"Zîhniyeta li Sêwasê komkujî kir ya DAIŞ'ê ye"
Platforma Liceyê: Zîhniyeta li Sêwasê komkujî kir zîhniyeta DAIŞ'ê ye
AMED 02.07.2014 09:41:59 Platforma 'Lice li edaletê digere' qurbaniyên komkujiya Sêwasê bibîr anî û got, "Zîhniyeta 35 can bi saxî şewitand, zîhniyeta çeteyên DAIŞ'ê ye ku îro li Rojava û Başûrê Kurdistanê komkujiyan dike."
Li ser navê platforma 'Lice li edaletê digere' Koordînatorê Giştî Şiyar Kaymaz bi wesîleya 21. salvegera komkujiya Sêwasê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji 2'ê Tîrmeha 1993'an û vir ve ne Sêwas ne jî komkujiyên din ên weke Lice, Pasûr, Cizîr, Şirnex nehatine lêpirsîn.
Di daxuyaniyê de hat ragihand ku îro baştir zelal bûye ku zîhniyeta li Sêwasê 35 can şewitandin û yên Lice wêran kirine heman zîhniyet e û hat destnîşan kir ku Sêwas û Lice dewama Şêx Seîd-Seyid Riza û Roboskî jî şopa îro ya Sêwas û Liceyê ye.
Platformê da xuyakirin ku zîhniyeta 35 can bi saxî şewitand, zîhniyeta çeteyên DAIŞ'ê ye ku îro li Rojava û Başûrê Kurdistanê komkujiyan dike.
Platformê bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar a mexdûrên hemû bûyeran di bin sîwanekê de û hat destnîşankirin ku bi vê têkoşînê re divê raya giştî bi rastiyan re rû bi rû bimîne.
Platformê da xuyakirin ku ronahî ancax bi vî rengî ji tarîtiyê rizgar bibe.