1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Çalakiyên xwedîderketina Kobanê didomin
Çalakiyên xwedîderketina Kobanê didomin,çalakiyên,xwedîderketina,kobanê,didomin

Çalakiyên xwedîderketina Kobanê didomin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) – Bi deh hezaran kesên ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê şeremezar kirin bi şev li kolanan bûn û bi çalakiyên xwe piştgirî dan YPG û YPJ’ê.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobalê li Durîyana Girtîgeha Kevn li konê berxwedanê çalak îli dar xistin. Pankartên “Yên di jiyanê de bi ser nekevin nikarin di şer de bi serkevin” “An Kobanê yan mirin şer şer şer” li cihê konê hatin daliqandin. Welatiyan li qadê agir pêxistin fîşekên hewayî pêxistin. Welatiyên ku heta saetên dereng ên şevî şiyar man pêvajoya siyasî nirxandin û nobet girtin.

Li Sîlopiyê çalakî didomin

Li navçeya Sîlopiya şirnexê lig elek taxan ji bo piştgiriya Kobanê, şermezarkirina êrîşîn çeteyên DAIŞ’ê û piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo çeteyan hate şermezarkirin. Welatiyan Riya Îpekê ji trafîkê re girtin. Polîsan êrîşî gel kirin. Li ser vê ciwanan bi kevir, Molotof û fîşekên hewayî bersiv dan polîsan û pevçûn derket. Di pevçûnan de li taxa Ofîsê û taxa Cudiyê du wesayitên bi zirxî hatin qulubandin. Li ser vê leşker û polîsan bi guleyên rasteqîn êrîşî gel kirin.

Di pevçûnê de mirî yan jî birîndar hene yan tune ne agahî nehat wergirtin. Ji ber gaza îsotê ya polîsan di mala waletiyekî de şewat derket. Di encama şewatê de zirara madî çêbû û wesayîteke welatiyekî zirar dît.

Piştî bûyeran lig elek navendên navçeyê wesayîtên leşkerî hatin bicihkirin li hin deveran jî kontrola nasnameyan hate kirin. Bûyeran heta saetên dereng ên şevê berdewam kir.

Girtiyên siyasî ji bo Kobanê biryara çalakiyê ya meheke girtin

Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa F a Edeneyê ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê biryara meheke derkenekina hevdîtinan girtin. Girtiyên ku bi telefonan li malbatên xwe geriyan diyar kirin ku bila vê mehê neyên hevdîtinan û biryara derneketina hevdîtinan girtine.

Li Girtîgeha Sîncanê ji bo Rojava kampanyaya alîkariyê

Li aliyê din girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê ji bo Rojava û Kobanê kampanyaya alîkariyê dan destpêkirin. Girtiyan cilên di destên xwe de ji TUHD FED a Mêrsînê re şandin û hate hinbûn ku dê kampanyaya girtiyan bidome.

Li Tutaxê binçavkirin û terora polîsan hate şermezarkirin

Li navçeya Tutaxê ya Agiriyê ji bo şermezarkirina welatiyên ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê daketin kolanan û hatin binçavkirin û êrîşa polîsan a li ser gel li ber Edliyeya Tutaxê daxuyanî hate dayîn. Xizmên kesên hatin binçavkirin û Şaredarê Tutaxê Firat Ozturk, rêveberên DBP û HDP’ê û gelek welatî beşdarî daxiyaniyê bûn. Şaredar Ozturk axivî û diyar kir ku ji ber ku li dijî wehşeta li Kobanê çeteyên DAIŞ’ê pêk tînin derketine rastî êrîşê hatine û wiha berdewam kir: “Polîs terorê li ser çalakiyên ku em li navçeyê li dar dixin dimeşîne. Li hemberî welatiyên me şîdet hate bikaranîn. Piştre yek vê zarok 5 welatiyên me hatin binçavkirin û girtin.”

Piştî axaftinê dirûşma “Pêkûtî me bêzar nakin” hate berzkirin.

(sa)