"Çalakiyên Kurdan 'êrîş' in"
Li gorî dozgerê Alman hemû çalakiyên Kurdan 'êrîş' in
Perwer Yaş Berlîn - Li Almanyayê doza siyasetmedarê Kurd Alî Îhsan Kitay êdî dibe wekî şanoyekî komediyê. Dozger hemû peyvên "çalakî" wekî "êrîş" wergerand Almanî û îddia kir ku TAK jî rêxistinekî PKK'ê ye û ji bo vê jî ji înternetê çend agahiyên sosret nîşan da. Herwiha dadgeh qebûl nake ku kesên di warê tevgera Kurd de pispor in, di dozê de şêwirmendiyê bikin.
Rûniştina doza siyasetmedarê Kurd Alî Îhsan Kitay ku cotmeha 2011'an li Hamburgê di çarçoveya madeya 129b ya qanûna terorê de hate girtin, berdewam dike. Kitay, doh li Dadgeha Bilind a Eyelata Hamburgê cara 23'yemîn derket pêşberê dadgehê. Rûniştina dî jî hate dê 11'ê Çileya 2013'an pêk were.
Kitay 20 salan di girtîgehên li Tirkiye û Kurdistanê de ma û salekî zêdetir e jî li Almanyayê bêyî ku bê darizandin, di girtîgeha Damtorê de tê ragirtin. Kitay ji gulana 2007 û îlona 2008 ve bi hinceta rêveberê PKK’ê yê bakûrê Almanyayê tê darizandin. Doza Kitay, ji bo 5 aktîvistên Kurd ên li Almanyayê tê darizandin jî wekî doza sereke tê dîtin.
YÊN HERÎ ZÊDE TÊN GOTÛBÊJKIRIN
Almanya pîştî êrîşên 11'ê Îlonê, di çarçoveya qanûnên “dijî terorê” de, qanûna 129b amade kirin. Ev qanûn rêxistinên biyanî yên çalakiyên tundiyê li dar xistin, dixe bin çavdêriyê û dişopîne. Sala 2010'an Dadgeha Federal a Almanyayê ragihand ku dozên PKK’ê jî dikevin nava vê madeyê. Lê belê di doza Kitay de êdî ev xal zelal e; Sîstema dadê ya Alman derbarê bûyerên li Kurdistanê, tevgera Kurd û PKK'ê de qet tiştekî nizane.
DADGEHÊ HEYA NIHA NAVÊ BDP'Ê NEBIHÎSTIYE!
Di doza Kitay nezaniya Alman êdî dibe mijara pêkenokan. Wekî mînak desteya dadgehê heya niha navê Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP)'ê qet nebihîstiye û di derbarê vê mijarê de agahî ji parêzeran wergirt. Herwiha belgeyên ku ji aliyê dozger û polîsan ve tên pêşkeşkirin jî balkêş in. Di rûniştina doh de parêzeran îspat kirin ku polîs di belgeyan de hemû peyva "çalakî" wekî "êrîş" wergerandiye Almanî.
Herwiha ji bo PKK'ê rêxistinekî "terorîst" were nîşandan jî dozger hewl dide ku têkiliyekî PKK'ê û TAK'ê bibîne û balkêş e ku ji bo vê jî tenê serî li înternetê daye. Dozger agahiyên bê çavkanî ku ji înternetê berhev kir pêşkeşî dadgehê kir. Parêzer jî derbarê şerê li Kurdistanê û binpêkirinên mafê mirovan agahî dan û gotin; "PKK, ji bo gelê Kurd tekoşînê dimeşîne."
Lêbelê daxwaza parêzeran a "bila dadgeh derbarê rewşa Kurdistanê serî li şêwirmendan bide" nehat qebûlkirin. Wekî şêwirmend navên jî Prof. Dr. Norman Paech û Prof. Michael Bode ku di mijara tevgera Kurd de pispor in, hate pêşkeşkirin.
DOZÊN SOSRET!
Di rûniştina meha Îlonê de jî, ji bo agahî derbarê pêkhateyên PKK û KCK’ê de bide, bang li Şefê Daîreya Krîmînal a Federal a Almanyayê (Bundeskriminalamt-BKA) hate kirin. Lê aşkere bû ku tu agahiyên şef ji PKK û şerê li Kurdistanê tune ye. Şefê polîsan agahiyên pir kêm da dadgehê, agahiyên ku derbarê PKK’ê de dan jî yên beriya sala 2006 bûn. Şefê polîsan got; “Ji tekstên ku min xwendin min îdeolojiya PKK’ê fêm nekir.”
Ji bilî doza Alî Îhsan Kitay bi heman awayî çend dozên dî jî li Almanyayê dimeşin. Li Stuttgartê ciwanên Kurd Ridvan Ozmen û Mehmet Akan tên darizandin. Herwiha meha borî Metîn Aydinê ku hezîrana 2011’an ji ber daxwaza rayedarên Alman li Swîsreyê hatibû girtin, radestê Almanyayê hatibû kirin.
ANF NEWS AGENCY