1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ‘Zilmê li malbatan dikin'
‘Zilmê li malbatan dikin',zilmê,li,malbatan,dikin

‘Zilmê li malbatan dikin'

‘Bi sirgûna girtiyan zilmê li malbatan dikin'

A+ A-

Li Tirkiyeyê sala 2012'an zêdeyî 2000 hezar girtî ji girtîgehên herêmê sirgûnî girtîehên rojava hatin kirin. Sala 2013'an jî bi sirgûnan dest pê kir. Xizmên girtiyan ên zarokên wan tên sirgûnkirin bertek nîşanî sirgûna girtiyan dan û diyar kirin ku sirgûna girtiyan zilum û îşkence ye. Xizma girtiyan Ayşe Karagoz, diyar kir ku hêj darizandina kurê wê bi dawî nebûye kurê wê ji Cizîrê sirgûnî Îzmirê kirine û wiha got: "Ev ji bo me zilum û îşkence ye. Heta em ji Cizîrê tên Îzmirê em hezar zor û zahmetiyan dijîn."

Sirgûna girtiyan ji girtîgehên herêmê ber bi girtiyên rojeva ve didomin. Girtiyên ku sirgûn dibin hem dema diçin girtîgehê nû rastî lêgerîna dazî û îşkenceyê tên. Hem jî rastî cezayê hucreyê tên. Girtiyên ku bi hezaran kîlometre cihe wan tê guhertin li gel wan malbatên wan jî mexdûr dibin. Malbatên ku zarokên wan ji navçeya Cizîrê ya Şirnexê sirgûnî girtîgehên Îzmirê hatin kirin bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku herî zêde ew mexdûr dibin. Xizmên girtiyan diyar kirin ku dema zarokên wan li girtîgehên nêzîk bûn her tim dikarîbûn biçin hevdîtinê, lê niha êdî ji ber dûr e û çûn û hatin pir zahmet e nikarin zarokên xwe ziyaret bikin. Dayikên ku ji Cizîrê hatin Îzmirê û zarokên xwe ziyaret kirin diyar kirin ku hêj darizandina zarokên wan bi encam nebûye zarokên wan hatine sirgûn kirin. Dayikan, diyar kirin ku di aliyê aborî de jî pir zahmetiyê dikişînin û di rêwîtiya ku dêzeyî hezar kîlometre ye de jî pir zahmetiyê dikişînin. Dayikan da zanîn ku di hevdîtine de rastî neheqiyê gardiyana hatine û ji ber bi zimanê tirkî nizanin rastî neheqiyên giran hatine.

Dayika Muhammet Erek Tayyibe Erek, diyar kir ku ji ber pirsgirêkên aborî di çûn û hatinê de pir zahmetiye dikişînin. Dayika Mehmet Işik Zeynep Işik jî ani ziman ku hem di rêwitiya rê de pir zahmetiyê dikişînin û hem jî ji ber bi tirkî nizanin rastî zextên gardiyanan tên. Dayika Ebubekir Uçum Nazime Uçum jî destnîşan kir ku ji bo 40 dk hevdîtinê 48 saetên wan di rêde derbas dibe. Dayika Agît Becer Necime Becer jî destnîşan kir ku kurê wê hêj nû ji leşkeriyê hatibû û piştî 2 mehan bi ser malê de girtin û kurê wê girtin û piştre jî sirgûnî Girtîgeha Şakrane kirin û wiha got: "Ez ji bo xatirê dîtina 10 deqîqeyan şev û rojekê di rêde hatim."

Dayika Sabri Karagoz Ayşe Karagoz, anî ziman ku zarokên wan bêsûc hatine girtin û hêj darizandina zarokên wan xelas nebûye zarokên wan sirgûn dibin. Karagoz da zanîn ku hem ew hem jî zarokên wan mexdûr dibin û rastî îşkenceyê tên. Birayê Alî Apl Feyruz Belçî jî destîşan kir ku ji Cizîrê heta Îzmire hat û tenê 40 deqîqeyan birayê xwe dît.

(mae)


Bêjeyên Miftehî