Çalakiya Gokkan ket roja 5'emîn
11:46 03.11.2013 1 / 8 MÊRDÎN (DÎHA)- Ji bo Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan a 5 roj in bi armanca şermezarkirina "dîwarê şermê" yê di navbera Nisêbîn-Qamişlo de tê lêkirin, dest bi rojiya mirinê kiriye piştgirî û destek zêde dibin.
Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan a bi armanca şermezarkirina "dîwarê şermê" 5 roj in dest bi rojiya mirinê kiriye çalakiya xwe berdewam dike. Ji bo piştgirîdayîna Gokkan welatî bi defan heta derengiya şevê ku stranên kurdî dibêjin, dirûşmayên "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana Eyşe" qîr dikin. Her diçe rewşa tenduristiyê ya Gokkan nebaş dibe. Her wiha li avahiya ku hilbijartiyên BDP'yî ji duh ve dest bi greva birçîbûnê kirine pankarta, "Li hemberî dîwarên şermê bijî greva me ya birçîbûnê" hat daliqandin.
Welatî ji malên xwe lihêf û doşekan tînin cihê çalakiyê. Her wiha wezîfedarên BDP'yî ewlekariya kolana ku lê çalakî pêk tê digirin. Tê payîn ku danê nîvro di nav wan de Hevseroka Giştî ya KCD'ê Aysel Tugluk, Serokwekîla Koma BDP'ê Pervîn Buldan jî ku heye, gelek nûnerên saziyên civaka sivîl bên serdana Gokkan.
(yş/mae)