Zimanê kurdî di bin xeteriyê de ye
Navenda KURDÎ-DER'ê li Navenda Çand û Huner a Cîgerxwîn şahiyek li dar xist
Navenda KURDÎ-DER'ê li Navenda Çand û Huner a Cîgerxwîn şahiyek li dar xist. Di şahiyê de sertîfîkayên 19 şagirtên serkeftî hat dayîn. Di şahiyêde Sekreterê KURDÎ- DER'ê Xelîl Îbrahîm Taş, diyar kir ku li ser zimanê kurdî xeteriyek mezin heye. Serokê Giştî yê KURDÎ-DER'ê Sebahatîn Gultekîn jî bi zaravayê kirmanckî axivî û da zanîn ku cara yekeme ku şagirtên wan sertîfikayên kirmanckî werdigrin. Şahî bi Koma Mûzîkê ya Egîtîm Senê, dengbêj û ribabê bi dawî bû.
Navenda KURDÎ-DER'ê bi munasebeta dayîna sertîfîkayên şagirtên xwe li Navenda Çand û Hunerê ya Cîgerxwîn şahiyek li dar xist. Şahî, ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di destpêkê de Sekreterê KURDÎ-DER'ê Xelîl Îbrahîm Taş derket ser dikê û axaftinek kir.
Xelîl Îbrahîm Taş, da zanîn ku ew di serî de roja 8'ê Adarê li hemû jina pîroz dike û di heman demê de salvegera mirina hunermendê mezin Mihemed Şêxo bi bîr anî. Taş, diyar kir ku heta niha bi hezaran şagirtê wan sertîfîkayên xwe girtine û wiha got: "Îro jî yek ji van rojan e. Hîn li ser zimanê kurdî xetere heye, ev yek di INESCO yê de ji hat aşkera kirin. Dagirker tenê xaka gelan dagir nake, di heman demê de jî zimanê gelan jî dagir dikin. Celaded Bedîrxan di Kovara Hawar ya hejman 20'an de di bêje 'Heke gelekî bindest be, heke zimanê xwe winda nekî dê xwe azad bike.' Ev yek jî girîngiya ziman radixwe ber çavan."
'Ziman bingeha jiyanê ye'
Taş, ji Konfîçyuz jî mînak da û wiha axivî: "Konfîçyuz, dibêje 'ji bo rêveberiyek dewletê pêwistî bi ziman heye' lê mixabin hêj zimanê me di bin xeteriyek mezin de ye. Di vê kurd bi awayekî xurt li zimanê xwe xwedîderbikevin. Mirov çand û hunera xwe li ser ziman avadike. Ziman bingeha wêjeyê ye. Heke ziman tune be wêje jî tune ye. Em bi zimanê xwe bi axivin, hîn bibin, hîn bikin."
Serokê Giştî yê KURDÎ-DER'ê Sebahatîn Gultekîn derket ser dikê. Gultekîn jî bi zaravayê kirmanckî axaftina xwe kir. Gultekîn, da zanîn ku ew dê tenê çend hevokan li ser axaftina mamoste Xelîl Îbrahîm Taş, zêde bike û wiha axivî: "Cudahiyek vê şevê heye ew jî cara yekeme ku em sertîfîkayên kirmanckî didin şagirtên xwe. Em ji vê rewşê gelek kêfxweş in."
Piştî axafitinan koma mûzîkê ya di bin banê Egîtîm Senê de ye derket ser dikê û girse bi mûzîk û stranên xwe coşandin. Beşdarvanan jî bi çepik û tilîliyên xwe tempo girtin. Piştre dengbêj Îsmaîlê Selîmê derket ser dikê û bi stranên xwe demên hestiyar da jiyankirin. Di berdewama şevêde 19 şagirtên herî serkeftî sertîfîkayên xwe ji aliyê mamosteyên xwe wergirtin. Herî dawî şahî bi ribabê berdewam kir û beşdarvan coşand.
Wêne: Zeynel A. BULUT
(aw/mae)