Çalakiya demokratîk a herî bi nirx boykota dibistanan e
Cemîl Bayik: Dema valakirina dibistanan hatiye!
Cemîl Bayik
2013-09-16 / Azadiya Welat
Malbatên kurdan tevî zarokên xwe dê hefteyeke dibistanan boykot bikin û pê re daxwaza xwe ya ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî bînin ziman. Perwerdeya bi zimanê zikmakî ku daxwaza hemû kurdan e û ji aliyê beşeke mezin a raya giştî ya Tirkiyeyê ve jî ev maf tê parastin dê careke din bibe mijara sereke ya rojevê. Dê bi vê boykotê re nemeşrûbûna qedexeya li ser perwerdeya zimanê zikmakî ku îfadeya herî şênber a israra qirkirinê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve tê meşandin e, careke din derkeve pêş. Qedexeyeke ku ev çend nemeşrû ye zehmet e ku demeke dirêj were pêşxistin.
Bes carekê ku mirov bifikire ev qedexe li ser gelê tirk û zarokên gelê tirk tê pêşxistin jî dê nîşan bide bê ka ev qedexe tê çi wateyê. Ji vê yekê wêdetir zilmeke giran û pêkanîneke wiha dermirovahî tune ye. Heke ku îro roj li Tirkiyeyê ev yek hêj tê parastin û pêşxistin, ev yek destnîşan dike ku civaka tirk di warê maf, edalet û wekheviyê de çi qas hatiye bêhestiyarkirin. Dewleta tirk bi van pêkanînên xwe re di esasê xwe de gelê Tirkiyeyê jî di bin şerm û tohmetê de dihêle. Dewlet û hikûmet sûcdar in, lê kesên ku li hemberî polîtîkayên dewletê dengê xwe dernaxin û bêdeng dimînin jî xwedî berpirsiyarî ne.
Heke ku di sedsala 21’an de dewleta tirk hê jî qedexeya perwerdeya zimanê zikmakî didomîne, ev yek bi awayekî vekirî tê wateya, israra daxwaza pêşxistina qirkirina çandî ya li ser kurdan. Gotina “perwerdeya bi zimanê zikmakî dê gel parçe bike” tê wateya dê tirkkirina kurdan heta dawiyê berdewam bike. Li ser rûyê cîhanê tu welatekî nemaye ku vî sûcê wisa vekirî biparêze. Heke ku îro radibe li nav çavên welatên dinyayê dinêre û bibêje “ez vê pirsgirêkê çareser nakim” jî ji ber vê sedemê ye.
Heke ku Tirkiye di warê perwerdeya zimanê zikmakî de veguherîna zîhniyetê bijî û pêş bixe dê çareseriya pirsgirêka kurd jî hêsan bibe. Wê demê dê îtiraz neke ku kurd xwe bi xwe, xwe bi rê ve bibin. Ew di wê fikrê de ne û dibêjin ku heke ew mafên xwebixwebirêvebirinê bidin kurdan, em ê nikaribin qirkirina çandî bidomînin. Li ser vî esasî wisa xuya dike ku naskirina du mafan ketiye nav hev. Îro roj demokrasî wekî xwebixwebirêvebirina civakê tê fêmkirin. Yan na êdî kesekî bi hilbijartinan ji destnîşankirina rêveberiyê re nebêje demokrasî. Têgihîştina AKP’ê ya demokrasî ji dengên ji sindoqên hilbijartinê derdikeve bi qasî ku tu tişt ji demokrasiyê fêm nake wêdetir, înkara demokrasiyê ye. Li tu welatekî demokratîk perwerdeya bi zimanê zikmakî nikare were qedexekirin. Heke li cihekî civak nikaribe bi zimanê xwe perwerdeyê bibîne li wir demokrasî jî tune ye. Bi tenê dîktator heta dîktatorên şoven û faşîst hewl didin ku perwerdeya zimanê zikmakî qedexe bikin. Li Tirkiyeyê îro roj hê jî pergaleke çewsîner û tundîparêz heye. Serokwezîr her roj bi axaftin û daxuyaniyên xwe, datîne holê ku ew dijberî demokrasiyê ye. Her çend bibêje ku “ji min dîktator dernakeve” jî ev bes demagojî ye. Kesên ku dîktator in jî çar dest û çar piyên wan tune ne. Heke ku îro roj deh hezar siyasetmedarên kurd di zindanan de bin ji vê vekirîtir dîktatorî tune ye. Di Qirkirina Ermeniyan a di 24’ê Nîsanê de dest pê kir jî ev qas mirov nehatibûn girtin. Taybetmendiya dîktatoran a herî vekirî ew ku muxalifên xwe dixin zindanan. AKP jî vê yekê bi awayekî pir vekirî dike. Heta li cîhanê tu hikûmetekê bi qasî wê mirovan ji ber sedemên siyasî nexistiye zindanan. Di dema darbeya 12’ê Îlonê de jî bi hincetên ew qas pûç û vala ev çend mirov nehatibûn girtin.
Li cîhanê kîjan dîktatorî gotiye “Jin be jî, zarok be jî, ya tê xwestin emê pêkbînin.” Tenê dîktatorên faşîst dikarin hevqasî bêperwa bin. Cihekî ku bi hezaran girtihên ku xwe na spêrin tu bingehî hebin li wir faşîzm û dîktatorî heye. Tenê di dîktatoriyên faşîst de perwerdeya zimanê zikmakî tê qedexekirin.
Zarok wê hefteyekê neçin dibistanê. Malbat û zarok wê li pêşiya Midûriyetên Perwerdeya Neteweyî meşan li dar bixin û li kêleka vê yekê zarok dê Sonda me ya bi tirkî jî protesto bikin.
Hêna jî li dibistanan xwendina sonda tirkbûnê rastî û têgihiştina AKP’ê nîşan dide.
Ger înkar û asîmîlasyon biqediya pêwîst bû destpêkê sonda tirkbûnê bihata rakirin. Li cihekî ku hêna sonda tirkîtiyê tê xwendin dikare qala rakirina kêjan înkar û asîmîlasyonê were kirin. Sonda tirkbûnê ne di makeqanûnê de ne jî di qanûnan de cih digire. AKP dikaribû giştînameyekê rake. Lê vê yekê nake. Ji ber ku AKP, CHP û MHP di mijara ziman de xwedî heman têgihîştinê ne. Di guftûgoyên li ser makeqanûnê de her sê partî di mijara ziman de mîna partiyekê tevdigerin. Her sê partî jî xwedî fikra, “Perwerdeya bi zimanê zikmakî dê welat parçe bike” ne. Kurd bi beşdariya bilind a boykota dibistanan û protestoyên bi hêz dê karakterê van sê partiyan raxin ber çavan. Îsal kampanyaya ji bo zimanê zikmakî dê bihêztir derbas bibe û hikûmetê bêhtir bêzar bike. Ne tenê ji bo dewlet û hikûmetê ji bo her kesî wê were nîşandan ku heta perwerdeya bi zimanê zikmakî nebe demokrasî nabe. Ji ber vê yekê boykota îsal gelekî girîng e.
Ger hikûmet di vê mijarê de gavê neavêje sala were ne hefteyek mehekê dikare boykot pêk were. Piştî wê jî çi dibe bila be boykota dibistanê berfirehtir û dirêjtir dikare were girtin û tevkujiya çandî dikare bi şêwezekî pratîkî were rawestandin. Nêrîna siyasî çi dibe bila be divê hemû kurd dibistanan rawestînin û perwerdeya zimanê zikmakî ferz bikin.
Divê hemû kurd baş derxin zanistiyê ka dibistan tên çi wateyê. Armanc û wateya van dibistanan baş were nîşandan. Yên ku zarokên xwe bişînin dibistanên tirkî divê xwe bi zexta civakî re rû bi rû bibînin. Ger atmosfereke bi vî rengî were afirandin kes zarokên xwe naşîne dibistanên tirkî. Bi gotineke ji rêzê wê di bin zexta dedorê de bimînin û mîna piraniyê ew jî zarokên xwe naşînin dibistanan. Êdî dema nîşandana helwesteke civakî û valakirina hundirê dibistanan e.
Kêliya şikandina zîhniyeta tevkujiya çandî ya dewleta tirk jî bi vî rengî dikare pêk were. Ji ber vê yekê gelê me û hemû hêzên demokratîk divê boykota dibistanan cidî bigirin û pêwîstiyên wê bi cih bînin.