1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Çalakiya berxwedana kon didome
Çalakiya berxwedana kon didome,çalakiya,berxwedana,kon,didome

Çalakiya berxwedana kon didome

A+ A-

AMED (DÎHA) - Li Farqînê çalakiya berxwedana kon da ku bi boneya şeremazkirina qetliyama Licê û çêkirina qereqol-qaleqol û bendavan hatibû lidarxistin, di 2'emîn roja xwe de didome.

Li navçeya Farqîna Amedê, 2 roj beriya niha li ser rêya gundê Hindêsa ku di sêgoşeya Farqîn, Qulp û Hezroyê de ye, bi armanca şermezarkirina qetliyama Licê û çêkirina qereqol-qaleqol û bendavan çalekiya kon hatibû destpêkirin. Di çarçoveya çalakiya ku deyemîn roja xwede didome û ji aliyê înîsiyatifên Gel yên Farqîn, Hezro û Pasûrê ve hatibû destpêkin de konek din hate vedan.

Welatîyan di navbera xwe de komun avakirine û bi rêya komunê pêdiviyên xwe bi cih tînin. Xebatkarên şaredariyên Pasûr, Hezro û Farqîn, li gel rêxistina navçeya BDP'ê çûn serdana welatiyan û bi hev re govend gerandin. Li aliyê din, gundiyên li derdorê jî diçin serdana konên çalakiyê. Dîsa, ciwan jî li ser rêya herema kon lê hatiye vegirtin, kontrola nasnameyan dikin. Di vê navberê de leşkeran jî li ser rêya gundên Sêdeqna ya li ser Farqînê û Zergûsa li ser Hezroyê, nuqtêya qontrolê danîne, plaqayên wesayîtan qeyt dikin û qontrola nasnameyan dikin.

(hş/lg)


Bêjeyên Miftehî