1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Zêdeyî 50 birîndar, 130 girtî
Zêdeyî 50 birîndar, 130 girtî,zêdeyî,50,birîndar,130,girtî

Zêdeyî 50 birîndar, 130 girtî

A+ A-

STENBOL 01.05.2014 12:19:55 Li Stenbolê, di encama êrîşa polîsan a li dijî girseya gel a ji bo pîrozkirina 1'ê Gulanê xwest biçe Taksîmê de zêdeyî 50 kes birîndar bûn, 130 kes jî hatin binçavkirin. Rêxistinên mafên mirovan dan xuyakirin ku bebek û zarok jî di nav de gelek kes, ji ber derba kapsula gazê ji serê xwe birîndar bûne.

Li Beşîktaş, Şîşlî, Okmeydani û Tarlabaşiyê, pevçûnên ji ber êrîşa polîsan a li hemberî gelê xwest biçe Taksîmê destpê kirin, bi giranî li Okmeydani û Dolapdereyê dewam dikin. Polîs li Beşîktaşê jî dikevin hundirê malan û mirovan digirin binçavan.

ŞÎŞLÎ: Girseya gel a li ber Navenda Giştî ya DÎSK'ê dest bi meşê kir, rastî êrîşa polîsan hat û pevçûnên ji ber vê yekê destpê kirin, dewam dikin. Polîsan tevî gazeke bi rengê şîn a bêhna pincar jê tê, bi bombeyên deng û gazê êrîş kirin. Ciwanan jî bi molotofkokteyl, fîşekên hewayî û keviran bersiv dan êrîşa polîsan. Pevçûn dewam dikin.

Li nêzî Cevahîr Otel a Şîşlî jî, komeke nîjadperest a ji 70-80 kesî bi dirûşmên "Ya Allah Bismillah" êrîşî girseyê kir. Hat hînbûn ku di encama êrîşê de kesek bi kêrê birîndar bû. Piştî ku çalakgeran li ber xwe dan, vê koma nîjadperest derbasî aliyê polîsan bû. Li Şîşlî di encama êrîşa polîsan de herî kêm 10 kes birîndar bûn.

BEŞÎKTAŞ: Li Beşîktaşê jî girseya gel a piştî êrîşa polîsan belavî nava kolanan bû, piştî ku polîsan xwe ji Qada Beşîktaşê vekişandin, li Bûlvara Barbarosê li hev kom bû.

Girseya gel a bend danî, ber bi Beşîktaşê ve dest bi meşê kir. Piştre bi ser benda polîsan ve meşiya. Pevçûn dewam dikin. Ji ber bombeya gazê ya polîsan herêm di nav ewrê gazê de maye.

TAKSÎM: ÎHD'yiyên xwestin li Qada Taksîmê daxuyaniyê bidin, li ber benda polîsan tên sekinandin.

Endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo li Qada Taksîmê daxuyaniyê bidin çapemeniyê, ji avahiya komeleyê ya li kolana Îstîklalê derketin.

ÎHD'yiyên bi bendilkên xwe dest bi meşê kirin, li Kolana Bîlîrcû ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin. ÎHD'yî ev du saet in tên rawestandin.

FATÎH: Misilmanên Antî Kapîtalîst ên dixwazin ji Fatîhê bimeşin Taksîmê jî li Saraçhaneyê rastî êrîşa polîsan a bi ava şid hatin.

OKMEYDANI: Li nêzî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Okmeydani, di dema pevçûnan de polîsek ji aliyê gel ve hat zevtkirin. Çeka polîs hat desteserkirin. Tê gotin ku çeka gelek polîsan hatine desteserkirin. Ji ber gaza zêde ya li Okmeydani, mirov nikarin li hundirê xaniyan jî bisekinin. Ji ber gaza polîsan bebek li mala xwe, bê hiş ket. Bebekê birîndar rakirin Nexweşxaneya Okmeydani ya Taybet û tê dermankirin.

130 BINÇAVKIRÎ

Li gorî daneyên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem û Buroya Hiqûqê ya Bindestan, heta niha li Beşîktaş, Beyoglû û Şîşliyê zêdeyî 130 kes hatine binçavkirin. Li Beşîktaşê kesên hatin binçavkirin, demekê li wesayîta polîsan hatin rawestandin û dûre birin Muduriyeta Emniyetê ya Stenbolê. Tê gotin ku gelek ji binçavkiriyan birîndar in.

50 KES BIRÎNDAR BÛN

Hat ragihandin ku hejmara birîndaran 50 derbas kiriye. Piraniya birîndaran jî bi bombeyên gazê ji serî û lingê xwe birîndar bûne, ev yek jî îddîayên ku dibêjin polîs bi hedefgirtinê êrîş dike, piştrast dike. Di vê navberê de nûçegihanê foto Seda Sûna yê li Şîşlî ji ber bombeya gazê birîndar bû, lingê wî şikestiye.