1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Zimanê xwe diparêzin
Zimanê xwe diparêzin,zimanê,xwe,diparêzin

Zimanê xwe diparêzin

A+ A-

ÎSHAK DURSUN AYDIN (DÎHA) - Kurdên Makuyê yên ku bi boneya piştgirî dan serhildtana Agirî ji Makuyê koçber bûn û li navçeya Soke ya Aydinê bi cih bûn, diyar kirin ku gelek soz hatin dayîn, lê yek jî bi cih nehat. Kurdên ku rastî gelek zixt û zordariyê hatin, piştî ku li gundekî Sokeyê hatin cem hev, hewl didin ku li gel hemû zordariyê, ziman û çanda xwe li ser piyan bihêlin.

Piştî serhildana Agirî, di sala 1929'an de bi sedan malbatên kurd ên bajarê Maku yê Îranê bi îdîaya alîkarî dane serhildanê ji gund û warên xwe koçber bûn û hati sergunkirin. Bi sedan kurd hatin kuştin û girtin. Yek ji van kurdên ku rastî sirgûn û koçberiyê hatin milê eşîra Celalî malbata Xalikan e. Malbata Xalikan, di sala 1929'an de bi sedema ku piştgirî daye Serhildana Agirî rastî zilm û zorê hati û ji Makuyê barkirin û belv bûn. Hin ji wan berê xwe dan Tirkiyeyê û hin ji wan jî berê xwe dan Rûsyayê.

Sozên hatin dayîn hatin ji bîrkirin

Dema kurdên ku ji Makuyê barkirin û xwe avêtin hembêza Tirkiyeyê, rayedarên Tirkiyeyê soza ku li wan xwedî derkevin û wan biparêzin da. Rayedaran soza ku wan bi hevre li Deşta Bûrsayê bi cih bike dan. Kurdên ji Makuyê hatin salekê li Kişlaya Agirî di kampekê de hatin girtin. Kurdên li kampê hatin hiştin ji ber şert û mecê jiyana zivistanê gelek zahmetî kişandin. Gelek kal û pîr û zarokên ku nexweş ketin jiyana xwe ji dest dan. Leşkeran bi hatina biharê re kurdên koçber bi rêwîtiya meşê birin Trabzonê. Di rêwîtiyê de leşkeran gelek kurdên makuyê di meşê de bi hinceta beşdarî Serhildana Agirî bûne dan ber guleyan û kuştin. Kurdên mayî jî ji Trabzonê bi keştiyan birin Egeyê.

Malbat perçe bûn

Kurdên ku şandin Trabzonê û bi keştiyan şandin Deryaya Egeyê li gelek bajaran belav kirin. Zarokên hin malbatan ji wan stendin û dan malbatên in. Kurdên ku sirgûn bûn û perçe bûn bi 10 salan ji hev dûr û perçe perçe li bajarên cuda man û jiyanek zahmet û dijwar derbas kirin. Pişt re derbasî bajarê Bedlîs, Wan, Îdir û Amedê bûn. Li vir ji ber ku axa wan hatibû desteserkirin li cem xizmên xwe bi cih û war bûn.

Bi dizî diçûn dîna hev

Gelek kurdên hati sirgunkirin jî li navçeyên cuda yên Aydinê hatin bicihkirin. Li gundên navçeyen Soke, Nazîlî û Germencikê hatin belavkirin. Hin kurdên Makuyê jî li gundê Sazli yê Sokeya Aydinê hati bicihkirin. Kurdên ku li gundên navçeyên Aydinê hatin bicih kirin jî bi şev bi awayekî dizî diçûn xizmên xwe didîtin. Yên ku ji aliyê cendirmeyan ve dihatin girtin jî rastî cezayê pereyan dihatin.

Piştî qedexe ji ser wan rabû li gundê Sazli yê Sokeyê li cem hev kom bûn

Piştî sala 1947'an ku îskana bi zorê rabû tev li cem mezinê Eşîra Xalikan Fikret Ozdemîr ê ku li gundê Zasli bi cih bûbûn kom bûn. Fîkret Ozdemir, ji bo ku dîsa li ser axa xwe û welatê xwe vegere hemû mal û mulkê xwe firot û çû Îdirê Ozdemîr anî ziman ku 3 salan hewl da ku bi xizmên xwe yên li Îranê re diyalogê dîne. Ozdemir, destnîşan kir ku piştî fêr bû Îranê hemû axa wan desteser kirine, dîsa vegeriya gundê Sazli yê Sokeyê.

Welatiyê bi navê Îsa Ozdemîr jî anî ziman ku anî ziman ku dema ew zarok bû li cem pîrekê mezin bû. Îsa Ozdemîr, anî zimann ku di 6 saliya xwe de li cem pirekê mezin bû û piştî dibistan xwend bû mamoste. Ozdemîr, destnîşan kir ku piştî lêkolîn û lêgerîna salan fêr bû ku xizmên wî li gundê Sazliyê bi cih bûne. Ozdemîr, fer bû ku xizmên pîra wî Gulzar jî li gundê Sazliê dijîn. Ozdemîr, destnîşan kir ku malbata wan hinek jê li navçeya Erdîşa Wanê, hinek jê li Îranê û hinek jê jî li Aydinê dijîn û perçe bûne.

Ji sedî 90'ê gund kurd in

Li gundê Sazli li gel yunan û bulgarên ku di sala 1950''an de hatine bi cih bûne ji sedî 90 kurd dijîn. Piştî ku nifûsa gund gihişt 9 hezaran, di sala 2000'an de bû bajarok. Kurdên Exîra Xalikan ên ku ji Îrane sirgûn bûn, piştî ku li vî gundî tevgihiştin hev dîsa dest bi jiyandina çand û zimanê xwe kirin. Li gund di sala 1978'an de Mala Gel hate avakirin. Kurdan li vir çand û zimanê xwe dan jiyandin. Kurdên Sazliyê wê demê bi têkoşîna çepgir a Denîz Gezmiş re hatin naskirin û ketin nava siyasete. Piştî dareya sala 80'ê gelek kurd hatin binçavkirin û girtin. Di 2000'an de ji bo rêxistina HADEP'ê ava bikin serî li Rêxistina HADEP'a Aydinê dan. Piştî serlêdanê Rêxistina HADEP'ê ya Bajarokê Sazliyê avakirin û niha Rêxistin bi BDP'e didome.

(mae)


Bêjeyên Miftehî