1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Zimanê kurdî stêrka geş a ezmanê welatê me ye!
Zimanê kurdî stêrka geş a ezmanê welatê me ye!,zimanê,kurdî,stêrka,geş,a,ezmanê,welatê,me,ye

Zimanê kurdî stêrka geş a ezmanê welatê me ye!

A+ A-

HULYA OKALÎN

ÊLIH (DÎHA) - Zimanê kurdî ku piştî damezirandina Komara Tirkiyeyê ji aliyê rayedarên Tirkiyeyê ve hate qedekirin û rastî polîtîkayên asîmilasyonê hat. Dijminiya Dewleta Tirkiyeyê ya li hemberî zimanê kurdî û hebûna gelê kurd, bi saya têkoşînek bê hempa ya 40 salan li hemberî gelek berdelên giran îro hatiye şikandin.

Di dema Împeretoriya Osmaniyan de kurd bi zimanê xwe diaxiftin û dinivîsandin. Lê li Bakurê Kurdistanê piştî ku Komara Tirkiyê hat damezrandin, zimanê kurdî hat qedexekirin. Ji ber di wê demê de digotin ku "Zimanê dewleta Tirkiyeyê ye bi tirkiye û gelên ku li Tirkiyayê jî dijin hemû tirk in" ziman û çanda gelan hati pişaftin.

Di sala 1949'an de navê kurdî hatin qedexekirin

Di salên di navbera 1930 - 1960 de navên hemû bajar, navçe û gundên Bakurê Kurdistanê hatin guhartin û hemû nav bi tirkî hatin danin. Di sala 1949'an û şûn ve bi temamî navên bi kurdî hatin qedexekirin. Di wê demê de stran, nivîs, wêje û çanda kurdî veguherandin tirkî û kurdî hat tunekirin. Ligel vê yekê ew kesên ku van qedexeyan pêkneanîn jî ji aliyê hikûmeta Tirkiyeyê ve bi cezayên herî giran dihatin cezakirin û bi salan di girtigehan da diman. Di girtigehan de nameyên bi kurdî û axavtin bi her awayî dihat qedexekirin. Girtên ku car caran diaxifîn ji rastî îşkence û zilmê dihatin. Di heman demê de dewlata tirk zimanê gel di devê wan de qefil kir û destûrê neda ku mirov bi axifîn. Lê gelê kurd tu carî li hember tundiya li ser ziman têk neçû û ji bo zimanê xwe zindî bihêlin heya dawiyê li ber xwedan.

Ozal dixwest li Tirkiyê du saet weşana kurdî bike

Qedexekirina zimanê kurdî heya dema Serokomarê Tirkiyê Turgut Ozal bi tund berdewam kir. Tê gotin ku Ozal dixwest ku du saetan li televîzyona TRT'ê bi zimanê kurdî weşanê bike. Lê Ozal bi ser neket qedexeya li ser zimanê kurdî di dema Ozal de hinek sist bû û di wê demê de li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê gelek kovar û rojnameyên bi kurdî hatin weşandin û çapkirin. Lê piştî mirina Ozal qedexeya li ser ziman û çanda gelê kurd bi her awayî berdewam kir. Gelek caran ne zarok dikaribûn bi dayikên xwe re bi axifin, ne jî dayîk bi zarokên xwe re. Gelê kurd li hember van qedexeyan û zilma li ser ziman li ber xwe da û gelek bedelan jî dan. Piştî ku dewleta Tirk têkoşina gelê kurd ne şiqan ji ber neçariya xwe qedexiya li ser ziman sîst kir. Bi sîst bûyina qedexeyan ligel Bakûrê Kurdistanê li çar aliyê cihanê kurdan bi zimanê xwe, dengê xwe gihand mirovan. Niha bi sedan zêdetir kovar, rojname, tv, radyo û hwd amûrên ragihnadinê ya bi zimanê kurdî hatin weşandin û çap kirin.

Di sala 2006'an de TZP-KURDÎ dest bi perwerdehiya kurdî kir

Çara yekem di sala 2006'an de ji bo perwerdehiya zimanê û çanda kurdî li bakûrê Kurdistanê, bi TZP-KURDÎ, Komeleyên ziman û perwerdehiyê hatin vekirin. Ji destpêka dayina perwerdehiya zimanê kurdî heya niha bi hezaran ciwan, jin û zarok li komeleyan perwerde dîtin û xwe gihandin zimanê xwe yê zikmakî.

Di sala 2013'an de qedexeya tîpên "W", "X"û "Q" rabû

Piştî ku pêvajoya çareseriya gelê kurd di 21'ê Adara 2013'an ku ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hat dest pê kirin, xalên herî sereke azadî û perwerdehiya zimanê kurdî bû. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, di 30'ê Îlona 2013'an de di paketeke demokrasiyê de li bajarê kurdan Amedê ji rayagiştî re aşkera kir û got ku qedexiya li ser ziman rakiriye. Erdogan ew qedexeyên li ser hin tîpên zimanê kurdî yên wek "W", "Q" û "X" rakir û xwendina zimanê kurdî di dibistanên taybet de serbest kir. Erdogan gotî bû ku "Ew kesên ku bixwaze navên gundê xwe vegerînin zimanê kurdî bila serî li dewletê bidin." Lê tê xuyakirin ku hê jî li Tirkiyê li ser zimanê kurdî şopên qedexê hene.

Di sala 2014'an li Bakurê Kudistanê 3 dibistanên kurdî vebûn

Bi dest pêkirina pêvajoya çareseriya pirgireka kurd re di sala 2014'an de, li bakurê Kudistanê 3 dibistanên seretayî yên wek "Ferzen Kemenger", Dayika Ubeyş" û Berîvan" hatin vekirin û niha li sê heremên Kurdistanê dersa kurdî didin zarokên kurd. Gelê kurd bi saya têkoşerên xwe bi zimanên xwe diaxifin

Her çikas zimanê kurdî di destûra bingehîna Tirkiyê de, heta niha nebûye zimaneke fermî jî bi gorî salên berê yên komara Tirkiyê gelê kurd di saya hezar cangorî û têkoşerên xwe li kolanan bi rêbezeke azad û şanazî bi zimanê xwe yê zikmakî di axifîn û danûstandina xwe bi kurdî dikin.

(ho/lg/bd)