'Ziman xeta me ya sor e'
Li navçeya Wêranşara Rihayê di çalakiya bi munasebeta Cejna Zimanê Kurdî de hate gotin ku ziman xeta sor e
14 Gulan
RIHA (DÎHA) - Li navçeya Wêranşara Rihayê di çalakiya bi munasebeta Cejna Zimanê Kurdî de hate gotin ku ziman xeta sor e.
Li navçeya Wêranşara Rihayê bi munasebeta 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ya li Navenda Çand û Hunerê ya Medê ya Şaredariya Wêranşarê çalakî hate lidarxistin. Çalakî ji aliyê Navenda Etutê ya Şaredariya Wêranşarê ve hate lidarxistin û Hevşaredarên Wêranşarê Fîlîz Yilmaz û Emrullah Cîn jî di nav de bi sedan welatî beşdar bûn. Nûnera TZP-Kurdî ya Wêranşarê Ayşe Surucu di çalakiyê de axivî û bal kişand li ser girîngiya ziman. Surucu wiha got: "Rojek bê dê li ser vê axê kurdî bibe zimanê fermî. Bi salan e ji bo vê têkoşîn tê dayîn. Divê em jî xwedî li zimanê xwe derkevin. Ziman ji bo me tişteke jêneger e. Zimanê me xeta me ya sor e. Yekem şertê welatparêziyê divê xwedêlêderketina ziman be. Ji bo vê divê her kes ya ku dikeve ser milê wan pêk bîne û xwedî li zimanê xwe derkeve."
Piştî axaftinê Koma Şanoyê ya Navenda Çand û Hunerê ya Medê ya Şaredariya Wêranşarê lîstîka bi navê "Qimil" pêşkêş kir.
(sa)