Zinar Karlos hat Hêşeriyê
Cendekê şervanê HPG'ê Zinar Karlos roja înê (14 rezber-îlon) piştî ku gihaşte Amedê, ji navçeyên Mêrdîn Şemrex, Dêrik, Qoser, Mehsertê, Nisêbîn, Midyadê û gundan bi hezaran siware derbasî ser riya Mêrdîn û Amedê bûn.
Li Siltan Şêxmûs û Mêrdîn bi hezaram siware li benzînxaneyan rawestiyan, heta ku cendekê Zinar Karlos ji Amedê hat. Bi hatina cendek re siware bê rawestan ketin riya Mêrdîn û Qoserê. Li Mêrdîn û îstasyona Mêrdîn jî bi dehan siwareyên li milê rê rawestiyabûn beşdarî konvoyê bûn û berê xwe dan Qoserê.
Hilweşandina Barîkata Polîsan û Mudaxale
Cendekê şervanê HPG'ê Zinar Karlos dema ku gihaştibû Amedê jî bi barîkata polîsan re rû bi rû mabû û cendek demek dirêj li ser rê hatibû rawestandin. Lê rêveberiya BDP'ê ya Qoserê bi biryar bû ku li barîkata polîsan raneweste û cendekê şervanê HPG'ê berî êvarê bigihîne gundê Hêşeriyê. Ji ber vê yekê rêxistina bajêr biryar girt ku li barîkatê neyê rawestandin û nîqaş neyên kirin û bi vê yekê re dem neyê derbaskirin.
Bi hezaran siware dema gihaştin deriyê Qoserê, polîsan riya navçeyê birîbûn û hewl dan ku konvoyê rawestîne. Lê siwareya li herî pêşî û yên li pey wê ajotin û bê rawestan derbasî aliyê din bûn. Piştî derbasbûna 7-8 siwareyan, polîsan dîsa rê girtin.
Lê girtina rê bi ser neket. Ji ber ku çawa konvoy gihaşte Qoserê, berê xwe ji ser barîkatê guherî û ket riya Dirbêsiyê. Polîs şaş bûn, ji aliyekî ve ew serkeftî bûn û barîkata wan bi ser ketibû, cendek di nav bajêr re derbas nebibû. Lê li aliyê din biryara wan a esasî biderengxistina birina cendekê şervanê HPG'ê bû. Ji ber vê yekê polîsan bi lez mudaxale kirin û rê birîn.
Bi mudaxaleya gelê li ser rê re, siwareyên li aliyê din jî riya bajêr birîn. Polîsan rê zû vekirin lê bi siwareyên xwe dan pêşiya siwara ku cendekê Zinar Karlos tê de ye. Siwareyeke TOMA jî da pêşiya konvoyê. Li ser vê yekê konvoyê dest bi ajotina hêdî kir. Ev yek bû sedema ku polîs û tîmên taybet êrîşê bibin ser siwareyan. Tîmên taybet bi siwareyên xwe êrîş birin ser siwareyên rêxistina BDP'ê û hewl dan ku li bin guhê siwareyan bixin. Lê konvoyê bi biryar hêdî ajot. Di vê navberê de tîmekî taybet derê siwareya xwe vekir û çêr û siqêf li serokê BDP'ê yê Qoserê Zeyyat Agaoglu kir. Ev yek dê piştre bibûya sedema êrîşeke tund li hember tîmêb taybet.
Barîkata Duyem Rastî Mudaxayelek Bilind Hat
Polîsan piştî ku dîtin konvoy bi ya wan nake û di riya ku ew dibêjin re naçe, riya konvoyê li serê riya Mûsa Anter birîn. Tîmên taybet bi siwareyên xwe rê birîn. Di vê navberê de tîmekî taybet ku ji serokê navçeya Qoserê Zeyyat Agaoglu re çêr û çiqêf kiribû, bû armanca êrîşa gel. Siwareyên ku rawestiyan êrîş birin ser siwareyên tîmên taybet û hewl dan ku tîmê taybet ji siwareyê peya bikin, lê tîmê taybet rûpûş xist serê xwe û deriyê siwareya zirxîn li xwe girt.
Li aliyê din gel ê ku li devê riya Mûsa Anter rawestiyabû, dîtin ku polîsan riya cendekê şervanê HPG'ê girtiye, bi kevir û kuçan êrîş birin ser siwareyên polîsan. Barîkata duyem jî bi qasî 3 deqeyan dom kir û felişî. Polîs yekcar ji konvoyê qetiyan û êdî bi konvoyê re ne meşiyan, ne jî têkildar bûn.
Ji her du barîkat û mudaxaleyan jî hate famkirin ku ji Meletiya heta cihên şervan tên veşartin, biryara dewletê ew e ku veşartina cendekên HPG'yiyan têkeve şevê û dîmenên bi coş dernekevin holê. Heke ne wisa bûya, piştî ku konvoyê di vekirina barîkata nav bajêr de israr nekir û ket riyên vekirî, ku polîsan ji bo barîkatê vekirî hiştibûn, diviya mudaxale nekirina.
Rêxistina BDP'ê bi vî rengî di warê zûbirina cenek de bi ser ket û konvoyê bi lez berê xwe da gundê Hêşeriyê. Di vê navberê de siwareyên ku ji gundan hatibûn û yên ji nav Qoserê derketin, ji Qoserê heta gundê Evdilîmamê (7-8 kîlometir) konvoyek mezin çêkirin.
Biryara Meya-Der'ê Çalakî Xist Şevê
Lê piştî ku konvoy derket dervê navçeyê, rêxistina BDP'ê pê hesiya ku cendekê şervanê HPG'ê ne di konvoyê de ye û ji bo şuştinê ji konvoyê hatiye veqetandin. Piştî dan û standineke telefonan, agahî hat sitandin ku Meya-Derê biryar standiye ku cendekê şervanî li Qoserê were şuştin. Ev yek bû sedem ku konvoy bi qasî saetekê raweste û meşa li Hêşeriyê têkeve tariyê. Biryar ji alî gel ve bi rexne hate bersivdan. Piştî ku cendekê Zinar Karlos gihaşt gundê Hêşeriyê, cendek bi qasî 2 kîlometran ji aliyê gel ve hate hilgirtin û di nav gund de hate gerandin. Gundê Hêşriyê ku nifûsa wê zêdetirî 5 hezar kesan e, pêşwaziyeke mezin nîşan da.
Cudahiya ji serhildana 1991'ê
Di sala 1991'ê de ku ji gundê Hêşeriyê şervanê ARGK'ê Ferhat li gundê Erban jiyana xwe ji dest dabû. Wê demê ez jî xwendekarê Dibistana Navîn bûm, li Hêşeriyê. Wê demê ji bo anîna cendekê şervan Ferhat gelê Hêşeriyê bi kamyon û siwareyên biçûk ketibûn riya Erban û hem cendekê xwe, hem jî yê Bêrîvan a nisêbînî anîbûn Hêşeriyê. Her du cendek li Erban hatibûn veşartin, lê hêşeriyan her du derxistibûn û anîbûn gund.
Wê rojê bi beşdariya hemû gundên der dorê bi qasî 5 hezar kesî serhildanek pêk anîbû û sibehê leşkeran gelek gundî ji malên wan berhev kiribûn û bi rojan xistibûn êşkenceyan.
Cudahiya do ev bû, ku do ji Amedê heta bi Hêşeriyê her kes hatibû gund û Hêşeriyên beşdar ji beşdarên din hindiktir mabûn. Ji ber ku digel 5 hezar gundî 20 hezar kes ji derve hatibû. Vê yekê nîşan dida ku tu sînor ji vî karî re nemaye. Hêşeriyan do spasiya gel dikirin, ku ew di rojek wiha de bi tenê nehiştine û peywira xwe bi cih anîne.
Ji sala 1991'ê û heta niha tu cudahî tune û do heman tişt li Hêşeriyê dubare bû. Tişta ku guheriye jî tirs, tenêbûn û nezaniya wan salan e.
Nîşe: Wêneyên di vê nûçeyê de hatine bikaranîn, ên Eliyê Xemxur ê dêrikî ye ku bi telefona xwe kişandiye û di Twitterê de parve kiriye.