1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Çalakiya mertalên zindî di roja 2'emîn de didome
Çalakiya mertalên zindî di roja 2'emîn de didome,çalakiya,mertalên,zindî,di,roja,2,emîn,de,didome

Çalakiya mertalên zindî di roja 2'emîn de didome

A+ A-

AMED (DÎHA) - Çalakiya mertalên zindî yên li taxên Hasirli, Fatîhpaşa û Cemal Yilmaz ên navçeya Sûrê ya Amedê hatiye destpêkirin di roja 2'emîn de didome.

Polîsên AKP'ê şeva 21'ê tebaxê êrîşî ser navçeya Sûrê ya Amedê kirin û welatiyên Amedê ji bo pêşiya êrîşên polîsan bigirin li taxên Hasirli, Fatîhpaşa û Cemal Yilmaz dest bi çalakiya mertalên zindî kiribû ket roja duyemîn. Ciwanên navçeyê jî ji bo parastina gel hendek kolan û rê li têketina taxê girtin. Polîsên ku rastî nerazîbûna ciwanan hatin, bi guleyên rast êrîşî ciwanan kirin. Di encama êrîşê de ciwanek 20 salî ji aliyê polîsan ve hat înfaz kirin û gelek kes jî birîndar bûn. Ji bo rawestandina êrîşên polîsan gelê taxên Hasirli, Fatîhpaşa û Cemal Yilmaz duh çalakiya mertalên zindî dan destpêkirin û îro di roja 2'emîn de didome.

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Edîp Berk çû serdana welatiyan û piştgirî da çalakiyê.

(byt-ek/wk)