1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Çalakiyên ji bo piştgiriya Rojava zêde dibin
Çalakiyên ji bo piştgiriya Rojava zêde dibin,çalakiyên,ji,bo,piştgiriya,rojava,zêde,dibin

Çalakiyên ji bo piştgiriya Rojava zêde dibin

Li seranserê cîhanê, çalakiyên ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê her ku diçe zêdetir dibin

A+ A-

Li Berlînê şeva piştigirya bi Rojava re BERLÎN Li paytexta Elmanya Berlînê, bi armanca piştgirîdayîna gelê Rojava, şevek hat lidarxistin. Hevserokê PYD'ê Salih Muslim li vê derê axivî û banga "Gelê Rojava bi tenê nehêlin" li çar parçeyên Kurdistanê kir.

Li paytexta Elmanya Berlînê, Kurdistanî û dostên wan, duh bi armanca piştgirîdayîna gelê Rojava hatin cem hev. Şeva piştgiriyê ji aliyê Heyva Sor a Kurdistanê û Federasyona Komeleyên Kurd li Elmanyayê (YEK-KOM) ve hat organîzekirin û girseyeke qelebalix beşdar bû.

Di çalakiyê de Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, Hevserokê YEK-KOM'ê Yuksel Koç û Parlamenterê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî axaftin kirin. Di peyamên li şevê hat dayîn de, êrîş û komkujiyên li Rojavayê Kurdistanê hatin şermezarkirin û banga hişyariyê li raya giştî ya Kurd û Elman hat kirin.

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim banga "Gelê Rojava bi tenê nehêlin" li Kurdên li çar parçeyên kurdistanê kir. Çalakî bi stranên Xelîl Xemgîn, Kawa û Bengî Agirî bi dawî bû.

Di vê navberê de wê roja 7'ê Îlonê li Berlînê ji bo gelê Rojava meş û mîtîngek bê lidarxistin. Meş wê saet di 13.00 de li qada Hermanplatzê destpê bike.

LI KASSELÊ PÎROZBAHIYA 15'Ê TEBAXÊ

Li Komeleya Çanda Kurd a li bajarê Elmanya Kasselê jî, bi wesîleya 29. salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê pîrozbahiyek hat lidarxistin. Pîrozbahiya ku bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên Kurdistanê destpêkir, heta êvarê bi muzîkê dewam kir.

Wekî din, bi armanca balkişandina ser rewşa li Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Hildesheimê dezgeha agahdarkirinê hat danîn. Li dezgehê behsa komkujî û êrîşên li dijî gelê Rojava hatkirin û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên Kurd ên siyasî, îmze hatin berhevkirin.

Li Moskowayê çalakiya piştgiriya bi Rojava re ÊRÎŞ QOSER - MOSKOWA Kurdistaniyên li Rûsyayê dijîn, bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteya El Nûsra û piştgirîdayîna berxwedana gelê Rojava, li paytext Moskowayê çalakiyek lidarxistin. Di çalakiyê de bang li raya giştî ya navnetewî hat kirin ku li hemberî komkujiyên El Nûsra bêdeng nemîne.

Kurdistaniyên li paytexta Rûsyayê Moskowayê dijîn, ji bo pişgiriyê bidin têkoşîna gelê Rojavayê Kurdistanê û êrîşên komên çete şermezar bikin, duh danê êvarê saet di 17.00’dan de li meydana VDNX di çalakiyek girseyî de hatin cem hev. Çalakiya ji hêla Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya Kurdên Federasyona Rûsyayê ve hat organîzekirin.

Di çalakiyê de Serokê Yekitiya Saziyên Kurd a Navneteweyî Mêrab Şemoyev, Serokê Organîzasyona Parastina Mafên Kurdên li Moskowayê “Mezopotamya” Rafîkê Kamil, Cîgira Seroka Oranîzasyona Viyan a Jinên Kurd li Moskowayê Jûlyeta Reşoyan, Nûnerê PYD’ê yê li Rûsyayê Ebd Selam Elî, Nûnerê Ciwanên Kurd ê Moskowayê Şexmûs Hisên, Endamê Rêxistina Yekîtî (Rojava) Ebdurezak Îsmaîl, amade bûn.

Kurdistaniyan di çalakiyê de pankartên bi nivîsên "em li dijî terora li Sûriyê ne”, “Kurdên Rûsyayê bi Rojavayê Kurdistanê re ne”, “ ji tecrîda Rojavayê Kurdistanê re na”, “bêdengiya raya giştî hevpariya sûce” vekirin û wêneyên komkujiyê hilgirtin.

Di çalakiyê de Serokê Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya Kurdên Federasyona Rûsyayê Ferhat Patiyev komkujiya li dijî gelê Kurd şermezar kir û got: “Em komkujiya li Rojavayê Kurdistanê rû daye, bi tundî şermezar dikin. Gelê Kurd li ku derê dinyayê dibe bila bibe wê li hemberî vê tawana dijmirovane bêdeng nemîne.”

Di dawiya axaftina xwe de Patiyev got: “Em bang li dewleta Tirk dikin ku piştgiriyê nede komên çete û ji çareseriya siyasî ya li Sûriyê re nebe asteng. Pêwîste hêzên navneteweyî wek demên bihurî nebin hevparên komkujiya li dijî gelê Kurd û helwesta xwe li gor rêzikên navneteweyî diyar bikin. Bangawaziya me ji dewleta Tirk ewe ku di demeke kurt de deriyê sînor ji bo gihandina alîkariyên humanîter veke.”

Çalakiya ku li pêwendiyeke mezin rast hat, bi strana "Lêxin Birano" ya hunermendê Kurd Grîşa Amoyev bi dawî bû.

Li Ûkraynayê kampanya alîkariyê ji bo Rojava ODESSA / XARKOV Kurdistaniyên li Ûkraynayê dijîn, kampanya alîkariyê ya beriya 15 rojan ji bo Rojavayê Kurdistanê dabûn destpêkirin, bi encam kirin. Di vê çarçoveyê de di nava 15 rojan de 55 hezar dolar ji bo Rojava hatin komkirin.

Kurdistaniyên li bajarên Odessa û Xarkov ên Ûkraynayê dijîn, kampanya xwe ya alîkariyê ya beriya 15 rojan dabûn destpêkirin, bi encam kirin. Di encama xebatên 15 rojan de 55 hezar dolar alîkarî ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê hat komkirin.

Heyeteke ji komîteya alîkariyê ya bajarê Xarkov Emîn Kûrt û Adîl Muslim û ji komîteya bajarê Odessayê Mûstafa Abo û Mehmed, alîkariya hat komkirin birin Rojavayê Kurdistanê û radestî rayedaran kirin.

Li Wargehê Konê piştgiriya bi Rojava re MEXMÛR Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî, Komalên Ciwan bi dirûşma 'Roj roja herikîna ber bi Rojava ye' konê piştgiriyê veda.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî, ji bo piştgiriya gelê Rojava konê alîkariyê hat vedan. Konê duh hat vedan wê heta sibê vekirî bimîne û nobed bê girtin.

Endama Komalên Ciwan Fatma Uren li vir axivî û got "Herçend Rojavayê Kurdistanê herêmeke biçûk be jî her dem bûye alîgirê têkoşînên azadiyê yên gelê Kurd. Gelê me yê Rojava ji bo jiyanek azad û Sûriyeyeke demokratîk her dem di nava têkoşînê de ye. Rojava di têkoşîna demokratîk a gelê me de xwedî girîngiyek statejîk e. Her wiha emê bibin perçeyek ji têkoşîna li wê derê tê meşandin. Li dijî hêzên ku ji her alî çeteyan tînin û bi êrîşan dajon ser gelê me, emê li cem gelê xwe cih bigirin. Ev çalakî ji bo me destpêkeke.""

Piştî daxuyaniyê filma bi navê Qurban ku li Mexmûr hatibû çêkirin hat nîşandan. Li binê kon pêşbirkên zanyariyê hatin organîzekirin û stran hatin gotin.

Komalên Ciwan wê sibê bi mîtîngekê li gel TEV-ÇAND'ê dawî li vê çalakiya xwe bîne.

ANF