Zincîra mirovan hikûmeta AKP'ê şermezar kir
RIHA (DÎHA) - Bi sedan welatiyên ji bo piştevaniya berxwedana Kobanê û şermezarkirina hevkariya AKP'ê ya ji bo çeteyên DAIŞ'ê li ser sînorê Kobanê û Pirsûsê çalakiya zincîra mirovan ava kir û şervanên YPG/YPJ'ê silav kirin.
Berxwedana bêhampa ya Kobanê di roja 77'an de dewam dike, berxwedana welatiyên li ser sînor xwedî li berxwedana Kobanê derdikevin jî dewam dike. Piştî êrîşa duh ya çeteyên DAIŞ'ê yên ji aliyê Tirkiyê ve xwestin êrîşî Kobanê bikin, bi sedan welatî li hemberî êrîşan herikîn ser sînor. Welatiyan heya serê sibehê li ser sînor nobeta berxwedanê girt bi zincîra mirovan axa kir û berxwedana Kobanê silav kirin.
Bi sedan welatiyên tevlî zincîra mirovahiyê bûn, hikûmeta AKP'ê şermezar kirin, piştî rêzgirtina kesên di têkoşina azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi dirûmeyên "Bijî berxwedana YPG", "Bijî berxwedana YPJ'ê", "Bijî Serok Apo", " Silav hezar silav ji Kobanê re" hate berzkirin.
Li aliyê din şer û pevçûnên duh li Kobanê dest pê kirin heya direngiya şevê dewam kir. Di dema şer û pevçûnan de welatiyên dengê guleyan dibihîstin bi dirûşmên "Bijî YPG/YPJ'ê" piştevaniya berxwedanê kirin.
(oî/wk)