Êrîşa li ser Efrînê berfirehkirina komployê ye
Karayilan: Ew dixwazin bi êrîşa li ser Efrînê re komployê nûjen bikin. Niha gelek heval vê nirxandinê dikin; "Êrîşa li ser Efrînê dewama komployê ye."
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan tevlî Bernameya Taybet a Stêrk TV bû û got, "Mêtingeriya Tirk naxwaze vê rastiyê bibîne. Ya rast, dibîne lê naxwaze li xwe mikur bê. Cîhan dibîne, ew jî naxwaze mikur bê. Bi derewan têkçûna xwe dinixumîne."
- Destpêkê hûn ji bo vê roja salvegera Komploya Navdewletî ya li ser Rêberê Gelê Kurd birêz Abdulah Ocalan çi dibêjin?
Destpêkê ez Komploya Navdewletî ya 15’ê Sibatê bi tundî şermezar dikim. Li dijî Komployê van qehremanên ku bi dirûşmeya “HÛN NIKARIN ROJA ME TARÎ BIKIN!” çalakî pêş anîn, xwe feda kirin û wisa di destpêkê de bersiva şoreşgerî dan Komploya Navdewletî, ez di şexsê wan qehremanan de tevahî şehîdên li dijî Komployê têkoşiyan û şehîd ketin bi bîr tînim, soza me dayî wan cardin dubare dikim.
Niha li ser Komploya Navdewletî re 19 sal derbas bûn û vaye ket sala xwe ya 20’emîn. Bi esasî Rêber APO, Komplo bi sekina xwe, bi pêşxistina paradîgmaya xwe li valahiyê xist, vala derxist. Cardin Tevgera me, gerîlayên azadiya Kurdistanê û gelê me li pişt Serokatiyê bi qehremanî sekinîn. Ev 19 sal in bi têkoşîneke pir birûmet Komplo bêencam hiştin. Mirov dikare bibêje îro Komplo vala derketiye û bêencam maye. Nîşana vê, Tevgera me ya Azadiya Kurdistanê îro hîn mezin e, têkoşîn hîn bilind e, xeta Rêber APO hîn serwer e. Ev jî raber dike ku Komplo bi esasî vala hatiye derxistin û bêencam hatiye hiştin. Lê Komplo têk neçûye, hîn neketiye. Ji bo ku hemû zirarên Komployê dayîn û xeteriyên ku niha Komplo hîna jî pêş dixe ji holê rabin, divê Komplo têk biçe. Ji vir û wiha hedef divê ev be. Vê demê raber kir ku, heya Komplo têk neçe azadî çênabe, azadiya Rêber APO pêk nayê. Heya ev sîstema Îmraliyê hebe li Tirkiyê demokrasî çênabe, li herêmê demokrasî pêş nakeve, xeteriya li ser gelê Kurd ranabe, siyaseta qirkirinê ya ku dagirkeriya Tirkiyê li ser gelê Kurd dimeşîne bidawî nabe. Ji bo ku vana bidawî bibin divê Komplo bi temamî têk biçe.
Em, di vê sala 20. de dixwazin têkoşînê li ser vî esasî kûr bikin. Hemû gelê me, hemû dostên me û hemû ciwanên Kurdistanê divê bizanibin ku ji bo xeteriya Komployê bi temamî ji holê rabe, ji bo azadî, demokrasî pêş bikeve lazime em Komployê têk bibin. Yanî valaderxistin têrê nake, têrê nekir. Ev zemanê derbas bûyî ev raber kir.,
Vaye niha dagirkeriya Tirkiyê konsepteke nû ava kiriye. Ev konsepta nû bi esasî ji armanca Komployê hîn firehtir e. Lê dixwaze vê konseptê bixe bingeha komployeke nû. Bi êrîşa li ser Efrînê re ev pêvajo destpê kir. Ew dixwazin bi êrîşa li ser Efrînê re Komployê nûjen bikin. Niha gelek heval şîrove dikin, dibêjin ku “Êrîşa Efrînê berdewama Komploya Navdewletî ye”. Ev rast e, feqet konsepta Komployê hatiye firehkirin. Yanî wisa Komplo tenê Serok APO nake hedef. Rast e, niha Serok APO di zîndana Îmraliyê de di nav şert û mercên bêhempa de di bin zextekê de ye, di bin zilmekê de ye. Tiştekî ku bi şewazekî li tu kesî nehatiye kirin, niha li Rêber APO tê kirin, li wir şerek heye û li ser siyaseta me, li ser gelê me êrîşek heye. Ev temam, lê komploya ku dixwaze xwe nûjen bike, armanca xwe hîn fireh kirine. Mesela, armanca xwe tenê ne Efrîn e; dixwaze Şoreşa Rojava hemû ji holê rake. Ango di avakirina Sûriya Nû de Kurdên Rojavayê Kurdistanê statu negirin. Armanca dewleta Tirkiyê ya dagirker ev e. Ji bo vê lazime komployê lidar bixe. Û ger vê pêk bîne, vê carê wê bixwazibe statuya li Başûrê Kurdistanê jî yan ji holê rake, yan jî tengav bike. Ango dewleta Tirkiyê, konsepta nû bi rê xistî û dixwaze di mîhwera vê konseptê de weke Komploya Navdewletî nûjen bike armanca xwe ev e; hemû destkeftiyên Kurdan ji holê rake. Ji bo ku bikaribe bi rastî siyaseta xwe ya qirkirinê bi ser bixe, niha ev ji bo xwe kiriye armanc.
- Di vê pêvajoyê de ew hêza dewleta Tirkiyê heye ku Komploya Navdewletî nû bike û bi ser bixe?
Ev armanca dewleta Tirkiyê ye ku komployeke nû li ser gelê Kurd pêk bîne. Tabî ji dema Komploya Navdewletî ya li ser Rêber APO û vir ve 19 sal derbas bûn. Roja îro şert û merc pir hatine guhertin. Beriya hemû tiştî paradîgmaya nû ya Rêber APO pêş xistî stratejiya gelê Kurd xurt kir, destê gelê Kurd xurt kir. Li hemû beşên Kurdistanê îro gelê Kurd hîn xurt e. Derfetên xwe zêde ne, rêxistina xwe mezin kiriye, destkeftiyên xwe hene. Ya yekem, ev heye.
Ya duyem, têkoşîna azadiya Kurdistanê, bi giştî têkoşîna gelê Kurd a li her çar parçeyan îro hîn bilind e û bi taybetî şerê li dijî DAÎŞ’ê û El Nûsra, ango şerê li herêma Rojhilata Navîn weke şerê cîhanê yê sêyemîn e. Di vî şerî de gelê Kurd derket pêş. Xeterî ji bo hemû mirovahiyê hebû. Xeteriya DAÎŞ’ê ne tenê li ser gelê Kurd bû, DAÎŞ li ser tevahî mirovahiyê xeteriyek mezin bû û esas hîn jî ev xeterî bi temamî bidawî nebûye. Lê li dijî vê xeteriya ji bo hemû mirovahiyê heyî, gelê Kurd têkoşîneke pir balkêş pêş xist. A niha YPG-YPJ li ser çi esasî ava bûn? Mesela, dagirkeriya Tirkiyê niha dibêje ku, “YPG teror e.” Halbûkî YPG di sala 2012’an de li hemberî El Nûsra û DAÎŞ’ê ji bo gelê xwe biparêze ava bûye. YPJ li ser vî esasî ava bûye. Ji derveyî El Nûsra û DAÎŞ’ê, YPG-YPJ li hemberî tu kesekî kiryarên xwe yên leşkerî tune ye. Ev, bi temamî derewek e. YPG, li hemberî terora ku AKP dixwaze di herêmê de bi destê DAÎŞ’ê pêş bixe, ava bûye. Lê niha AKP vê berevajî dike.
Pir eşkere ye, di piştevaniya AKP’ê de li herêmê rêxistinên Selefî, El Qaîdeyî hatin xurtkirin û li hemberî vê hêza ku di pêş de şer kirî tevahî gelê Kurd bû. Li Başûrê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistanê gelê Kurd li her derê li hemberî vê pêlê singa xwe veda, li ber xwe da û bi hezaran şehîd dan. Vê yekê ev dîwarên li dor gelê Kurd hatîn avakirin, bi taybetî dîwarê li dor Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hatî avakirin di gelek cihên wê de kun vekir, hilweşand. Yanî mudaxeleya Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya li ser Şengalê, berxwedana Kobanê, niha jî berxwedana Efrînê bi giştî têkoşîna gelê Kurd di herêma Rojhilata Navîn de îro ji aliyê cîhanê ve bi sempatî tê pêşwazîkirin. Têkoşîna gelê Kurd îro hîn zêde rewa bûye. Mesela, îro statuya Başûrê Kurdistanê rewa ye. Li Rojavayê Kurdistanê jî wê rewa bibe. Îro berxwedana gelê me ya li Efrînê di aliyê raya giştî de weke erkeke mirovahiyê û rewa tê dîtin. Ango xeteriya li ser mirovahiyê îro bi destê rejîma AKP-MHP’ê cardin tê geşkirin. Ji ber ku yên li kêleka AKP-MHP’ê di Efrînê de li dijî YPG’ê şer dikin cardin van kesan e. Ango ev El Qaîde ye, DAÎŞ e, El Nûsra ye. Bi kurtahî xeterî bi vî şiklî cardin di rojevê de ye.
Gelê Kurd îro wisa têkoşîneke ji bo tevahî mirovahiyê dimeşîne heye û dinya vê yekê dibîne. Her çiqas ev dewletên bêwijdan, ev zîhniyeta Modernîteya Kapîtalîst naxwaze van tiştan bibîne jî, raya giştî dibîne û piştevaniyek ji Têkoşîna Azadiya gelê Kurd re heye. Ev jî derfeteke duyem a girîng e.
Mirov dikare bibêje, derfeta din a sêyemîn jî teşhîrbûna dagirkeriya Tirkiyê ye. Mesela, dewleta Tirkiyê îro bi tena xwe bi rê ketiye, dixwaze Amerîka, Ewrûpa, Rûsya, her kes bi wana re be, weke sala 1999’ê cardin komployekê li dar bixe. Lê ev hêzên ku di wexta Komployê de li kêleka dewleta Tirkiyê cih digirtin, niha ne li kêlekê ne. Ew bi şêwazekî aşkere dixwaze siyaseta zordest a qirkirinê li ser gelê Kurd bimeşîne. Vaye niha li Efrînê tiştê ku dike li ber çavan e. Ma kî dikare wisa pê re be? Belkî niha bêdengî heye, lê weke berê dewleta Tirkiyê wê derfetê nabîne ku hemû hêzan dîsa bi xwe re bike yek û komployê nûjen bike, bi ser bixe.
Dema mirov van her sê xalan dide ber çavan, mirov dikare wisa bibêje: Derfeta dagirkeriya Tirkiyê tune ye ku cardin komployekê weke berê bi rê bixe. Lê ew bi xwe ji bo xeta Komployê encam bigire vaye şîdetê bi kar tîne, êrîşkariyê dike, şer dimeşîne, faşîzmê bi kar tîne, di hundirê xwe de dîktatoriyê çêdike. Ew dikare vana bike, lê em nebawer in weke berê hêzên cîhanî bên û heya dawî li kêleka dewleta Tirkiyê cih bigirin. Belkî ji bo berjewendiyên xwe heya qonaxekê pê re bibin yek. Ev dibe. Lê îro êdî siyaseta Kurd jî dîplomasiya xwe heye, têkiliyên xwe hene, derfetên xwe hene. Gelê Kurd êdî xwedan derfet e. Ji bo wê jî em ê Komployê têk bibin. Hem jî Komplo wê di Efrînê de bixitime û têk biçe. Gelê Efrînê yê ku îro berxwedaneke pîroz pêş dixe, tiştekî pir birûmet dike. Ji ber ku Komploya li Efrînê bi ser bikeve, yanî ev êrîş bi ser bikeve, dike piştî wê berfireh bibe, li tevahî Kurdistanê belav bibe. Ji bo wê jî ev girîng e. Ez dibêjim, êdî ew derfeta ku komployeke nû bi rê bixe û bi ser bixe bi dagirkeriya Tirkiyê re nîn e. Şert û mercên berî vê 20 salan tune ne. Niha şert û merc hîn zêde li aliyê Têkoşîna Azadiyê Kurdistanê ne. Ji bo wê jî hewldanên komployê wê encam negirin, wê têkoşîna azadiya Kurdistanê bi ser bikeve.
- Êrîşa dewleta Tirk a dagirker îro ket roja xwe ya 30’emîn. Ji vî alî ve hûn rewşa li Efrînê çawa dinirxînin?
Di berxwedana Efrînê de îro roja 30’emîn e. Tê zanîn dagirkeriya Tirkiyê dema ev êrîşkarî bi rê xist, hêvî dikir ku di hefteyekê de biçe encamê. Dixuye ku piranî hêzên cîhanî jî esas wisa fikirîne. Ji bo wê jî çavên xwe jê re girtin. Wana digot ku wê di demek kurt de biqede û biçe. Erdogan got, “qet nebe wê hefteyekê encam bigirin”, feqet vaye niha mehek temam bû û dagirkeriya Tirkiyê hîna nekariye di Efrînê de pêşve biçe. Dema mirov li ser xerîteyê binêre, xuya ye. Yanî wisa li hinek cihan 5 km, li hinek cihan 6 km, li hinek cihan 7 km kariye bi piştevaniya bombardimaneke pir giran a balafiran, tangan, topan û bi her şêwazê teknîkê encex kariye li hinek cihan piçekê xwe bide pêş, weke din nekariye pêşve biçe. Bi esasî niha dinya alem her kes dizane dewleta Tirkiyê di Efrînê de têk çû, artêşa Tirkiyê têk çû. Bi esasî ew bi xwe jî vê dizanin. Erdogan, di axaftina xwe ya duh de bi awayek sergirtî esas ev îtiraf kir. Yanî ew Erdoganê ku roja destpêkê digot, “direvin, em jî didin dûv û di demek kurt de em ê Efrînê çareser bikin”, duh dibêje, “em ê encam bigirin, bes ez nikarim wext bidim.” Ev li ber çavan e.
Di vê xisûsê de ku em niha bibêjin dewleta Tirkiyê bin ketiye, têk çûye û şervanên YPG-YPJ’ê û gelê Efrînê berxwedana wana bi ser ketiye ev ne propagandayek e û ne tiştekî em zêde diwerimînine. Na, ev li ber çavan e, bi leşkerî li ber çavan e. Li xerîteyê binêrin, li hewldan û planên wan binêrin; dagirkeriya Tirkiyê bi ser neketiye. Lê naxwaze ketina xwe qebûl bike, israr dike. Bi hikmê çapemeniyê, medyayê, bi propagandayên derew dixwaze xwe serkeftî raber bike. Mesela, her roj hejmaran dide. Yanî dixwaze serkeftina xwe bi kesê kuştî re raber bike. Dibêje ku, “me heya niha 1595 kes kuştine”. Em li daxuyaniyên YPG û QSD’ê dinêrin, qet ne wisa ye. Ev hejmara didin jî derew e. Ji wê şûn de dibêje, “me 600 û tiştek baregehên YPG’ê tune kirine.” Madem we wisa tune kiriye, hûn çima nikarin pêşde herin û vî şerî kî dike? Vana derew û senaryoyên ji bo binkeftina xwe ser bigirin tên çêkirinin. Jixwe hinek çapemeniyên ji derveyî Tirkiyê, bi taybetî jî çapemeniya kurdî van tiştan tînin ziman.
Yek jî, pêwîste em vê bibînin; dagirkeriya Tirkiyê di nav artêşa xwe de hêza xwe ya herî şerker (li gorî wan) ku em wana nas dikin, yên herî perwerdekirî û sereke hemû birine Efrînê. Mesela, Tûgaya Bolu, Tûgaya Kayserî, hêzên xwe yên Şirnexê, Colemêrgê, Tetwanê, Serhedê, Amedê hemû birine Efrînê. Yanî çi hêza xwe ya şerker heye, ji wê şûn de ev çeteyên bi wana re hemû niha birine Efrînê, lê dîsa jî nikare bi ser bikeve. Niha ji wana re dibêjin “çete”, lê bi rastî peyva çete pir giştî ye. Bi esasî vana bermahiyên El Nûsra û El Qaîdeyê bûn. Dewleta Tirkiyê piraniya wan kesên li kampan kom kiribûn, bi pereyan kirin leşker, navê Artêşa Azad li wana kirin, lê tu têkiliya wan bi Artêşa Azad re tune ye. Vana çeteyên xwefiroş in. Belkî hinek ji wana feqîr in, ji bo pereyan hatibin, lê serokên wana yên xwe firotî ne, welatê xwe firotî ne. Ji bo axa Sûriyê dagir bikin diçin li kêleka dewleteke din cih digirin, di pêşiya wana de bûne parêzvan. Vana çi rûmet û kerameta wan nîn e. Ji bo gelê Ereb çi xizmeteke wana nîn e. Wana axa Ereb, gelê Ereb jî pêşkêşî dagirkeriya Tirkiyê dikin. Di vê wateyê de wana jixwe kesên xwe firotî ne, mûrteziq in. Lê vana têk çûn, piraniya xwe mirin. Jixwe dewleta Tirkiyê kuştiyên wana jî weke kuştî nahesibîne, tenê yên xwe dibêje. Dewleta Tirkiyê jixwe yên xwe jî piranî vedişêre, feqet ên xwe dibêje, qala kuştiyên wana nake. Çiqas mirine, çiqas birîndar bûne werga hîç qala wan nake. Lê agahiyên me hene û ez bawerim duh hinekî di çapemeniyê de jî derket. Vana hemû ji hev belav bûne, piraniya wana hatine kuştin, tesfiye bûne. Ji bo wê dagirkeriya Tirkiyê El Nûsra xistiye dewrê. Niha ev baskê ku vê hefteya dawiyê li Cindirêsê li ser hinek gundan êrîş kirin û girtin çeteyên El Nûsra, El Qaîde û endamên DAÎŞ’ê yên di zîndanê de girtî ne. Wana berdane û anîne kirine şer.
Dinya alem her kes dizane ku li Efrînê DAÎŞ nîn e, di destê YPG’ê de gelek girtiyên DAÎŞ’ê hene û vana di bin çavdêriya hêzên Hevpeymaniya Navnetewî de ne. Hemû haya xwe jê hene, diçin li wana dinêrin. Ev ne veşartî ye, ango tenê ne di destê YPG’ê de ne. Rexmê wê, dewleta Tirkiyê dibêje, “YPG’ê endamên DAÎŞ’ê yên di zîndanê de berdane û li dijî me xistine şer.” Mirov digot çima van derewan dike! Me li ser vê lêkolîn kir, niha fêm bû ku wana bi xwe wisa kiriye. Wana bi xwe hinek DAÎŞ’iyên berê li cem xwe girtî, bi soza ku “em ê we berdin, lê bes hûn ê li dijî YPG’ê şer bikin” berdan e. Yanî dewleta Tirkiyê di Efrînê de şerekî qirêj dike. Bi her awayî derew û qirêjiyê di vî şerî de dimeşîne. Nikare pêş bikeve. Ha vaye nûçeyan niha got, “artêşa Tirk li gundê Şiyê gaza jehrî bi kar aniye.” Însan di nexweşxaneyê de hatine muayenekirin û di encamê de hatiye fêmkirin ku, li hemberî vana gaza sinîrê ya di cîhanê de qedexekirî hatiye bikaranîn.” Bala xwe bidinê; daxuyaniyên artêşa Tirkiyê her du rojan carekê dibêje, “em çekên yasayî bi kar tînin.” derew e. Ma ne ev li ber çavan e.
Cardin di Efrînê de ji 500 hezaran zêdetir însan jiyan dikin û ev 30 roj in her daîm bombardiman li wir dibe. Gund hatine xirakirin, li bajêr dixin. Di van hemûyan de zaiyatên sivîl jî hene, lê dewleta Tirkiyê dibêje, “heya niha me tenê yek sivîl jî nekuştiye.” Baş e, em ji cîhanê re dibêjin: Ka werin û binêrin, ev rast e, yan nerast e? Dibêje, “van wêneyên ku YPG di çapemeniya kurdî de belav dike li hinek deverên din pêk hatine, ev wêne ji wê derê girtine.” Lê berpirsiyarên nexweşxaneya Efrînê duh daxuyanî dan û gotin heya niha 170 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 460 sivîl jî birîndar bûne. Ev li wir derman kirine, rakirine. Heyeta doktoran vê dibêje.
Heqîqet li ber çavan e. Dagirkeriya Tirkiyê naxwaze heqîqetan bibîne. Esas dibîne, naxwaze îtiraf bike. Lê dinya dibîne, ew cardin naxwaze îtiraf bike. Bi awayekî pir ziwa derewan dike, bi ser ketina xwe digire. Dixwaze wisa êrîşa xwe li Efrînê weke rewa raber bike. Tu rewabûna vê êrîşa dewleta Tirkiyê nîn e. Li Efrînê gelek heye, civakek heye. Ew der axa Sûriyê ye, ne axa Tirkiyê ye û aşkere êrîşê li ser pêş dixe, hem jî êrîşeke hovane bi çekên herî pêşketî û bi çekên qedexekirî pêş dixe. Li Efrînê mafê mirovatiyê binpê dike. Ez binê vê xet dikim: Dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê mafê mirovatiyê binpê dike. Mixabin gelek dewlet vê dizanin û dengê xwe nakin. Gelek çavdêr vê dizanin, lê niha deng nakin. Mesela, çavdêrê mafê mirov ê Sûriyê ev aşkere anî ziman. Her kes dizane ku, ew sazî saziyeke bêteref e, ne aliyê Kurdan e. Wana jî anî ziman ku, dewleta Tirkiyê li Efrînê mafê mirov binpê dike, însanên sivîl dikuje. Ewqas berçav û aşkere ye. Ev dewlet dewletek hov e. Ev dewlet dewleteke terorê ye, li Efrînê terorê dimeşîne. Li Efrînê DAÎŞ’iyan, El Nûsrayan dixe şer û dixwaze wisa hovîtiyê li ser gelê Kurd bi rê bixe.
Lê belê gelê Kurd li hemberî vê çi dike? Bi rastî Şerê Gel ê Şoreşgerî dimeşîne. Yanî tiştê li Efrînê dibe, şerê gel e. Gelek e ku hemû singa xwe li ber her xeteriyekê vedaye, bi şervanên xwe re yekdest e û îro ew bi ser ketine. Ew îro serbilind in. Ne tenê ew serbilind in, gelê Kurd û hemû gelên demokrasîxwaz ên Sûriyê, Tirkiyê, yên herêmê giştî bi vê berxwedana gelê Efrînê serbilind in. Ez ji bo wê di serî de di vê berxwedana pîroz de di şexsê Avesta Xabûran, Barînan, Mazlûman, Artêşan de hemû şehîdên qehreman ên hatine dayîn bibîr tînim û sozê me dayî wana dubare dikim. Rast e, wana li Efrînê di berxwedaneke dîrokî de şehîd ketine, feqet wana şehîdên tevahî gelê Kurdistanê ne. Ew şehîdên tevahî gelên herêmê yên azadî û demokrasiyê ne. Cardin, ew şervanên di Efrînê de li hemberî vê hovîtiya dijmin vê destana qehremaniyê dinivîsin, em wana silav dikin û pîroz dikin. Gelê Kurdistanê, gelê Efrînê li wir berxwedana dimeşîne hêjayî her tiştî ye. Em wana jî silav dikin û pîroz dikin.
Bi kurtahî gelê me li Efrînê zafer girtiye. Ev zafer misoger e. Divê êdî tu kesek li ser vê teredûtê jiyan neke. Meha yekem qediya, serkeftina gelê me jî li Efrînê êdî bi her awayî zelal bû. Gelê me bi ser ketiye. Lê dijmin naxwaze vê qebûl bike, dixwaze dom bike. Mimkûn e hîn jî dirêj bajo. Ev jî rast e. Di serî de gelê me yê Efrînê û tevahî şervan û gelê Kurd, tevahî gelên piştevan ên demokrasîxwaz divê bizanin ku wê ev şer dirêj bajo. Ji ber ku li hemberî me dijminekî wekî pêlewanê ji ketinê têr nabe, heye. Yanî dagirkeriya Tirkiyê ku vana Jon-Tirk in, ew zû bi zû nabêjin em ketine, vê qebûl nakin. Wê hemû derfetên xwe pêşkêşî dewletan bikin ji bo piştevaniyê ji wana bigirin. Hemû derfetên xwe wê bimeşînin ji bo hinekî di astekê de rewşa xwe rizgar bikin. Di vê çarçoveyê de wê israra wana hebe. Ji bo wê jî tabî wê şer bajo. Lê êdî diyar e ku, kî şer vexwariye, wê kî bi ser bikeve. Ew bi xwe ketine, wisa dixwazin vê ketina xwe vegerînin, sererast bikin. Ew êdî ketine û ev diyar e.
Niha dagirkeriya Tirkiyê heya bajaran jî were, wer dixuye ku wê hîn zêde zaiyatên xwe zêde bibe. Yanî her ku bikeve hundir, wê hîn zêde li derdora wê çalakî pêş bikevin. Çiya û baniyên Efrînê hemû wê li wî bibin şervan. Wer dixuye. Bi rastî şêwazê ku şervanên Efrînê girtî, şêwazekî pir hêja ye. Belkî hinek kêmahiyên xwe hebin, lê esas terz û şêwaz girtine. Bi vî şêwazî eger kûr bibin, em bawerin wê bi ser bikevin. Li gorî em dişopînin û li gorî encamên vê mehê her kesê bêteref dema şîrove bike, wê bigihe vê encamê. Ji ber ku êdî encam dixuye. Çawa? Terzê gerîla jî dimeşînin, parastinê jî dimeşînin, bajêr jî diparêzin. Dizanin bi her şêwazî şer bikin. Ev performansek e. Xuya bû ku dagirkeriya Tirkiyê, artêşa Tirkiyê nikare YPG’ê.
Cardin ev xuya bû: Artêşa Tirkiyê digot “ez ê herim Reqayê.” Biçûya Reqayê, du salan jî nedikarî Reqayê bigire. Lê vê hêzê yanî YPG-YPJ’ê û QSD’ê bajarê Reqayê di nava çar meh û nîvan de ji destê DAÎŞ’ê girt. Yanî ev hêzeke wisa ye ku cewher tê de heye. Çima? Bawermend e, xwedan bawerî ye, fedaî ye. Ji bo wê jî ev hêz, heya ku gelê xwe jî wisa li pişt be wê hêzeke nekeftî be.
- Di vê pêvajoyê de rayedarên dewleta Tirkiyê li ser hev daxuyaniyên berevajiyê hev didin. Nimûne, dibêjin “Li Efrînê şer nîn e, şerê bi terorê re heye”, berî vê çend rojan wana gotin 1300 DAÎŞ’î di zîndanên Tirkiyê de girtî ne”, duh jî serokwezîr dibêje “Di zîndanên me de 10 hezar DAÎŞ’î hene”. Çima bi vî awayî axaftinên hevnegirtî dikin?
Sedema van daxuyaniyên wan ên bi vî şêwazî hevdû nagire, ketina wana ye. Esas ew ketine. Weke wana hêvî dikir derneket. Ji bo wê wisa bi awayek nakok tiştan dibêjin. Mesela dibêjin, “sîleya Osmanî”, berê Amerîka bi wê tehdît kirin, aliyên çep û rast bi wê tehdît kirin. Niha jî dibêjin, “me sîleya Osmanî lê xist.” Halbûkî wana bi xwe sîle xwariye! YPG’ê sîleya herî mezin li wana xistiye. Ew êdî wê jibîr nakin. Lê gotinên xwe wisa tim bilind in û dibêjin, “me sîle li wana xistiye.” Sîle çawa li mirov dikeve, gelê me di Efrînê de raber kir! Ez di vê baweriyê de me.
Eşkere ye, li Efrînê dewleta Tirkiyê şîdetê û terorê dimeşîne. Gelê Efrînê di hundirê aramiyê de jiyan dikir û wana teror birin Efrînê. Yên li kêleka artêşa Tirk jî jixwe yên ku her roj xelk qetil kirine. Meseleya DAÎŞ’ê min hinekî got, ez hinek din jî li ser bisekinim. Beriya vê du hefteyan wezîrê dadê yê Tirkiyê aşkere kir ku di zîndanên Tirkiyê de 50 hezar endamên Fetulahçî (wana dibêjin FETO), deh hezar PKK’lî û 1300 DAÎŞ’î hene. Duh li bajarê Mûnîhê yê Almanya konferansek di bin navê Konferansa Ewlekariyê de tê çêkirin. Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim li wir axivî û got, “di zîndanên me de 10 hezar DAÎŞ’î hene.” Gotinên kî rast in? Aşkere ev derew e! Zîndanên wana ji DAÎŞ’ê vala ne, DAÎŞ’î tê de tune ne. 1300 endamên DAÎŞ’ê di zîndanên Tirkiyê de hebûn, ew jî derxistine. Û em bang dikin ku, hêzên pêwendîdar bişopînin, herin teftîş bikin ku di zîndanên Tirkiyê de ka DAÎŞ’î hene, yan nîn in? DAÎŞ’î berdane, anîne li Efrînê xistine şer. Jixwe ew û DAÎŞ berê jî mûtefîkên hev bûn. Ma ne yê ku DAÎŞ kirî DAÎŞ û ewqas xurt kirî, ew bi xwe bûn? Îro di çapemeniya xwe de derxistine û dibêjin: “Me kesekî bi navê Îsmaîl girtiye, ev berpirsiyarê pêncemîn e.” Berê dihat gotin kesê yekemîn, duyemîn, sêyemîn; kesê pêncemîn jî me ji wana bihîst! Tiştekî wisa nîn e. Di nav DAÎŞ’ê de hinek kesên pirsgirêkên xwe bi Tirkiyê re heyîn, hene, wana tenê digire. Lihevhatina wan heye. Dewleta Tirkiyê aşkere derewan dike. Û di Efrînê de şerekî li dijî mirovatiyê dimeşîne, terorê dimeşîne, xirab dike. Erdnîgariyê, malan xira dike, însanan, zarokan, jinan dikuje, vê jî weke rewa raber dike. Mixabin di wê konferansê de însanan jî serokwezîrê Tirk guhdar kirine.
Ev cardin raber dike ku, em weke gelê Kurd divê vê yekê bizanin: Divê em bi xwe, bi hêza xwe, bi taqeta xwe ya cewherî xwe bînin ziman û xwe di raya giştî de ferz bikin. Em bi xwe xwe bikin. Divê mirov ji tu kesî çi hêviyê neke. Weke PKK, ev nêrîna me ya destpêkê ye. Rêber APO roja destpêkê ya derketî rê, li ser quweta xwe derket. Her tişt bi xwe, bi rêbazê xwe avakirinê girt dest, wisa ji yek kesî ket rê û heya roja îro hat. Quweta zatî ji bo me rêbazekî esasî ye. Tenê bi xwe bawer bike, bi xwe bi quweta xwe her tiştî ava bike. Niha cardin ev îspat dibe.
Dagirkeriya Tirkiyê, ji ber ku hinek derfetên aboriyê pêşkêşî hêzan dike, wisa hewl dide alîkariyê ji wana bigire. Mesela, bi Almanya re çi peyman çêkir? Ev kesê bi navê Denîz Yûcel berdan, em ji bo wî tiştekê nabêjin. Lê niha tê gotin, li miqabilê ku Almanya cebilxaneyê leoparkan bide Tirkiyê, ew berdan. Yanî li ser pişta gelê Kurd wisa bazirganiyeke qirêj tê kirin. Li ser xwîna gelê Kurd wisa bazarên qirêj tên kirin. Lazime em vê bizanin. Û em bi xwe êdî dikarin xwe bimeşînin. Niha di nav raya giştî de em bi xwe dikarin doza xwe bidin fêmkirin. Lazime miletê me hemû vê bizanibe. Rêxistinên siyasî, civakî vê bizanibin. Ji bo wê divê xwe bikin yek, di navbera wana de yekdestî hebe. Hem bi xwe em xwe bikin yek, yekîtiya neteweyî pêş bixin, hem jî bi hêzên hawirdorê yên demokrasîxwaz, çep, alîgirên azadî, demokrasî û biratiya gelan, ên bi perspektîfa Rêber APO ya Neteweya Demokratîk bawer dikin re îtifaqê xurt bikin. Em bi wana re mil bidin milê hev, wisa şoreşa îro heyî bikin Şoreşa Rojhilata Navîn. Erka li pêşiya hemû şoreşgeran bi esasî ev e.
Dixuye ku dewleta Tirkiyê wisa ji bo pêşî li pêla demokrasî û azadiyê bigire, ev êrîşkarî pêş xist û niha di vê yekê de jî tengav bûye. Ji bo wê bi her awayî derewan dike, bi her awayî tiştan berevajî dike. Bi kurtahî qirêjiyê dimeşîne û bi vê jî nagihe çi encamê. Lazime rayedarên vê dewletê bizanin ew li Efrînê bi gelekî re rû bi rû ne. Yên li hemberî wana vê berxwedanê dikin ev zarok in, ev jin, ev pîr, kal, ciwan in. Ew bi gelek wisa re rû bi rû ne. Ew dixwazin çavê xwe her ji vê re bigirin.
Rayedarên dewleta Tirk niha çi dibêjin? Dibêjin, “Em ê gelê Efrînê ji wir derbixin, ên li cem me bûyîn penaber têxin şûna wana.” Ji xwe re lê binêrin! Yanî dikin Kurdan ji Efrînê derbixin û xelkên ku ji Hemayê, Humûsê, Helebê koçberî Tirkiyê bûyîn têxin Efrînê. Heta heta yên wisa gotîn jî hene. Min bi xwe bihîst ku dibêjin: “Lazime em miletê Efrînê ji wir derbixin û bişînin Kobanê, bişînin wî aliyê Çemê Firatê. Bila niha herin rojhilatê Çemê Firatê, em ê dûvre li ser wana jî bisekinin.” Yanî dixwazin aşkere dagir bikin, miletê me ji Efrînê derxînin, bi vî awayî qirkirina neteweyî pêş bixin. Ev eşkere siyaseta qirkirinê ye.
Yek jî, divê ez vê bibêjim; ya rastî ne mimkûn e, lê ferzî mîsal ku em bibêjin, vana wisa pêk bînin, êdî dewleta Tirkiyê bi wê hişmendiya xwe ya Osmaniya nû û bi dagirkeriyê nema ji Sûriyê derkeve. Wê çi bibêje? Wê êdî Helebê bike hedef û bixwazibe Sûriyê li gorî xwe birêxistin bike. Armanca Tirkiyê niha ev e. Ji bo wê elbet hemû kesên li Sûriyê yên ji Sûriyê hez dikin, hemû welatparêzên Ereb ên Sûriyê, yên rejîmê jî daxil divê li hemberî vê heqîqetê bifikirin; yanî dagirkeriya Tirkiyê dixwaze çi bike? Rast e, belkî îro li Kurdan dixe, lê divê rayedarên Şamê, rayedarên li paytextê rûniştîn dilê xwe xweş nekin. Ev lêxistin sibe wê li hemberî wana jî bê bikaranîn. Yanî ev êrîş tenê ne li ser Efrînê ye, esas li ser Sûriyê ye. Ji bo wê hemû welatparêz û demokrasîxwazên Sûriyê pêwîste li hemberî vê armanca dagirkeriya Tirkiyê rawestin, tev bigerin. Dewleta Tirk bi awayekî fermî êrîş dike û vê aşkere jî dibêje, zêde înkar jî nake. Mesela, niha di Cerablûsê de li hemû quncikan resmê Erdogan bidar xistine, ala Tirkiyê rakirine, qeymeqam danîne wir, ew der kirine parçeyek ji axa xwe û dixwazin vê pêş jî bixin. Ji bo wê, her kesekî bi rastî welathez û demokrasîxwaz divê li hemberî vê destdirêjiya dagirkeriya AKP-MHP’ê bisekine.
- Bi taybetî der barê berxwedana Efrînê de ji bo gel û şervanên Efrînê weke peyam em nêrînê we bigirin.
Berxwedana Efrînê ku mirov çi li ser bibêje wê kêm be. Hem di aliyê şervanan de ev sekina fedaî û bi rastî taktîkên pêş xistîn, şêwazên ku bi rê xistîn pir hêja ye û hem jî gelê Efrînê sekina raber kirî, ji erdê heya ezmên cihê rêzdariyê ye. Gelê Efrînê di vê serdema em tê de dîrokekê dinivîse. Di aliyê têkoşîna gelan de li Çiyayê Efrînê îro dîrok tê nivîsandin. Bi rastî gelê me li Efrînê nimûneyeke pir nû pêş dixe. Yanî civakeke bawermend, bi axa xwe ve girêdayî, welatparêz çawa li hemberî tank, top û êrîşên hewayî yên herî mezin dikare singa xwe vegire? Li hemberî teknolojiya herî bilind îradeya gelan çawa dikare biçe serkeftinê? Nimûneya vê rastiyê îro li Efrînê eşkere dibe.
Li ser vê bingehê ji bo gelê Efrînê em ne yek carî, hezar carî spas dikin, wana pîroz dikin. Her Kurdek divê wisa nêzîk bibe. Ji ber ku ew îro li Efrînê bi kedek mezin, bi cesaretek mezin, bi qehremanî li ber xwe didin û serê me hemûyan pê bilind dibe. Û serê hemû gelê Kurd, hemû demokrasîxwazên herêmê, hemû kesên Ereb, Tirk, Tirkmen, Fars, hemû kesên bi rastî li hemberî vê dagirkeriya Tirkiyê bi vê berxwedanê bilind dibe. Serê mirovatiyê bi vê yekê bilind dibe. Ji ber ku gelekî wisa yê biryardar, bi axa xwe ve girêdayî, axa xwe terk nake û wisa şervanên xwe xurt dike. Sekina vî gelî ya li Efrînê şervanan xurt dike. Divê gelê me yê Efrînê bizanibe ku, sekina wan a li wê derê pir watedar e. Ji ber ku şervan li vê dinêre, jê cesaret digire, jê îlham digire û hîn zêde qudret pê re çêdibe, hêz pê re çêdibe, cesaret pê re çêdibe. Îro belkî gelê me di navenda Efrînê de ye, belkî niha li Cindirêsê di qebûyan de ye, lê ew sekinandina wan li wir di cengê de, di qada şer de dibe cesaret, dibe hêz û wisa egîdiya jin, egîdiya zilam li wir pêş dikeve. Bi rastî berxwedaneke gelêrî heye. Berxwedaneke kolektîf heye. Şerekî gelêrî heye. Vî şerî her kes dike. Bi qasî min lê nihêrî, tenê şervan şer nakin, esas gel hemû şer dike. Her kes bi rêbazekî şer dike. Hinek diaxivin, hinek mewziya xwe diparêzin, hinek ji gundê xwe naçin, hinek şer dikin, hinek agahiyê didin, hinek nan çêdikin, hinek avê tînin û hwd. Her kesek tiştekî dike. Em vê di dîmenan de dibînin û di dîmenan de wisa dixuye.
Yek jî, rast e, li derve, ji dûr ve axaftin belkî hêsan were. Bila gelê me qusûrê nenêre, lê em rewşa wana baş fêm dikin. Belkî em ne li wir in, lê li wir çi fedakarî tê kirin em dizanin. Bi çi cesaret û qehremaniyê li wir têkoşîn tê kirin em hîs dikin. Gelê me, wekî min berî niha jî got, dîrokekê dinivîse. Berxwedaneke serdemê ya dîrokî li wir pêş dixe. Ji bo wê, bi rastî ji bo tevahî hêzên demokrasiyê, azadiyê nimûneyeke pir balkêş e. Şehîd dan, şehîdên ji gel dan. Ew şehîd gişt şehîdên şoreşê ne, şehîdên vî gelî ne. Di oxira axa pîroz de xwîna xwe rijandine. Ji vê hêjatir û birûmetir tiştek nîn e. Ew her tim taca serê me ne, taca serê vî gelî ne. Ji bo wan rûmet û şerefek e.
Gelê Efrînê yê qehreman, li kêleka wana şervanên wan ên bişeref îro ji tevahî dinyayê re peyamê dişînin. Li hemberî vê, li kêleka vê divê em weke Kurd hem weke Tevger, hem jî weke gel çi li ser me dikeve divê em wê bikin. Kî çi li ser dikeve, em wê bikin. Hemû ciwanên Kurd, hemû gelê Kurd, hemû xelkên herêmê divê li hemberî vê fedakarî û qehremaniya şervan û gelê Efrînê bêdeng nemînin. Eger mirov bêdeng bimîne, dîrok wê mirov dadgeh bike. Ji bo wê her ciwanek, her jineke Kurd, her zilamekî Kurd, her ciwanekî/e Kurdistanê mutleqa pêwîste di vê der heqê de erka xwe pêk bîne.
Îro li Ewropa gelê me çalakvaniyê pêş dixe. Duh mîtingeke pir mezin li Strasbûrgê ji bo şermezarkirina 19. Salvegera Komploya Navdewletî û ji bo êrîşkariya li ser Efrînê çêkirin. Fedakariyeke mezin e, em hemûyan pîroz dikin. Em hemû kesên beşdarî van çalakiyan dibin pîroz dikin. Lê divê em hîn zêde hinek tiştan bikin. Hîn zêde tiştên ku mirov li hemberî vê qehremanî û fedakariya Efrînê bike, hene. Bi taybetî gelê me yê Rojavayê Kurdistanê, li gorî min xelkên li aliyê Kobanê, Cizîrê, heta yên Minbicê, Reqayê, Tebqayê weke xelkên hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê tenê li gel xwe meş bikin û wisa piştevaniyê bikin, ev têrê nake. Divê ew jî bi girseyî biçin Efrînê. Carekê çûn, divê hîn zêde li wir bimînin. Yanî divê hîn zêde piştevaniyê bikin, hîn zêde hevbeşiyê pêş bixin. Ev erk dikeve ser her kesî.
Bi rastî dema mirov axaftinên wan dayikan guhdar dike, axaftinê wî ciwanê hêja, wî generalê pêşerojê guhdar dike, em bi xwe ji xwe re dibêjin ku, mirov ji bo xatirê vî gelê wisa xoşewîst û hêja ne carekê, sed caran jî xwe feda bike, dîsa di cih de ye. Bi rastî jî wisa ye. Li Efrînê gelekî pir hêja heye, fedakariyeke pir mezin heye. Em niha hewl didin ku bi rastî çawa mirov li hemberî vê qehremaniya wana li cihê xwe erka xwe bike, berpirsiyariya xwe pêk bîne. Ev ji bo her kesî divê wisa be.
Ez bawerim ruhekî neteweyî li her cihî çêbûye, kelekelek heye. Di pêşengiya gelê Efrînê de îro di giştî Kurdistanê de kelekelek heye. Em bawerin ev kelekel wê cardin di pêşengiya wan şervanên qehreman û gelê Efrînê yê qehreman û bi şeref de bigihe serkeftinê, bigihe encamê. Ev meş, meşa demokrasiyê ye, meşa azadiyê ye, meşa xuşk û biratiya gelan e, meşa pêşeroja Rojhilata Navîn e. Wisa hêja ye. Û gelê me îro li Efrînê pêşengiya vê dike. Divê ew bi vê yekê serbilind bin. Belkî berdêl didin, şehadet çêdibin, lê rûmetek mezin jî ava dibe, jiyan dikin. Gelê me û her kesek li pişt wana ye. Ew ne bi tenê ne û wê bi ser bikevin. Hêvî û baweriya me ev e.
Em bi vê hêvî û baweriyê cardin ji bo tevahî berxwedêr û gelê Efrînê silav û rêzên xwe pêşkêş dikin.