1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Çalakvan ji bo rumeta kurdan di çalakiyê dene'
'Çalakvan ji bo rumeta kurdan di çalakiyê dene',çalakvan,ji,bo,rumeta,kurdan,di,çalakiyê,dene

'Çalakvan ji bo rumeta kurdan di çalakiyê dene'

Rêxistina BDP'a Mêrsinê ji bo balê bikişine ser greva birçibûnê ya ketiye roja 61'an, xwest meşekê lidar bixe.

A+ A-

Rêxistina BDP'a Mêrsinê ji bo balê bikişine ser greva birçibûnê ya ketiye roja 61'an, xwest meşekê lidar bixe. Polisan nehişt BDP'î bimeşin û BDP'yi ya ev yek protesto kir û çalakiya rûniştinê çêkir. Endamê Meclisa BDP'ê Serhat Bingol, got ku çalakvanên greva birçibûnê ji bo rumeta Kurdan jiyana xwe danine aliyekî.

Rêxistina BDP'a Mêrsinê ji bo ku bal bikişine li ser greva birçibûnê ya ketiye roja 61'an xwest ji nunertiya BDP' a Taxa Çilekê heya Girtigeha Mêrsinê meşekê pêk bînin. Girseya d navde Endamê Meclisa BDP Serhat Bingol, Wekilê Serokê BDP'a Mersinê İrfan Yucel, Şaredarê Akdenizê M.Fazıl Turk, Endamê meclisa şaredariyê, rêvebirên BDP jî di nav de bi sedan kes li ber nunertiya BDP'ê ya taxa Çilekê kom bûn. Polisan taxa Çilekê dorpêç kirin û nehiştin BDP'yi bimeşin. BDP'yiyan ev yek bi çalakiya rûniştinê protesto kirin.

'Her deverê Kurdistanê li ser piyan e'

Pêşiya çalakiya rûniştinê Endamê Meclisa BDP'ê Serhat Bingol axivî û bi bir xist ku her deverê Kurdistanê li ser piyane û wisa got: "Îro hûn zanin pilingê Kurdan, şêrê Kurdan bedena xwe danine li ber greva birçibûnê. Jiyan ewqas şirine jî ewa ji bo rumeta Kurdan jiyana xwe danine aliyeki. Îro roja 61'an e hevalên me greva birçibûnêde ne. Em va hevalên xwe ji bir nakin. Bila vêya hemû kes bizanibe." Bingol got ew daxwaza statutaya xwe dikin û wiha axivî: "Em dixwazin bi hevra wek biratî, wekhev bijîn û welateki ava bikin. Lê hinek biratiya me qebûl nakin. Vaye disa me destê xwe dirêji we kiriye. Werin em biratiyek nû ava bikin." Bingol daxuyand ku nêrinên li diji biratiyê ne li Kurdistanê ne jî li Tirkiyê wê êdi qebûl nekin û bangawaziya aşitiyê kir.

Li pişti 15 deqeyan çalakiya runiştinê welati belav bûn.

DİHA