1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Çavdêriya Koma Helbestê ya Amedê (4)
Çavdêriya Koma Helbestê ya Amedê (4),çavdêriya,koma,helbestê,ya,amedê,4

Çavdêriya Koma Helbestê ya Amedê (4)

A+ A-


Hêsankar: Azad ZAL
Mêvan: Rewşen ESMER
Berhem: Hêlîna Evînê
Dem: 29 Reşemî 2020 | Şemî | 18:00
Cîgeh: Navenda Komeleya Wêjekarên Kurd – Amed

 

Koma Helbestê Ya Amedê di 29’ê Reşemiya 2020’an de li cîgehê Komeleya Wêjekarên Kurd civata xwe ji bo helbestkar Rewşen Esmer li dar xist.

 

Azad Zal: Ji 27’ê Sermaweza 2017’an vir ve Koma Helbestê Ya Amedê xebata xwe didomîne. Bi navê Koma Helbestê Ya Amedê piranî pirtûkên helbestkaran digel helestkaran – ku helbestkar jî amade bin, têne xwendin û têne nirxandin. Kêmasî û xetayên ku di berheman de hebin têne tespîtkirin û ji nivîskar/helbestkar re têne gotin. Ev xebat ji 15 rojan carekê tê kirin. Salê carekê ev rêzexebat wekî pirtûk tê çapkirin. Ya sala ewil amade ye.
Niha jî mêvana Koma Helbestê Ya Amedê Rewşen Esmer e. Bi navê Hêlîna Evînê berhema wê par deketiye. Pirtûka wê ya yekemin e.
Rewşen Esmer kî ye?


Rewşen Esmer (Emîne), di sala 1980’an de li Cizîrê hatiye dinyê. Demekê di nava xebatên komeleya Selisê de cih girtiye. Her wiha demekê xebatên Komeleya Akademiya Jinê meşandiye. Di navbera salên 2014 û 2019’an de hevşaredara Silopiyayê bû. Vê gavê di nava xebatên Komeleya Jinan a Rosayê de xebatên xwe dimeşîne. Hêlîna Evînê berhema wê ya yekem e.


Berhemdarî:
Hêlîna Evînê (Helbest), J&J, 2019 - Amed
Azad Zal: Berî ku em dest pê bikin, ez dixwazim di serî de pirsek ji hevala Rewşen Esmer bikim. Di pirtûkê de 39 helbest hene û temenê wê jî 39 e. Gelo ev tesaduf e yan jî bi zanîn te ev guncaw kiriye? Digel vê pirse hevalên ku gotinên wan hebin, yên ku nirxandinên wan hebin, yên ku rexneyên pozîtîf an jî negatif hebin bila bibêjin. Her wisa yên ku deng û awaza wan lê bê ji berhema hevala me Rewşen berhem jî bixwînin.


Ez ê pêşiyê mafê axaftînê bidim helbestkara me Rewşenê, da ku ji me re behsa xwe bike û şûn de jî ji me re helbesteke bixwîne.


Rewşen Esmer: Ez jî bi kêfxweşî vê xebatê pêşwazî dikim. Ev sazî sazîkî pîroz e. Di civaka gelê Kurd e ev tiştê ku em jiyan dikin, li hember Zimanê Kurdî asimîlasyoneke gelek dijwar dimeşe. Ji ber wê jî, xwedîderketina li çanda xwe, li nasnama xwe, bi taybetî li zimanê xwe kedekê pîroz e. Ez bi wî rengî bi nav dikim. Û ji bo we jî, ez gelek kêfxweş bûm ku we bernameyekê bi vî rengî li dar xist. Ez hêvî dikim ku hejmara yên wekî we gelek zêde bibin.


 Hun hemî dizanin, bûyîna me, li Kurdistanê her kes, nizane çi çax bûye. Ê min jî bûyîna min a nasnameyê û ya rastîn ne wek hev e. Diya min digote; “Keça min, bahar bû, baran dihat, çilo li ser pişt amin bû, ez dihatim malê tu Xwedê dayî!” Temenê min ji 39î mezintir e. Ev yek, ya din jî min di girtîgehê de min dest bi helbestê kir. 1995an de ez hatim girtin. Nêzîkê 9 salan ez di girtîgehê da mam. Hevaleke ku li ser min gelek bandor li ser min kiriye. Navê wê Fahriye Ceylan e. Ango Serhildan. Nêrîna wê ya jiyanê, ya kesan her gav ji min ra cuda dihat. Pênûs û lênûska wê di destê wê da bû. Nêrîna wê ji min ra cuda didat. Min her carê jê re digot; ‘tu çi dikî, çi dinivîsî?’ Ji min re nedigot û dikeniya. Carekê min dîsa pirsî û wê jî ji min re got; ‘wer ez ji te re bibêjim, ka ez çi dinivîsim.’ Ji min re helbest xwend, got; ‘Ez helbestê dinivîsim!’ Ez di wê baweriyê da me, her jineke Kurd xwedî rihê helbestê ye. Min jî dinivîsand, min dixwest ez jê re bibêjim, lê min newêribû… Rojekê min got, ez hin tiştan dinivîsim, ez ji te ra bixwînim. Guhda kir. Min got; ev çi ye? Helbest e yan na? Got, binivîse, dewam bike… Min jî her carê dinivisand û jê re digot… Ez ne şaş bim, 1998 bû, li Stenbolê pêşbaziya helbestan çêdibû, got ka em helbesteke te jî bişînin. Helbesta min a bi navê “Birca Belek” bû. Di pirtûkê de heye. Ji Batmanê me her duyan helbest şandin. Di pêşbaziyê de ez yekemîn hatim, ew sêyemîn hat… Bi kêfxweşî got, waye pêşbazî bi dawî bû, tu yekemîn î, ez sêyemîn im… Demekê derbas bû, dîsa me şandin, vê carê ez sêyemîn hatim, ew yekemîn hat… Ez dixwazim bibêjim, helbest gelek nazik e, eleqeyê dixwaze. Tu demekê nenivîsî, dixeyîde… Demeke dirêj e min nenivisandiye… Min li ser helbestê bi navê “Nazdar” helbestek nivîsîye. Niha nayê bîra min. Ez dibêjim helbest nexeyîde. Helbest jiyan e, du alîye, geh xemgînî, geh kêfxeşî ye… Êşa jiyanê kêfxweşiya jiyanê di helbestê de tê xuyan. Helbest herikandina jiyanê ye…


Azad Zal: Hevala me ya Rewşen serboriya xwe ya bi helbestê re got. Heval dixwazin fikrên xwe bibêjin, nirxandinên xwe bibêjin… Em hevalên xwe yê nû bibînin.
Roza Metîna: Hevalên ku dixwazin, dikarin fikrên xwe bibêjin, kî dixwaze bila bibêje. Mirov bi dorê bibêje wekî ku meriv bi zorê bike… Pirr resmî dibe…


Suzan …: Ez vazena, lê ez bi Kirdasî… Navê mi Suzan e. Em di komeleya Rosa da ne. Ez nêzona, mi fam nêkerd. Ez aniya guşdar kerd…


Cihan Aydın : Ez Kurmanc im, lê Kurmanciya min hinekî kêm e. (Li vir nayê famkirin.)
Rewşen Esmer: Yanî, ew jî qadeke tekoşînê ye. Girtîgeh dema tê gotin, derveyê îradeya însan e. Meriv divê bi hêvî be. Hêviya meriv hebe, mirov dikare di girtîgehê de binivîse. Jiyana girtîgehê wekî neşterekê ye, dewlemendiya wê jî zêde heye. Ew di destê mirov da ye. Hevala Serhildan li ser min bandor kir.
Azad Zal: Hefs  wexteke mezin dide meriv. Tu li derva bî, wext didî gelek tiştan. Lê li hefsê wext tev ê meriv e. Tiştê baş ê hefsê ev e.
Xweşiko ……: Te 39 helbest bi giştî di hefsê de nivîsî?
Hasbey ……: (Nayê fêmkirin, deng ne zelal e.) Helbesta Kurdî her tim divê li ser mirin, kuştin, şer, lorîn û tiştên din tên nivisîn… Di derveyê vana da jiyan wekî din jî heye. 19940’an helbest, roman pêşva çû ye… 1940an heta 1970-80 mirina Kurdan e… Tişt zêde tune ye. Ev 10-15 salên dawîn hinek heye, lê hê jî sivik e…
Azad Zal: Mijara me hevala Rewşen e… Berhema wê Hêlîna Evînê ye…


…………….:  Ez vazen ku …. (Nayê fêmkirin)

Şukran ……: Nayê fêm kirin… Serkeftinê dixwazim.

Xweşiko ……: Ez pîroz dikim. Min pirs kir, got, hemû helbestên xwe li hundir dinivîse û li derve nivisandiye… Ez pîroz dikim…

Sultan Yaray: Helbest, hêz dixwaze, baldarî dixwaze. Bila helbest ji aliyê helbestvanan ve, ji aliyê yên ku dikarin edîtoriya helbestê bikin bê nirxandin, edîtoriya wê bikin. Ji vî alî da

kêmasî hene. Ahenga helbestê divê baş bê kirin. (Di vir da çend minakan dibêje.) Helbest hinek gotinên zêde li xwe barkirinê qebûl nake. Hinek dirêj bûne, hinek helbest ji aliyê rastnivîsê ve kêmasî hene. Di destpêkê de, helbesta ewil wekî ya nivîskar be. Ya ku Fîgen nivîsiye… Meriv dikare helbesteke hevala xwe nikare di dosyeya xwe de bi cî bike. Wekî destpêk, ne helbestbûna, nivîs bûna çêtir bû.
Weysî Ulgen: Merheba ez Veysî Ulgen… Min hinek xwend, ez spas dikin ji ber vê keda wê… Li bakur bandora helbestên Tirkî li ser me heye. Em di Kurmancî da jî, di Zazakî/Dimilkî da jî em hevokan bi hişmendiya Kurdî bi kar tînin… Bandora Tirkî heye. Helbest wekî romanê nîne, hunandin tune ye, pêxem e…
Hasbey …: Di vir de “de”, “re” bi kar hatiye, ji min ra ecêb e… Li cem me “da”, “ra” ye… Nazim Hikmet jî rêzan ji hev veqetandiye… Tarzeke wî heye… Helbesta bi navê “Qêrîna Min” dixwîne.


Qêrîna Min
Rondikên çavên min dibarin
Mîna xunava biharê
Hêstirê min herikîn
Li ser hinarkên rûyê min
Mîna sêva sor
Ez im
Bilbilê dîlgirtî
Û xemgîn
Nikarim
Qêrîna xwe bigihînim te
Ey bilbilê dilşad
Baskê min şikestî
Çavê min mij û dûman girtî
Strana te zelal
Wekî ava kewserê
Ez im dîlgirtî
Baskê xwe deyne
Li ser porê min ê çilmisî
Bi dengê te yê şêrîn ra bibim yek
Dengê te bi dengê çûkan
Û lêxistina tembûrê ra
Xweş hat min
Siruştê mîna gula sor xwe geş kir
Li ber strana te
Ya azadîyê

Jîyaneka nûjen dixwazim
Bi hewara xwe bask veke
Ji xwe ra hêlînekê çêbikim
Di bin da bi hevaltî
Di şeva tarî da
Bin çiriskên stêrkan da
Xeweke şîrîn bikim bi te ra
Dema roj
Ji pişta çîya meşîya hêdî dike
Û tîrêjên xwe belav kir
Li ser gul û beybûnan
Em ê jî
Çavên xwe vekin
Li ber şewqa rojê
Bi te ra bibin yek ronî


………………..: Ez keda te pîroz dikim. Siheta te xweş be. Ji ber ku te bi Kurdî nivîsîye… Ez jî hinek di zindanê da, çend mehan mam. Hevalên hefsê ji yên ku li derva ne zêdetir azad in… Gelek berhemên baş… Hemû helbest bi hestekî tenê hatine nivîsîn… Min pirtûk xwend. Qala hinek bûyerên dîrokî kirine… Qatlîam, komkujî… Xwazî ev di helbestê de veşartî bimana, xwendevan bifikiriyana li ser çêtir dibû.


Ronahî Çelîk: Ez hevala Rewşen pîroz dikim. Kêfa min ji berga wê re hat… Hinek çanda neolîtîk heye. Berg ji aliyê Medya Uren ve hatiye çêkirin. Li ser welat nivîsîye… Evîna wê jî welat e… Ez pîroz dikim… Bi navê Birca Belek helbesta wê xweş e ez ê bixwinim…


Birca Belek
Evîna min bişkûv da
Stîya heyatxemilî
Bêje ji min ra
Strana evîna Birca Belek
Ez ê konekî vekim
Di gelîyên te da
Û binêrim
Berfa çîyayên te
Çawa dihele?
Wekî ewrên li ser ezmanan
Berze dibû
Li ber çavên min

Birca Belek
Bêje evîna xwe
Gîyayê ser sîngê te yê hêşîn
Kehnîya di gerdana te da diherike
Mîna evîna min ya dilsotî
Di gelîyên te da
Roj di çavên min da diçû ava
Stêrkên ezmanan dibiriqîn
Wekî gulên li ser kezîyê
Û daran bişkuv dida
Û dixemilîn bexçê evîna te
Bedewbûna te bû
Heftrengên li ser ezman
Û heyva dozdehşevî
Li ber dilê min
Ez ê bibim teyrek
Li ser darê sîya evîna te
Û hêlînekî çêbikim di himbêza te da
Birca Belek bêje
Jana evîna min
Tu ji dîrokê hatî
Û strana lehengîyê tim dibêjî
Çîyayên te
Germbûna çîyayê zerdeşt dida min
Çawa
Gulek ji dara xwe diqete
Li ser axa qelişî
Jîyan bi wê
Dibe xeyalên xalî
Û geş bûn
Cihê xwe ji melûlbûnê ra dihêle
Ez ê li ser pelçimên gulên te
Helbestên evînê binivîsim

Birca Belek
Bêje
Çend Zîn
Li ser axa te
Di çardehê xwe da
Ketin xewa şêrîn
Û çend Mem
Di şopa wan da meşîyan
Ferhatan bi meşa xwe
Çîyayên te kolan
Neqiş kirin
Rastîya dîroka berzebûyî

Roza Metîna: Min xwend, di pirtûkê de hestiyarî derketiye pêş. Di warê mijarê de xurt e, di warê hunandinê de kêmasî hene. Di xwendinê de mirov dilikume. Di çapa nû de divê mirov baldar be. Helbestkar dikare devoka xwe jî bi kar bîne. Kehnî bi kar hatiye… Baş e. Navê pirtûkê balkêştir ba çêtir bû… Ez li ser nav kûr nebûm… Motivên kurdewarî, mem û zîn, destar, erbane hene… Ev motiv bi kar bên baştir dibe. Hevoka ku di bin hişê min da ma, bala min kişand ev bû; “Destar dihêre / Bizrê evîna li bin dara miradan” ev gelek li ser min bandor… Di mijara edîtoriyê de ez beşdarî Sultan dibim… Divê edîtorî ji aliyê kesên ku ji helbestê fêm dikin, bê kirin… Redaksiyon jî hinek kêmasî hebûn… Gelek karesatên ku bi serê Kurdan de hatine hene… Karesata Şengalê heye… Divê di helbestên xwe de em van bi kar bînin… Te Şengalê hebû, ev jî tişteke baş e, di bin hişê gel de ev gelek cî digire û divê neyê ji bîr kirin… Min helbesta pişt bergê eciband, ez ê wê wê bixwînim…


Dara Evînê
Hêlîn çêkir ser dara evînê
Dengê çûkan melodîya azad
Mîna helbestên dayîkan
Xweş hat dilê min
Milek dengê pêlên ava Hêzil
Û milek kerîyên xezalan
Bê hevsar
Ber hêlîna xeyalên
Berze neqiş dikir
Wan çavên bedew
Di ronahîya wan çavan da
Hûnan kezîyên xeyalan
Milek li ser kezî
Milek ji dîroka berze
Bû cêwî ber bi ezmanên şîn
Biriqî stêrkên şevê
Û tehisîn li ber xeyalan
Destar dihêre
Bizrê evîna li bin dara miradan
Ne xewn û ne xeyal e
Ber te ve tê
Xêlîyên wekî pêlên ava Hêzil
Her çar demsalan
Ji bêevîna te dibe mertal
Veysi Ulgen: Ez ê jî helbesta “Çavên Te” bixwînim…
Çavên Te
Ji çavên te tîr rijîya
Û çikilî dilê min de
Rûyê te dît
Nav biriqandina heyvê
Ku dikene ji min ra
Dilê min
Bû şikefteka xalî
Li dûv çûna te
Bê te roj, şev û sal
Birîndar dinale
Wek gulekê
Ez zer bûm tê da
Rêwîyê xewnên xwe
Berda bi barana şevê ra
Her gotin kirasek e
An jî dibe zelzele
Erdê dihejîne
Kehnîya jîyanê ye
Avrêjgeha dilê min
Pelên daran
Hêdî hildiweşin
Bi bayê sivik dilivin
Di hevrazê çîyan da
Kulîlkên qeser şîn da
Bedena min recifî
Gava dest avêt
Pelçimên gula nazdar
Evîna xwe
Ser pelên daran nivîsî

Û diavêjim nav çem
Ber bi te dihat
Rûyê çem
Wek qevdika gul
Dikene ji te ra
Min destê xwe
Dixist nav çem
Rûyê wê miz da
Wek yê te
Û lêvên bi bûse
Ber bi min hat
Veciniqîm
Ji xeweka duh
Ber bi îro ve
Kew girî bû dilê wan
Milek jîyan
Û milek ji rengê mirinê
Her du dibin şirîkê
Jîyana te

Azad Zal: Ez ji aliyê edîtoriyê ve tev li hevalan dibim… Risteyên helbestan hinek tevlîhevî çêbûye. Hinek helbest qurmiçîne… Ev hem probema edîtore jî ya helbestkar e jî… Hinek kêmasîyên mentiqî hene. Dibêje; “Ez im, bilbilê devgirtî” di vir de helbestkar jin e, nabe ku bibêje “bilbilê…” divê bigota; “bilbila…” Ez di dewsa helbestkar da bim, ez ê di dewsa bilbil de tişteke din bibêjim… Dîsa dibêje “porê min ê çilmisî…” Por naçilmise… Ev jî xeta ye… Rû diçilmise… Rûyê min ê geş çilmisî… Mirov dikare vê bibêje, lê por naçilmise… Di Hêlîna Evînê de problema mentiqî hene… “Rojên ji nav ewran” Roj yek, roj pir tune ne… Her wisa naveroka vê dosyeyê evîna welat e. Ez jî dikarim helbesta “Destana Çar Kulîlkan! Bixwînim….


Destana Çar Kulîlkan
Ev destan biryara jîyanê
Çavkanîya rêça azadîyê
Û hevgirtina dilsozîyê
Rûpeleka nûjen ji dîrokê
Çar kulîlkên rûşen
Yek bihar yek havîn
Bizir reşandin li payîzê
Wekî pêlên deryayê
Xwe li tehtan
Û li latan dan
Bi coşa dilê çar lehengan
Tav hate girtin
Himbêza şevê xem girt
Rêyeka dirêj û zirav
Milek zinar û milek kendal
Ava Besta çîyayê pîroz
Porê Egîdan şil dike
Û li Gebar direşîne
Zevî û dehlên bêsinc
Tehisîn her gavekê

Û li dû xwe nêrîn bê xof
Heyveronê xeyal şêlo kirin
Wekî teyrên bêsinc û hêlîn
Kanîyan ji gerdenê ra
Pelçimên hêjîran
Rûyê wan xemilandin
Çar kulîlkên agir
Mîna çar stêrkên ezmanan
Bûn bayê hûnik
Û xwe li çilû dan
Bûn baran
Porê gîya şil kirin
Şewq da tav û beyaran
Û rêya xerîbîyê
Dengê dilê wan
Mîna bayê Herekolê
Geş dibû ew nêrgîz
Wekî kenên çavên
Lehengên Çîyayê Miradan

Hasbey ……: Çima di helbestê de xalbend bi kar nayê zêde… Li gorî min divê xalbendî hebe… Çima di vir de wisa heye, ez vê dipirsim…
Azad Zal: Me wekî weşanxane biryar daye ku em di helbestê de xalbendiyê bi kar neynin… Ango xalbendî helbestê bi sînor dike, xwendevan dema ku helbest xwend bila bikaribe azad be, bi şêwaya xwe bixwîne… Her kes helbestê bike ya xwe, bi tarza xwe bi şêweşa xwe bixwîne… Divê helbest jî xweş bê xwendin…
Rewşen Esmer: Rexneyên hevalan, nirxandinên hevalan ji bo min gelek girîng in. Nêrîn gelek bi qîmet in. Piştî ez ji Sîlopîyê hatim, biryara min a ku ez pirtûk derxim tune bû. Lê hevalan gotin tu dikarî derxî… Ez hinek jî amator bûm… Di redaksiyonê da gelek heval alîkar bûn… Hevalên ku ji bo vê dosyeyê derê bûn alîkar, ez ji Roza, Sultan, Mehmet Akdogan, Mehmet Çakmak, Azad Zal re gelek spas dikim… Ev rexneyên ku hatin jî ji bo min girîng in, ez xwe hêzdar dibinim… Ez îdîaya ku ez helbestvan im nakim, lê ez ê bi hêza hevalan xwe xurttir bikim… Ez serbest dinivîsim… Çima Hêlîna Evînê? “Birca Belek Hêlîna Evînê” ye… Ev dirêj bû, me guhert me bi tenê “Hêlîna Evînê” hişt…. Wisa “Hêlîna Evînê” derket… Di vê dosyeya min da, “Birca Belek” ya herî xweş ji min ra tê…
Cihan Aydın: Ez ê jî helbesta ewil bixwînim…


Ez û Te

Gula sor çilmisîbû
Û xemgîn bû
Birîna wê kûr
Xedar bû
Axîn û nalîna wê
Diçû erş û ezman
Dengê bilûrê hat gula sor
Pelçimên xwe vekirin
Geş bû
Û kenîya ji bo dengê bilûrê
Nêrîna te
Bû awirên çawên zarokan
Kenê li ser lêvên te
Bû lîlandin
Ji bo dayîkan
Dengê te belav bû
Li çîya û zinaran
Bû mîna bayê Feraşîn
Û bablîsok
Xwe belav kir
Li her çar hêlê cîhanê
Rondikên çavên min zuha bûn
Te rondikên min
Mîna xunava biharê berdan
Şûşa dilê min şikestî bû
Te ceriband
Mîna Hekîm û Lokmanan

Ez
Di xeweke giran û dijwar da bûm
Şîyar bûm bi ramanên te
Dilê te mezin, hezkirina te belav bû
Fanona dilê xwe netemirîne
Geş bike ronahiya xwe
Belav bike li cîhanê
Hêlînekê çêbikim
Ji bo xwe tê da
Dilê min ê hişk
Ronî bike
Bi hezkirina xwe
Azad Zal: Dest û dilê we sax be, em spasdar in ji ber ku Komeleya Wêjekarên Kurd îro cî da me, em spasdar in ji ber ku em îro li vir in… Ji bo tevlîbûna we tevan em spas dikin. Dest û dilê helbestvana me sax be… Bimînin di xweşiyê da…