Çalakiya li ber Qereqolê didome
COLEMÊRG (DÎHA) - Welatiyên li gundê Navberojan dijîn li dijî çêkirina qereqola nû ya li ser sînor tê çêkirin û hevdîtina wan bi xizmên wan re asteng dike duh li ber qereqolê dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn û çalakî berdewam dike.
Welatiyên li gundê Navberojan a navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi armanca şermezarikirina çêkirina qereqolên nû tê çêkirin, paqijnekirina mayînan û astengkirina hevdîtina bi xizmên wan ên li Herêma Federal a Kurdistanê duh serê sibê li ber Qereqola Navberojan dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn. Çalakiya welatiyan berdewam dike û diyar kirin ku heke înşata qereqolê neyê rawestandin dê çalakiyên xwe berdewam bikin. Welatiyan bi wesayîtên li ber qereqolê parqkirin derbasbûna wesayîtan girtin.
Li aliyê din welatiyan anî ziman ku leşkerên li ser riya Zîniya Bedrî pêkanînên keyfî pêk tînin û çalakiya xwe ya duh dan destpêkirin berdewam dike. Hate hînbûn ku heyeta ji rêxistinên sivîl ên civakî yên Şemzînan û Geverê jî jib o pirsgirêkên li herêmê bibîne dê biçin herêmê.
(bd)