Çadirên dewletê WAN naparêze
A+
A-
Li Wanê piştî erdejên mezin pêk hatin û welatî derbasî çadiran bûn jiyanek zor û zahmet dest pê kir. Li gel ku Serokwezîr Erdogan hat Wanê û bi çavê xwe zor zahmetiyên wilatiyan dît jî dîsa got "heta meha tebaxê di çadiran de îdare bikin, em dê ji were avahiyên prafabrîk çêkin" Lê ji ber ku şertên zivistanê pir dijwarin û sermaya wê gelek zêde ye, welatî nikarin xwe li hemberî sermayê biparêzin. Ji ber ku çadirên dewletê yên Kizilayê welatiyan germ nake, welatî ji bo hundirê çadirê germ bikin, bi derfetên xwe birandayan dikirin û qatekî din davên ser çadira xwe. Welatî bi defretên xwe pirsgirêkên xwe çareser dikin. DÎHA (Fotoğraf: Güler CAN)
Bêjeyên Miftehî çadirên,dewletê,wan,naparêze