‘Zimanê dayikê parçeyek pêvajoya çareseriyê ye’
ÎBRAHÎM AÇIKYER - ENQERE - ANF Serokê Giştî yê Egîtîm Sen’ê Kamuran Karaca da zanîn ku sala perwerdeyê ya nû bi gelek pirsgirêkan vedibe û got ku ji bo çareseriya pirsgirêkan wê di 24’ê Îlonê greva rojekê pêk bînin. Karaca da zanîn ku bi rêgez li meseleya perwerdeya zimanê dayikê dinêrin û got: “Hikûmet divê bersivê bide daxwazên civakê û gavan biavêje. Ji ber ku berpirsyarî li ser milê wan e. Ev daxwaz bi şîdet û zorê nayên çewisandin. Ev parçeyeke pêvajoya çareseriyê ye."
Sala perwerdehiya nû dîsa bi gelek pirsgirêkan vedibe. Li gorî îdeolojiya siyasî ya AKP’ê îstîhdama ku di salên dawî de gelek zêde bûye de niha di qada perwerdehiyê de di rewşa heyî de 800 hezar hîndekar hene. Her wiha niha hewcedarî 150 hezar mamosteyê din heye. Hejmara mamosteyên ku nehatine tayînkirin jî 330 hezar e.
Di salên 2000’î de hejmara mamosteyê nehatibûn tayînkirin 20-30 hezar bû û di dema desthilatdariya AKP’ê vê 330 hezar derbas kir. Di 10 salên dawî de 10 mamosteyî ji ber ku nehatin tayînkirin întîhar kirin.
Serokê Giştî yê Egîtîm Sen’ê Kamuran Karaca ji ANF’ê re axivî û pirsgirêkên qada perwerdeyê wiha rêz kir: “Mixabin em bi gelek pirsgirêkan dikevin sala nû. Kêmasiya mamosteyan hene. Li Tirkiyeyê hewcedarî 150 hezar mamosteyî heye. Di demên dawî de peywirdarên rêveberiyê ji peywirê hatin girtin. Ji 17 hezaran 6 hezar hatin girtin. Pirsgirêkek din jî ev e ku dibistanên dayikê veguherin hîndekariya diduyan. Pirsgirêka kadrobûna siyasî jî heye. Hikûmet hewl dide di vê qadê de alîgirên xwe yên siyasî bike memur. Qanûna vê jî bi qanûna torbeyê derxist. Bi lez ji perwerdeya laîk, bêpere û zanistî dûr dikevin. Gelek xwendekar beyî daxwaza xwe li dibistanên din tên qeydkirin.
PIRSGIRÊKA SEREKE MAMOSTE KÊM IN
Karacan da zanîn ku divê demildest pirgirêka kêmasiya mamosteyan bê çareserkirin û got: “Li gorî me niha hewcedarî 150 mamosteyî heye. hevalên me yên ku nehatine tayînkirin bi pereyan tên xebitandin. Ev jî gelekî bi pirsgirêke. Di navbera 400 TL û 1.000 TL’yî de dixebitin. Ya duyemîn ji ber ku berdewam nakin pirsgirêk dertê. Divê ev teqez rabe.
Her wiha peywirdarên rêveberiyê ji peywirê hatin girtin û niha li 6 hezar dibistanan pirsgirêk hene. Hefteya pêş midûrên nû tên tayînkirin. Dema dibistan vebin 6 hezar midûr destpê dikin. Her wiha cîgir jî tên girtin. Ew jî bi înîsiyatîfa midûran dê bên girtin.”
Karacan diyar kir ku di serî de jî Midûrên Egîtîm Sen’ê hatin mexdûrkirin û got: “Bi taybet midûrên Egîtîm Senê ji peywirê hating ^girtin. Qanûna der barê dersxaneyan jî wisa hatibû sazkirin. Piştre jî rêzikname derxistin. Di çarçoveya wê de hemû midûrên dibistanan yên ku 4 salên xwe tijî kirine, ji bo wan pêkanînek pêk hat. Yên ku ji ser 100’î 75 girtine dê bidomîn û yên din jî wê ji peywirê bên girtin hat sazkirin. Me îtîraz kir. Hevalên me bi ezmûna nivîskî bûn midûr.
BI HEZARAN LÊPIRSÎN DOZ Û SIRGÛN
Karacan diyar kir ku der barê vê mijarê de gelek sirgûn hene û wiha berdewam kir: “Meseleya Rotasyon û Sirgûnê heye. Dê bidome jî. Zext li ser hevalên me yên îdareyê hene. Ji peywirê tên girtin û zext li ser wan zêde dibin. Ji ber ku me îtîrazî van neheqiyan kir em heta îro gelek caran rastî lêpirsînan hatin. Der barên rêveberên me yên şaxan û endamên me de bi dehan doz hatin vekirin. Li gorî buroya me ya hiqûqê doza 5 hezar kesên Egîtîm Sen’î didome. Di nav avê de hem rêveber û hem jî endam hene. Ji sedî sed dozên ku hatine vekirin ji ber têkoşîna ku me daye hatiye vekirin.
Parastina ku hem em di qada hiqûqî û hem jî di qada îdarî de dikin hem enerjî û hem jî dema me zêde digire. Em sendîkaya perwerdeyê ne.”
HÎMÊ NIFŞÊ OLDAR
Karacan wiha pê de çû: “Yek ji mudaxaleya Hikûmetê ya li ser perwerdehiyê jî ev ku bi hevkariya lîseyên Îmam Hatîbê nifşê nû oldar dike û modela civaka nû dike vê rewşê. Di demên cuda de diyar dikirin. Digotin em ê nifşekî oldar bigihînin. Û ev xistin jiyanê jî. Bi 4+4+4’ê sê dersên olî lê zêde kirin. Dersa olî ji xwe hebû. Di dibistanên Îmam Hatîbê de û dibistanên lîseyê de ev derxistin du qatan.
EM VÊ QEBÛL NAKIN
Zarokên me heta dawiya meha Îlonê her hefte dibistanekê hildibijêrên û dibêjin dê neqla wan bo dibistaneke din bêkirin. Hewl didin raya giştî bi vê îqna bikin. Ev taktîka mijûlkirinê ye. Bi vî awayî gelek kêm xwendekar ji vê feydeyê digirin. Banga me ya vekirî bo Wezareta Perwerdeya Milî (MEB) hebû; xwendekarên diçûn Îmam Hatîp an jî lîseyên pîşeyî gotin mala wan nêz e û li dibistanên ku 10-150 kîlometre dûr e hatin bicihkirin. Ger dixwazin vê pirsgirêka xwendekeran çareser bikin divê xwendekar hemû kontenjanên vala bibînin, puanên xwe bibînin û hemûyan bixwazin. Bila pêvajoyeke nû ya bicihkirinê pêk bînin.
Karacan bal kişand ser perwerdehiya bi zimanê dayikê û got: “Em wek rêxistine pîşeyî bi awayekî cuda li meseleya perwerdehiya zimanê dayikê dinêrin. Ya din jî geşedanên pêvajoya siyasî ye. Aliyên siyasî hene. Me wek Egîtîm Sen’ê der barê vê de ji bo ku di asta gerdûnî de bi zimanê dayikê perwerde bê dayîn nirxandin kir. Em dîsa li heman nuqteyê ne. Ev ji bo zarokan pirsgirêkek mezin e. Divê ziman bên parastin û jiyîn.
HIKÛMET BERPIRSE Û DIVÊ PIRSGIRÊKÊ ÇARESER BIKE
Daxwaza pirsgirêka Kurd ji pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd ne serbixwe ye. Divê sererastkirinên di vir de demildest bên kirin û hivê hikûmet gavê biavêje û daxwaza civakê bîne cih. Em wek sendîka li gel daxwazên gel in. Hikûmet dema di vê mijarê de gavan navêje pirsgirêk li Licê dertên. Perwerdehiya zimanê dayikê mafê sereke ye.
Em Egîtîm Sen jî piştgiriyê didin çalakiya boykotê. Em bang li hikûmetê dikin û çareseriyê dixwazin. Em ê di 24’ê Îlonê de dê greva rojekê pêk bînin. Turk Egîtîm-Sen jî tevli vê grevê dibe.
Daxwazên me wiha ne;
-Divê perwerdehiya bi zimanê dayikê bê dayîn
-Divê dawî li pêkanînên performans û angaryaya perwerdehiyê bê dayîn.
-Bila Rotasyon û Sirgûn bên sekinandin.
-Divê dersên ferzkirî yên olî bên rakirin.
-Em ji kadrobûna siyasî re dibêjin na
-Em ji perwerdeya zayendî re dibêjin na
-Em ji ferzkirina perwerdeya 4+4+4’ê re dibêjin na