1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Zubeyir Aydar planên sûîqestê aşkere kir
Zubeyir Aydar planên sûîqestê aşkere kir,zubeyir,aydar,planên,sûîqestê,aşkere,kir

Zubeyir Aydar planên sûîqestê aşkere kir

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar, derbarê tîmên înfazê yên ku plana sûîqestê ku ji aliyê Tirkiye û Îranê ve diyat plankirin û sala 2011 hatin Ewropayê û sala 2012 ji welateke din ên Ewropayê hatin Belçîkayê de daxuyanî da.

A+ A-

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar piştî qetilkirina sê jinên Kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) ku 9’ê çile li Parîsê hatin qetilkirin, planên sûîqestê yên ku berê li hemberî wan hatibûn amade kirin ji ANF’ê re aşkere kir. Aydar ku bersiv da pirsên ji servîsa Tirk Maxime Azadî û daxuyaniyên girîng da.

Aydar got: “Piştî bûyera li Parîsê me jî got çima ev hevalên me kirine hedef, em axivîn û me nîqaş kir. Em nikarin vê bûyerê ji dewleta Tirkiyeyê, ji dijminên Kurdan cûda binirxînin. Kî îro Kurdan dikuje, wê vê bûyerê pêk aniye. Kesên li welêt me dikujin û li vir dikujin yek in. Dibe şexs cûda bin lê zîhniyeta wan hemû yek in.

Aydar bal bersiv da pirsa “Çima Parîs?” û diyar kir ku dibe ev der ji bo wan rehetir hatibe û wiha domand: “Hukûmeta beriya vê ya Nicolas Sarkozy (Serokkomarê berê) gelek nexweş dikir. Kurdan krîmînalîze kir, weke dozên KCK’ê îro li Franseyê 9 dozên bi komî yên cûda didomin. Zêdetirê 200 mirovên me îro di lêpirsînan de ne. Ji ber wê jî Parîsê hilbijartine, ev yek jî nîşan dide ku têkiliyek xurt di navbera wan de ne û xwe li Parîsê rehet hîs dikin.”

Aydar da zanîn ku ew baş dizanin ku îstîxbarata Franse û ya Tirk di asteke bilind de agahiyan parve dikin û got: “Di vê mijarê de belgeyên ji me re hatine hene. Niha hukûmeta Tirk diyalogek din bi rê ve dibe. Ev yek tê wê wateyê ku înkar dikin, lê bi ya min divê mirov di vê mijarê de ji karê her du îstîxbaratan wêdetir biçe. Lê îro têkiliyên di navbera Franse û Tirkiyeyê de dibîne, mirov nikare vê yekê ji hev cûda bike.”

FRANSE ROLEKE XIRAB LEYIST

Zubeyir Aydar bal kişand ser hevkariya ewlekariyê ya ku li hemberî Kurdan di navbera Parîs û Enqereyê de pêk hat û got: “Di nava şeş salên borî de hemû hukûmetên beriya vê desthilatiya sosyalîst, li dijî tevgera Kurdan roleke xirab leyistin. Di girtîgehên Franseyê de girtiyên siyasî hene. Heval Adem (Endamê KNK’ê Adem Ûzûn cotmeha 2012 li Parîsê hate girtin) di encama komployê de hate girtin û niha di girtîgehê de ye. Franse hemû agahiyên derbarê siyasetmedarên Kurd de, navnîşan û wêneyên wan bi Tirkiyeyê re parve dike. Bandora vê yekê heye. Hevkariyeke wiha heye. Em ji hukûmeta sosyalîst dixwazin ku dest ji polîtîkayên sedema Nicolas Sarkozy berde, dawî li dozên siyasî bîne, dest ji şopandina Kurdan berde û êdî di kuştina Kurdan de rol negire. Bila vê komkujiyê ronî bikin, bila were zanîn ku hin aliyên wan jî di nava vê komkujiyê de ne.”

PLANA SÛÎQESTÊ YA TIRK-ÎRANÊ YA 2,5 SAL BERÊ

Aydar derbarê planên sûîqestê yên ku berê li hemberî wan hatibû aamdekirin de jî agahî da û diyar kir ku beriya du sal û nîvan agahiyên bi vî awayî ji aliyê kanalên fermî yên welatê Ewropayê ve ji wan re hatiye û got: “Gotin sê kes di hedefê de ne. Hacî Ehmedî (Serokê PJAK), Remzî Kartal (Serokê Kongra-Gel) û ez, Zubeyir Aydar. Gotin ku hûn her sê di hedefê de ne. Hat ragihandin ku Tirkiye û îranê vê yekê bi hev re plan kirine û dê li sûîqest bikin”.

Aydar da zanîn ku wana vê agahiyê bi ewlekariya Belçîkayê re parve kirine û ji bo vê yekê tedbîr hatin girtin û got: “Heta li Almanyayê jî tedbîr hatin girtin. Belçîkayiyan vê meseleyê bi Almanan re parve kir. Almanyayê bangî Hacî Ehmedî kir û pêre axivin û gotin ku ew ê tedbîran bigirin.

Beriya wê jî li Almanyayê çeteyek a şelandinê ya Tirk hatibû girtin û bi wana re wêneyên Hacî Ehmedî û jimara telefon û navnîşanên wî hebûn.”

TÎMÊN SÛÎQESTÊ 2011 HATIN

Gava ku hevdîtin bi dawî bûn û pevçûn dest pê kirin, dawiya ala 2011 me ji nav Tirkiyeyê agahiyek girt. Ev agahî ji kesên têkiliyeke xurt a wan bi hukûmeta AKP’ê re hene û kesên nêzîkê hukûmetê wergirt. Lê cihê jê agahî hat di nava Franseyê de bû. Gotin ku van a tîmên sûîqestê derxistine Ewropayê û dê li hemberî rêveberên rêxistinê sûîqest bikin. Ev agahî yekser bi min re hate parvekirin. Em ev agahî bi ewlekariya Belçîkayê re parve kir.”

TÎMA SÛÎQESTÊ YA JI ÎNTILÎSTANÊ HATE BELÇÎKAYÊ

Sala par (2012) me agahî ji polîsên Belçîkayê wergirt. Polîsan li Akademiya Lêkolînên Civakî ya Mezopotamyayê ya li Cahrleroiyê gotine ‘me we parast. Kesek ji Îngilîstanê hat xwest li vir sûîqest bike, em girt û em bi ser de çûn’. Niha em nav nizanin, nizanin çend kes in. Lê bi vî awayi ji hevalên me re hatin gotin: ‘Me we ji sûîqestê parast. Kesek ku dixwest rêberên Kurdan sûîqest bike hatiye girtin.’

Niha ji 2007 ve heta îro rêveberên tevgerê dikin hedef, bi taybet ên li welêt. Dixwazin vana yek bi yek sûîqest bikin. Dixwazin bi balafir, helîkopter û bi taybet jî balafirên bê mirov vana sûîqest bikin. Lê niha balafirên wan yên bê mirov bê çek in, lewma Tirkiye dixwaze ji Amerîkayê bigire.

Dixwazin li wir bi balafiran û li vir jî bi vî rengî bikin. Me agahiyên ku ji me re hatin ciddî girt. Navê van hevalên jin zêde tune bûn, lê navê hevalên din hebûn.”

HEDEFGIRTINA SAKÎNE CANSIZ NE TESADUF E

Aydar da zanîn ku ji ber tedbîran planên li hemberî wan bi ser neketine, lewma van hevalên jin kirin hedef û got: “Heval Sakîne, Rojbîn (Fîdan Dogan) û Leyla kirin hedef. Ev yek ne tesaduf e. Hedefgirtina Heval Sakîne ne tesaduf e. Wateyek vê heye, rêveberiya rêxistinê kirin hedef. Ev 7 sal in vê yekê diceribînin, ev bûyer ji van planan ne cûda ye. Niha hemû rêveberên tevgerê di hedefê de ne. Navê me hemûyan dane Interpol û Bultena Sor. Ji ber vê jî binçavkirin û girtin çêdibin. Heval Sakîne jî li Almanyayê hate binçavkirin, lê nekarîn teslîm bigirin (radestkirina bo Tirkiyeyê hate redkirin). Niha jî înfaz kirin. Ev jî eleqeya xwe bi pêvajoyê re heye.”

DEWLETA KÛR NEHATIYE TASFIYEKIRIN

Aydar da zanîn ku dewleta kûr li Tirkiyeyê nehatiye tasfiyekirin û got: “Tişta ku jêre dibêjin Gladyo û Ergenekon heta niha jî nehatiye tasfiyekirin. Tenê aliyê netewperest hate tasfiyekirin. Piştre jî Gladyoyek Kes çêbû. Dibe ku di vê bûyerê de, berjewendiyên hukûmeta ku hevdîtinan dike tune be, lê em dizanin ku hêzên di nava dewletê de yên ku aşitiyê naxwazin di nav de ne. Dibe di çarçoveya plansaziyê de ev tîm şandibin Ewropyaê. Divê li vir lê bê gerîn.”

DI DEMA HEVDTÎINA BI OCALAN RE MANÎDAR E

Aydar diyar kir ku wateyek a wê yekê heye ku ev êrîş di demeke wiha de hatiye kirin û got: “Di demek de ku hevdîtinên li Îmraliyê hatin aşkerekirin, hêviyên diyalog û aşitiyê xurt bûn, ev heval kirin hedef. Ev tişteke manîdar e. Ev têkiliya xwe bi pêvajoyê re heye.”

Zubeyir Aydar da zanîn ku êrîş bandoreke nerênî li hevdîtinan nake û got: “Em hemû dizanin ku hêviyên aşitiyê yên Kurd, Tirk û hemû kesên xwedî hîsa aşitiyê bi vê bûyerê dişkên. Dixwazin bêjin em we li kû bibînin em ê we bikujin. Ma Tayyip Erdogan bi xwe jî daxuyaniya ‘An hûn dê teslîm bibin, an jî em ê bikevin şkeftên hûn têde û we bikujin’ nedabû?

Lê em weke tevger ji bo aşitî û diyalogê ji dil nêzîkê aşitî û diyalogê dibin. Ji bo kesên dixwazin pêvajoyê sabote bikin, negihin armanca xwe em ê hewl bidin. Jixwe armanca wan sabotekirina diyalogan û berdewamkirina şer e. Em jî dê bi qasî ji destê me bê em ê hewl dibin ku vê yekê pûç bikin. Em ê di vê mijarê de bilezînin. Lê her tişt ne di destê me de ye jî. Ger hinek bixwazin me bikujin, em jî dê neçar bimînin ku xwe biparêzin.”

HEMÛ HEVALÊN NASKIRÎ DI HEDEFÊ DE NE

Aydar destnîşan kir ku kesên êrîşê pêk anîne, niha bejn û bala xwe dihejînin û digerin û got: “Serbest in. Kesên ku heval Sakîne, Rojbîn û Ronahî înfaz kirin, herhal dê bixwazin kesên din jî înfaz bikin. Evane ne tenê ne. Organîzekirî ne. Temelek wan heye. Hemû hevalên me yên naskirî di hedefê de ne. Em jî li gorî wê tedbîrên xwe digirin.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar îdînayên rayedarên Tirk ku dibêji “pevçûnên navxweyî” weke “bêehlaqî” li qelem da û diyar kir ku Sakîne Cansiz di hevdîtinên li Osloyê de cih negirtiye. Got:

“Heval Sakîne ji roja ku ev tevger hat avakirin û heta îro di rêveberiyê de cih girtiye. Di rêveberiya tevgera giştî û tevgera jinê de hebû. Di nava tevgerê de, gel de û tevgera jinê de jiyanek wê ya mînak hebû. Bi taybet berxwedaneke wê ya efsane ya di Zîndana Amedê de ye. Bingehê me kirine hedef. Dixwazin peyama ‘em ê koka we biqelînin’ bidin. Em bi vî rengî dinirxînin û em ê bi vî rengî bi ser de biçin.”

ANF NEWS AGENCY