Zêdeyî 500 çeteyên El Qaîde ketine Başûrê Kurdistanê
NAVENDA NÛÇEYAN 05.11.2013 09:20:49 Hat ragihandin, di nava hefteyekê de 500 çeteyên ser El Qaîdeyê derbasî Başûrê Kurdistanê bûne û li herêmê belav bûne.
Li gorî nûçeyek kanala televîzyonê NRT belav kiriye, di nava hefteyekê de zêdetirî 500 endamên komên çeteyan ên ser bi dewleta Iraq û Şamê El Qaîde derbasî nava sînorên başûrê Kurdistanê bûne. Li gorî heman serçaveyê, ev gurupên çekdar ên rêxistina El Qaîde li herêmên wekî Musil, Kerkûk, Diyale,Daquq, Reşad, Riyaz, Hewîce û rêze çiyayên Hemrîn belav bûne.
Heman serçaveyê diyar kir ku, ev grupên çekdar di destê wan de gelek çekên giran û teqemenî jî hene. Hate zanîn ku piştî ev grupên çekdar derbasî nava Iraq û Başûrê Kurdistanê bûne, tirsek mezin ketiye nava hêzên asayîşê û gelek fermandar û rayedarên polîsan dest ji karê xwe kişandine. Berpirsê asayîşa polîsan a bajarê Kerkûk jî rewş piştrast kir.