Çanda kurdî bi lêvên afrînerekî tê vegotin
ANHA - QAMIŞLO– Ferhan Silêman ji 15 saliya xwe ve di bin bondora helbestvanan de dima, di 16 saliya xwe de dest bi nivîsandina helbestan kir û ev 61 sal in jî bi kilamên evîndarî û civakî çanda dengbêjiyê vedibêje.
Welatiyê bi navê Ferhan Silêman ku bi navê Ebû Hewas tê naskirin, helbestvanekî Kurd e û di sala 1973’an li gundê Kotiyê yê girêdayî bajarê Amûdê ji dayîk bûye. Ebû Hewas di 15 saliya xwe de bi hunermend û helbestvanên Kurd gelekî bi bandor bû, her wiha piştî çîroka wî ya eşq û evîndariya bi domama xwe re di 16 saliya xwe de dest bi nivîsandina helbestê kir û di gelek stranên folklorîk de bi bîr dianî.
Ebû Hewas derbarê kurtjiyana xwe de ji ANHA’yê re axivî û wiha anî ziman: “Beriya 20 salan ez ji gundê xwe Kotiyê derketim û li bajarê Hesekê bi cih bûm. Ez di malbateke Kurd de ku xwedî li wêje û kevneşopiyê derdike, mezin bûm. Min di 16 saliya xwe de piştî çîrokeke eşq û evîndariya bi domama xwe re dest bi nivîsandina helbestê kir û piştre ez pêre zewicîm. Navên helbestên min tenê di çarçoveya evîn û her tiştekî xweşik û çeleg de bûn.
Ez du caran zewicîm, cara yekemîn bi dotmama xwe re Şukriye Mihemed û 3 zarokên min Ferhad, Silêman û Şukriye ji wê bûn. Hevsera min piştî ku Şukriye anî pê mir û min jî navê dayîka wê li wê kir. Mirina Şukriye bandoreke mezin li min kir û min di gelek stranan de bi bîr dianî. Di sala 1960’î de kurê min Ferhad ji ber nexweşiyeke dil jiyana xwe ji dest da. Koçkirina wî jî ez gelekî êşandim. Hevsera min a duyemîn jî Mekiyê Mehmûd e û 8 zarokên min jê wê jî çêbûn û heta niha jiyana min bi min re parve dike.”
Ebû Hewas derbarê kevneşop û folklora kurdî de wiha dibêje: “Folklor ji komeke hunerên kevnar, çîrok û efsaneyên girêdayî miletekî pêk tê û bi gelemperî bi riya romana devkî ji nifşekî heta nifşekî din tê vejînkirin. Kevneşop û folklora kurdî ji çîrokên gelêrî û ji wêjeya kurdî, dibe ku tirajîdî, komîk, rewşeke mirovî an jî çîrokeke eşq û evînê wekî ‘Mem û Zîn’ be, pêk tê.
Bav û kalên me ji hezar salan ve şîn û şahiyên gelê me bi riya stranên folklorîk ragihandin. Hemû stranên kurdî yên folklorîk efsaneyeke kevnar ya rasteqîne vedibêje. Di munasebetan de hemû kes li ser dikeke maleke gund de kom dibûn û pîremêrên gund bi gotinên stranên folklorîk li hemberî hev diketin pêşbirgê. Vê yekê bandoreke mezin di hundrê min de çêkir û min gelek stranên ku wan digotin ezber kirin. Her wiha bi vê yekê tevliheviyek di serê min de ava kir, ‘Evîndariya min ji dotmamê re û civata mezinên gund’. Min biryar girt ku ez hejmarekî mezin ji çîrok û efsaneyên kevin ên kevneşopiya kurdî ezber bikim û veguhêzim stranên folklorîk da ku di bîra gelê kurd de bête vejînkirin.”
Ebû Hewas di berdewama axaftina xwe de derbarê cil û bergên kurdî de jî pênase kirin û wiha da xuyakirin: “Cil û bergên kurdî gelekî ciyawaz in. Ji xwezayeke çiyayî, karên dijwar û xweşikbûna dîmenên wê û li gorî gelek pêwîstî û pêdiviyan pêk hatine. Ev jî bi wiha ne, ‘Kilaw’ kumekî ji hiriya sert hatiye çêkirin û bi cawekî çarkoşe tê pêçan, cil jî ji miltanekî pembo û spî, şelwerekî fireh, êlek, şûtik û sakoyekî pêk tên. êlek di pêşiyê de di ser û bin hevûdu re hatiye birin û dikeve bin şelwer û di navê de jî parçeyekî cawê dirêj (şûtik) li navê tê pêçan û şidandin, her wiha ser van hemûyan re jî sakoyekî ji kulav di demên sermayê de tê li xwe kirin.
Cilên jinan jî bi rengînbûna xwe ku ji xwezaya buharê ya çiyayên Kurdistanê hatiye birin. Tiştê balkêş di van cilan de fîstanê rengîn û vebrûq ê dirêj e û bi pûlikên zêr û zîv hatine xemilandin û şelwerekî fereh û dirêj bi rengên taybet bi jinan. Ciyawazbûna cil û bergên jinên Kurd ew e ku kofiya ku bi pûlik û morikên zêrîn hatiye xemilandin.”
Ebû Hewas derbarê stranên kurdî de jî ev tişt gotin: “Piraniya stranên kurdî evînî, pêkenok û olî ne û derbarê xweza, xweşikbûn û bedewbûna xwezaya Kurdistanê de ne û gelek stran jî derbarê lehengiya gelê Kurd de ne. Her wiha gelek stran efsaneyên kesên mêrxwaz vedibêjin û hin stran jî derbarê kar, pale û şivantiyê de ne.”
Ebû Hewas axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Mijara kevneşop, çand û folklora kurdî gelekî berfireh e, ji ber ku hemû aliyên jiyanê digire nava xwe û negengaz e di rûniştinekê de bête vegotin.”
Şoreş xelîl
(jh)