'Ziman sembola herî girîng a neteweyan e'
Osman Ozçelîk, encamnameya komxebata "Perwerdehiya bi zimanê dayîkê" bi daxuyaniyekê aşkere kir
Endamê Komîsyona Ziman ê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Osman Ozçelîk, encamnameya komxebata "Perwerdehiya bi zimanê dayîkê" bi daxuyaniyekê aşkere kir. Ozçelîk diyar kir ku her netewe û her gel xwediyê mafê parastin, domandin û pêşxistina zimanê xwe ne û wiha axivî: "Ziman bi mafê perwerdehiyê dikare jiyana xwe bidomîne. Ziman sembola neteweyan a herî girîng e. Qedexe kirina zimanan, kuştina zimanan e. Kuştina zimanan kuştina neteweyan e.
Komxebata Perwerdehiyê ya di pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û bi alîkariya TZPKurdî, Enstîtuya Kurdî ya Amedê Komeleya Niviskarên Kurd û Egitim Sen'ê li Salona Akademiya Ehmedê Xanî ya Ziman a ku di navbera 19-20'ê gulanê de li Amedê pêk hat bi dawî bû. Encamnameya komxebatê ji aliyê Endamê Komîsyona Ziman a KCD'ê Osman Ozçelîk ve hate xwendin. Ozçelîk ani ziman ku gelek akademîsyen, civaknas, psîkolog, pedagog, parlamenter, mamosteyên ziman, nûnerên saziyên sivîl tevli komxebatê bûn û li ser zimanê zikmakî nîqaş pêk anîn û wiha got: "Di komxebatê de pirsanî li ser "Perwerdehiya bi zimanê dayîkê" nîqaş hatin meşadin. Nîqaş li ser van çar mijarên serek pêk hatin. Di Zimanan de Girîngiya Perwerdehiyê, ji bo parastina çand, dîrok û nasnameya neteweyan, girîngiya perwerdehiyê, bandora perwerdehiyê ya li ser civakê û perwerdehiya bi zimanê biyanî ji bo zarokan tê çi wateyê?"
'Ziman sembola neteweyan a herî girîng e'
Osman Ozçelîk, diyar kir ku kurdî, zimanekî ji kûraniya dîroka qedîm a Rojhilata Navîn e û ev ziman li ser erdnîgariyeke fireh, ji aliyê milyonan kesan v tê axaftin û nivîsîn û wiha got: "Gelê kurd bi sedan salane ku vî zimanî bikar tînin, didin jiyandin û vedijîne. Gelê kurd bi ziman û taybetiyên xwe yên din, bê şik û guman xwedî taybetiyên neteweyekî ye. Ji ber vê ye ku, divê neteweyê kurd, xwediyê her mafên netewebûnê be." Ozçelîk, anî ziman ku her netewe û her gel xwediyê mafê parastin, domandin û pêşxistina zimanê xwe ne û wiha axivî: "Ziman bi mafê perwerdehiyê dikare jiyana xwe bidomîne. Ziman sembola neteweyan a herî girîng e. Qedexe kirina zimanan, kuştina zimanan e. Kuştina zimanan kuştina neteweyan e. Mirov nikare ziman û neteweyan ji hevdu cuda binirxîne. Komxebatê, mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê, weke mafekî kollektîf ê bê nîqaş û jêneger pejirandiye. Ji ber vê çendê, peymanên navneteweyî yên derbarê ziman û mafên zarokan de ku Tirkiye li dij hinek xalên wan derketiye, weke helwesteke kevneperest nirxandiye."
'Zimanê dayikê nabe mijara tercîhê'
Ozçelîk, da zanîn ku Tirkiye û dewletên desthilatdar ên li ser erdnîgara kurdan dijîn bi polîtikayên xwe yên "dewleta neteweyî" inkara ziman, çand û baweriyên cuda dikin. Ozçelîk, bilêv kir ku ev dewlet di warê asîmîlasyon û tunekirina cudahiyan de biserneketine û bi taybetî neteweyê kurd bi berxwedaneke bihempa li hemberî vê yekê sekîn û wiha pê de çû: "Kurdan teva her astengiyê her zaravayên xwe jiyandiye û heta roja me hatiyê. Êdî bila bê qebûl kirin ku tu polîtîkayên nijadperest nikare hebûna neteweyê kurd û zimanê kurdî ji holê rake. Polîtîkayên asîmîlasyon û tunekirinê dibe sedema şer û pevçûnan. Divê dewlet dev ji polîtîkayên xapandinê jî berde. Bi kanalek televîzyon, bi dersên hilbijartî an bi qursên ziman pirsgirêk çareser nabe. Divê ziman ji destpêkê heta xwendina bilind di her pêvajoyê de bibe zimanê perwerdehiyê.Qurs û dersên hilbijartî ji bo kesên ku dixwazin zimanekî biyanî fêr bibin gengaz e. Zimanê dayikê nabe mijara tercîhê. Li Meclîsê xebata Destûra Bingehîn tê meşandin. Heke mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê di destûrê bi cih nebe, destûra bingehîn nabe destûreke nû ya demokratîk. Ji guhertinên heta niha hatine kirin tu ferqa destûra nû namîne. Ji bo civakeke lihev û aştiyane, divê her çand, her ziman, her bawerî bê astengî bikaribe xwe îfade bike û bi awayekî azad jiyana xwe bidomîne."
Di komxebatê de ev encam hatin bidestgirtin:
"*Divêk hebûna gelê kurd weke netew bê qebulkirin û dîtin, mafên kolektîf bên diyarkirin û li gorî statuyekê bê qebûlkirin"
*Divê perwerdehiya bi zimanê zikmakî û zagon û makezagonê de bên qebûlkirin û bên parastin.
*Divê hemû cudahiyên faşîst, nijadperest ji zagonan û pergala perwerdehiyê bên derxistin û pêşiya pergala perwerdehiya bi bingeha mirovahiyê bên vekirin.
*Ziman; ji mafê jiyanê yên wekî av û hewayî wêdatir e û hewcehiyekî zarurî ye. Ev di heman demê de mafê gelê kurd ê siyasi ye. Divê ev mafê xwezayî di çarçoveya rêgezên gerdunî de bê çareserkirin."
(bd/mae)