1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Zêdetirî 13 milyon kes penaber bûne
Zêdetirî 13 milyon kes penaber bûne,zêdetirî,13,milyon,kes,penaber,bûne

Zêdetirî 13 milyon kes penaber bûne

A+ A-

PEYWEND KURDİ NAVENDA NÛÇEYAN/ROJ NEWS

Rêveberiya karûbarên penaberan yê Neteweyên Yekbûyî (NY) di daxuyaniyekê de diyar kir ku di nava du mehên borî de ji ber êrişên çeteyên DAIŞ’ê û şiddeta li Iraq û Sûriyê, 13 milyon û 600 hezar kes penaber bûne.

Rêveberê beşa Rojhilata Navîn û bakûrê Efrîqa yê NY’î Emîn Osman li Cenevre di daxuyaniyekî rojnamevaniyê de wiha got: “Di nava du mehan de bi milyonan kes ji ber şiddetê penaber bûne. Tenê di şev û rojekê de nêzî 500 hezar kes penaber bûne, mal û her tiştê xwe bi cih hiştine, gelek ji wa xwarin bi dest wan nakeve yan jî bê cihin. Heta niha civaka navneteweyî jî karekî ciddî nekiriye ku pêdiviyên penaberan li ber çavan bigirin.”

Emîn Osman wiha got: “Di statîstîka penaberan a NY’î de eşkere bûye ku tenê di nava du mehên borî de 13 milyon û 600 hezar kes li Sûriye û Iraqê ji ber şiddet û êrişên DAIŞ’ê penaber bûne. Ji bo zivistanê jî pêwîstiya 990 hezar kesan bi 58 milyon dolarî heye. Ji bo pê pêdiviyên penaberan ên ji sir û sermaya werin amadekirin. Ji wan jî, cil û berg, betenî û hwd...”

Rêveberê beşa Rojhilata Navîn û bakûrê Efrîqa yê NY’î Emîn Osman diyar kir ku piraniya wan penaberan ji Sûriyê ne û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Piraniya wan penaberan ji Sûriyê ne û piraniya wan jî berê xwe dane welatên cîranê Sûriyê yên weke, Libnan, Tirkiye û Iraqê. Herwiha 3 milyon û 300 hezar penaberên Sûriyê berê xwe dane welatên derve, bi taybet jî Amerîka û Ewrûpa.”