'Zinar û kevir li hemberî zilma li ser me dihiliyan'
75 sal di ser darvekirina Seyît Riza û hevalên wî re derbas bûn, lê hêj gorên wan nehatin aşkerekirin û berpirsiyar nehatin darizandin.
PINAR URAL
75 sal di ser darvekirina Seyît Riza û hevalên wî re derbas bûn, lê hêj gorên wan nehatin aşkerekirin û berpirsiyar nehatin darizandin. Hemû serlêdanê ji bo ronîkirina bûyerê hatin redkirin. Bi minasebeta 75'emîn salvegera darvekirina pêşengê têkoşîna Dêrsimê Seyîd Riza û hevalên wî, şahidên bûyerê destnîşan kirin ku wê demê zilmek gelek dijwar li gelê kurd dihat kirin. Şahidan diyar kir ku mirov bi komî dihatin qetilkirin û zilma ku wan dît zinar û kevir li hemberî wê zilmê dihiliyan.
Di ser komkujiya Dêrsimê re 75 sal derbas bûn. Lê hêj hem mexdûrên komkujiya Dêrsimê û hem jî bersûcên Dêrsimê ku bûne şahidê bûyerê serpêhatî û çavderiyên xwe vegotin. Şahidên ku bûn komkujiya zarok, jin kal, pîr û bi 10 hezaran kesan hêj wekî ku duh komkujî bi serê wan hatibe dijîn. Li gel şahidê bûyerê hêj saxin û dikarin şahidê bikin jî heta niha dewletê der barê ronîkirina komkujiyê de tu tişt nekir. Di komkujiya Dêrsimê ya di navbera salên 1937-1938'an de nêzî 70 hezar mirov hatin qetilkirin. Li gorî rapora 4'emîn Umum Mufettişlîkê û qeydên fermî 13 hezar û 160 kesan jiyana xwe ji dest dan. Gora 11 hezar û 818 kesan li gel Seyid Riza û hevalên wî hêj nediyar e. Gora Seyit Riza û hevalên wî 75 sal derbas bûn hêj dewlet vedişêre. Seyit Riza û hevalên wî di 15'ê Mijdara 1937'an de li Qada Genim hatin hatin dervekirin. Xizmên Seyid Riza, Reşik Huseyin, Seyd Wuşên, Kureyşan, Findik Aga, Hasan Aga, Hasan û Alî Aga ji bo gorên xizmên wan bên dîtin serî li rayedaran dan, lê heta niha tu aganî û bersîv nehat dayîn.
Cihê goran hêj winda ye
Xizmê Seyîd Riza, di 30'ê Mijdara 2006'an de ji bo gor bên vekirin û gorên Seyit Riza û hevalên wî bên dîtin serî li Dadgeha Îdarî ya Xerpêtê dan. Di sala 2008'an de bi hinceta li gel bi her alî lêkolîn hatine kirin jî dîsa der barê kesên mijara dozê ye de dosya û agahî nehatin dîtin, serlêdana vekirina gorê nehat qebûlkirin. Neviyê Seyîd Riza Zelîha Polat, diyar kir ku wan li dadgehê serlêdan kir, lê hêj bersîv negirtine. Polat, anî ziman ku dê serî li DMME'ê bidin. Polat, anî ziman ku ji bo gorên li Gundê Torunoba bên vekirin serî li dadgehan dan, lê di sala 1999'an de ji bo lêkolîn neyê kirin zevî tev kirin malên dewletê. Lêgerîna hiqûqî jî 4 salin hêj berdewam dike.
'75 sal derbas bûn, lê hêj dewletê rastî qebûl nekiriye'
Serokwezîr Erdogn di sala 2011'an de gotibû ew lêborînê ji Dêrsimê dixwazin û gotibû 13 hezar û 806 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Li gel ku Serokwezîr li ser navê dewletê lêborîn xwest jî niha ji bo dîtina gorên Seyit Riza û hevalên wî tu gav nehatine avêtin. Şûna gora Seyit Riza nehat dîtin. Şahidê wê demê Bego Polat ê 84 sali ku dayik, bav û 3 xweşk û birayên xwe winda kirin şahidî kir û wiha got: "Malbata e li gundê Kavunê dima. Rojekê sate di 15.00 leşker hatin gundû 40 welatiyên li gund tev kom kirin û destê wan bi hev girêdan. Gotin em dê we sirgûn bikin û em bi saetan meşiyan. Em li ser girê Harçikê kom kirin û 4 çekên giran danîn pêş me. Bêyî ku tiştekî bibêjin bi çekên giran gule li me barandin. Ez ji milê xwe birîndar bûm. Bi fikra ku ez jî mirime em hemû avêtin nava çem. Ez di nava avê de xelas bûm. Bi komî qetil dikirin. Di nava malê te tenê ez xelas bûm. Hemû malbata me qir kirin tenê ez sax mam. Kî diket ber wan qetil dikirin. Hemû dibirin li Mazgîrt, Demîrkapi û Halvoriyê kom dkirin û qetildikirin. Wê demê li hemberî zilma leşkera kevir ûçiya dişewitîn. Kevir li ser kevir nehiştin. Wê demê me tu wate neda vê yekê. Hemû kes qetil dikirin. Kesî nizanîbû ev zilm ji ku dihat. Êdî kes ji tirsan dernediket derve. Li her derê leşker hebûn."
'Her kes dizane kê fermana komkujiyê daye'
Polat, da zanîn ku dewlet wê demê baş dizane û niha her tiştî vedişêre û wiha got: "Niha her tişt di rostayayn de veşarî ye. Ji ber ku her tişt bi destê dewletê û fermana dewletê pêk hat. Her kes dizane ku ev komkujî kê û ji aliyê kê ve pêk hat. Dibêjin wê demê Ataturk nexweş bû û agahniya wê pê tune. Ev ne pêkan e."
Kalê 84 salî Huseyin Gul jî anî ziman ku wê demê we 10 salî bû û ew jî di komkujiyê de ji mil û sevika xwe de birîndar bû. Gul, da zanîn ku di komkujiyê de dayik û bavê xwe winda kir û wiha got: "Ez wê demê ji mil û sevika xwe ve birindar bûm, dema ez avêtim ser cesedan ez di nava cesedan de mam. Dema ku ez ji nava cesedan derketim û leşkeran ez dîtim dîsa ez dan ber guleyan. Min xwe avêt nava avê. Di nava avê de min xwe bi tahtekî girt û min xwe xelas kir.
Li her derê cesed hebûn
Gul, da zanîn ku wê demê li her derê cesed hebûn û di nava çem de gelek cesed hebûn û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dema ku ez di nava ave de bûm mirovekî din xwe bi min girt. Lê piştî em ji nava avê derketin 3 meh şûnde mir. Li her derê cesed hebû. Dema ez bi birîndarî çûm gundekî xwarin dan min û birînên min derman kirin û ez xelas bûm."
DİHA