêzdarim. Min got ku ji xwe berê dadgehê di derbarê hinek erdên me yên dozî de ji bo me de biryar daye. Lê ew li gel leşkeran gotin ku cihê bixwazin dê cot bikin û pişt re dest bi cotkirinê kirin.”
‘Gefên kuştinê li me xwarin’
Tagay, destnîşan kir ku kesên hatine erdên wan desteser dikin gefan lê xwarine û wiha got: “Ev gund ê me ye. Wan gefa ‘Em ê berî serê te bidin û mêjiyê te li erdê berdin’ li min xwarin. Ji xwe di derbarê hinek erdên me de doz heye, lê ger ku dewlet demek beriya demekî tedbîr negire dê ev kes me ji canê me jî bikin. Kesên ku li gel leşkeran erdên me bot bikin, dê j ime çi nekin. Komek ji 70-80 kesan pêk dihatin bi çekan hatin gund. Ma çi mafê wan heye?” Tagay, da zanîn ku kesê bi navê Îlhan Karabulut, li cem serfermandarê leşkeran ji wan re ‘Hûn PKK’î ne. Qendîlê me tehdît kiriye. Ne Qendîl lê kî me tehdît dike bila bike lê em ê van erdan cot bikin’ gotiye û wiha axivî: “Li cem leşkeran bi gotinên xwe dixwazin xwe rewa bikin û bi wan gotinan xwe şîrîn bikin. Dixwazin spekûlasyonan bikin.”
‘Pêwîste li me xwedî derbikevin’
Tagay, destnîşan kir ku kesên hatine erdên wan cot dikin nîvê wan AKP’î û nîvê wan BDP’î ne û wiha got: “Ji AKP’yan bêtir BDP’î hatibûn. Ev hemû xizmên hev in. Ez jî heta dawiyê BDP’î me. Lê belê kes li me xwedî derna keve. Her kes jî dizane ku tu hêza me tune ye. Em nikarin li hember van zilmkaran dengê xwe jî bikin.” Tagay, daxwaz kir ku raya giştî li hember vê yekê bi hîstiyar tevbigere û wiha got: “Ger ku em jî wek her kesî li ser vê xakê dijîn, lê pêwîste civak û sazî li me xwedî derbikevin. Li hember van eşqiyayan tu hêza me tune ye. Tişt ku evv dikin kirêtiya herî mezin a li hember herkesî ne. Pir vekirî dibêjin û dixwazin me ji van gundê me biajon. Ger ku mirov li me xwedî dernekeve, ya em ê li xaka xwe bên kuştin an jî hemê li van deveran bên kaşkirin. Lê dîsa çi tişta ku ji destê me tê emê têkoşîna xwe bikin. Lê belê wek herkesî canekî me jî heye. Pêwîste mirov li hember vê bê hiqûqiyê bêdeng nemîne û dengê xwe bilind bike.”
‘Em çareseriyek bi aşîtiyane dixwazin’
Welatiyê ji Qorixê ku li Fransayê dijî yê bi navê Şêxmûs Erke jî bal kişand ser axa bav û kalên xwe û wiha got: “Ji bav û kalên me 200 donim erd maye. Ez jî ji bo vî erdê xwe beriya du hefteyan hatim gund. Ev erd ên me ne û tapuyên me jî hene. Ev erdên me niha ji aliyê malbata Karabulut’iyan ve tê cotkirin. Daxwaza me ew e ku ev pirsgirêk bi şeklek demokratîk û aştiyane bê çareserkirin. Ev du sal eli van erdan tu tiştek nayê çandin. Ger ku ji niha şûn ve rêbazek aştîyane bê bikaranîn dê baş bibe. Ew hînceta ‘Me ji bo van erdan demek berê pereyê îcareyê daye, em ji ber vê yekê erdan cot dikin’ didin nîşandan. Banga min ew e ku em bi sedasalan çawa bi biratî di nav hev de jiyayîne, dîsa em bi şeklek wisa bijîn. Ez piştî meha 9’emîn teqewît dibim, dixwazim werim li gundê xwe bicih bibim. Lê pirsgirêkên wiha neyînî bidomin viya jî me aciz dike.” Erke, diyar kir ku Êzdî hêj nikarin li ser xaka xwe bijîn û got ku tu şertên li ser xaka xwe bijîn jî nîne.
‘Li min gefa em ê hevserê te birevîn in û kurê te bikûjin xwarin’
Dayika Êzdî Awaş Tagay, jî diyar kir ku kesên li wan zilmê dikin dê di tu wîcdanê de cihê wan tune bê û wiha got: “Xwedê qebul neke. Dixwazin li zilmê bikin û me ji ser xak û gundê me derbixin. Ji bo ku cih û warê me ji wan re bimîne vê zilmê li me dikin. Ger ku tişta ku li me dikin ne zilm be lê ka navê çi ye. Em ji bav û kalên xwe ve li ser vê xakê dijîn. Çima dixwazin li serdên me berî me bidin. Em li vî gundî çêbûn, mezin bûn û li vê derê em extiyar bûn. Dê ev zilm heta ku derê bidome. Zilma van Karabulut’iyan erd û asîman hemû tije kiriye. Çima kes dengê xwe ji wan re nake. Eqrebayên me bi emanetî erdên xwe dabûn wan. Lê ew li emanetê îxanet dikin. Niha jî çav berdane van erdên me. Hêj jî zilmê dikin. Bi zilmê li hember hikmê dikin. Dixwazin me ji vir derbixin û ew werin di gund de bicih bibin. Wan gefa ‘Em ê hevserê te bixin çûval birevîn in û kurê te jî bikûjin’ li min xwarin. Dixwazin me bi van gefan bitirsînin. Ji ber ku em kêm in li ser me vê zilmê pêk tînin.”
(bg/mae)