´Ziman azad nebe gel azad nabe´
BDP: Azadiya gelekî bi azadkirina zimanê wî ve girêdayî ye
Navenda BDP'ê bi minasebeta Roja Zimanê Kurdî daxuyanîk da. BDP'ê di daxuyaniyê de diyar kir ku azadiya civakekî û azadiya gelekî, bi azadiya zimanê wî ve girêdayî ye û wiha got: "Ji bo zimanek azad be, divê ew ziman ji hêla makeqanûnê ve bê parastin û di nava jiyana rojane de, perwerdeyê de, ragihandin-nivîs û hêla siyasî de bi her alî ve bê bikaranîn."
Navenda Giştî ya BDP'ê bi minasebeta Roja Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de cejna ziman hate pîrozkirin û hat bi bîrxistin ku 15 gulanê Roja Zimanê Kurdî, di heman demê de roja derxistina Kovara Hewar ya ku ji hêla zanyarê zimanê kurdî Celadet Alî Bederxan û hevalên wî ve di sala 1932'yan de hatiye derxistin e. Di daxuyaniyê de hate gotin ku kadoryên Kovara Hewarê, bi xwedîderketina ziman re, li gelek deveran, enstutiyên zimanê kurdî vekirin û ev tiş lê hate zêdekirin: "Li welatê me qasî zimanê kurdî ji hêla 20 milyon kurdî ve tê axaftin, lê ev ziman her roj bi polîtîkayên pişaftinê û zordariyê ji holê tê rakirin û hê jî perwerdeya bi zimanê kurdî xedexe ye û astengiyên hiqûqî ranewestiyane."
'Qedexe li dadgehan didomin'
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku parlamenterên BDP'ê, şaredarî û rêveberên kurd ji ber kurdî axivîne hemû hatine girtin, Rojmaneya rojane ya bi kurdî Azadiya Welat bi dehan caran hate girtin û ji gerînendayên rojnamê re bi dehan salan ceza hatiye birîn. BDP'ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku qedexeya li ser zimanê kurdî hê jî di dadgehan de erdewam dike û ev tişt hate gotin: "Di çarçoveya opersyonên siyasî de bi hezaran siyasetmedarên kurd hatin girtin û parastina bi zimanê kurdî hate astengkirin. Lewre mafê parastinê mafê hemû welatî ye. Ew jî bi zimanê dayikê dibe xwedî wate. Lê dadgeh vî mavê pîroz bi helwesteke qedexekar herdem asteng dike."
Feraseta yek yekî
BDP'ê diyar kir ku di binê feraseta qedexekar de, feraseta yek yekî heye û ev tişt got: "Bi feraseta 'yek zimanî', 'Kurdî zimanê şaristaniyê ye?' li hemberî zimanê kurdî nêzikatiyeke diji şaristanî tê meşandin û zimanê gelekî tê înkar kirin, tê bê qîmetkirin û dixwazin zimanên gelan asîmle bikin û yek zimanî derxin holê. Divê ev jî neyê ji bîrkirin ku qedexeya zimanekî cezayê herî giran e, ev sûcê mirovahiyê ye."
'azadiya ziman bi statuyê dibe'
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku azadiya civakekî û azadiya gelekî bi azadiya zimanê wê civakê ve girêdayî ye û ev tişt hat gotin: "Azadiya civakekî û azadiya gelekî, bi azadiya zimanê wî ve girêdayî ye. Ji bo zimanek azad be, divê ew ziman ji hêla makeqanûnê ve bê parastin û di nava jiyana rojane de, perwerdeyê de, ragihandin-nivîs û hêla siyasî de bi her alî ve bê bi kar anîn. Divê hemû astengiyên li dijî wî zimanî bê rakirin. Berovajiyê vî, heke ev satengiyên li hemberî zimanan ranebe, dê ev zinan xwe ji pişaftinê xilaz neke û dê di nava demê de ji bolê rabe." Di daxuyaniyê de hat gotin ku êdî feraseta yek yekî di dema meya niha de cihê wê tune û wiha hat domandin: "Heta niha oplîtîkayên pişaftinê û înkarê stû neda xwerkirin, dê îro pê de jî ev polîtîkayên înkarên nikaribin stû li gelê kurd bidin xwerkirin. Zimanê me rûmeta me ye. Jiyana bê ziman nabe. Gelê kurd bi sedan salane ji bo zimanê xwe têkoşîneke bê hempa daye, dê îro pê de jî vê têkoşîna xwe berdewam bike û zimanê xwe yê pîroz di hemû qada civakê de, qada cemawerî de bi kar bîne û ji bo azadî û parastinê dê têkoşîna xwe ya demokratîk berdewam bike. Em bi minasebeta vê roja pîroz, careke din bang dikin ku bila êdî dest ji feraseta înkar, yek yekî û pêkanînên dijmirovî berdin û pişaftinê bi dawî bikin û em bang li gelê xwe dikin ku bila têkoşîna ji bo zimanê û çanda xwe hê bi awayekî xurt bimeşînin û bi vê minasebetê Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin."
(aw/mae)