1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Çanda sedsalan dibe debara jiyanê: Tendûr!
Çanda sedsalan dibe debara jiyanê: Tendûr!,çanda,sedsalan,dibe,debara,jiyanê,tendûr

Çanda sedsalan dibe debara jiyanê: Tendûr!

A+ A-

ERKAN ASLAN Welatiyên bi axa ji çoltarên gund û navenda Agiriyê tînin bi wê axê tenuran çê dikin û hem debara xwe dikin û hem jî çanda pêşiyên xwe dijînin. Tenurên bi keda jinan tên çêkirin ji aliyê zilaman ve jî dibin bajarên herêmê û Tirkiyeyê difiroşin.

Tenurên ku jin bi kedeke mezin çêdikin li Agirî û gundê Agiriyê dibe çavkaniya debara welatiyan. Tenurên ji bo pêjandina nanê lewaş û çêkirina kebaba buryanê amûrê herî serekeye. Tenur li aliyê jî bo welatiyên herêmê dibe debar û li aliyê din jî kevneşopiya bav û bapîran tê jiyîn. Tenurên pê axa sor a li çoltarên çiyayan tînin tên çêkirin pişt re bi kamyonan li bajarên herêmê û Tirkiyeyê tên firopştin. Tenurên ji aliyê jinan ve tên çêkirin ji aliyê zilaman ve jî tên firoştin.

'Jin tenuran çêdikin zilam difiroşin'

Jina bi navê Gozel Yilmaz, diyar kir ku ew axa sor ji quntarên çiyayan tînin û dikin tenur. Yilmaz, anî ziman ku ew tenuran çêdikin zilam jî wan dibin û difiroşin û wiha got: "Tenurên me çêdikin ji Wanê heta Edîrneyê tên firotin. Bi taybet bêyê tenuran nan nayê pêjandin û kebaba buryanê nayê çêkirin." Yilmaz, têkildarî tenurên çêdikin wiha agahî dan: "Tenurên em çêdikin ji bo gundê me çavkaniya debarê ya herî baş e. Bi tenurên em çêdikin em hem ji mala xwe re hem jî ji derbara xwe re dibin alîkar. Dayîka min çêkirina tenuran hînî min kir. Çêdirina tenurê çiqas zehmet be ewqas jî bi keyf e. Axa em ji quntarê çiya tînin berê em hişk dikin. Pişt re çareke din em wî şil dikin û bi destan tevlî hev dikin û dikin herî. Piştî axa baş hate hêrandin rojekê me didin sekinandin. Pişt re em dest bi çêkirina tenurê ya ji 3 satan pêk tê dikin. Berê em tebaqeya wê ya jê çêdikin û pişt re carke din hişk dikin. Pişt re tebaqeya navîn em çê dikin û ji hişkbûnê re dihêlin. Piştî hinek hiştbû bi texteyekî em nava wê û derveyê wê rast dikin. Herî dawî asta wê ya jor em çê dikin û şiklê wê yê dawiyê didinê. Li gorî şertên hewayî tenur di nava 3 rojan de tê çêkirin û bi 25 TL. ji firotinê re tê pêşkêşkirin."

Kesên tenuran tên ji gund dikirin hene

Welatiyê bi navê Sînan Aslanboga jî diyar kir ku bi salanin li gund karê çêkirina tenuran dikin û debara xwe bi vê yekê dikin. Aslanboga, anî ziman ku tenurên jin çêdikin bi kamyonan li bajarên Tirkiyeyê yên cuda difiroşin û wiha got: "Qada me ya firotên peyarêyên riya bejayî ya Agiriyê ne. Em li vir tenuran rêz dikin û pêkêşî kesên dikirin dikin. Piraniya tenuran em li Agiriyê û yên mayîn jî dibin bajarên cuda ên Tirkiyeyê. Kesên tenuran tên ji gund digirin jî nehen. Di firotan tenurên derveyî bajar ji sedî 60 ferq heye. Li gund tenur 25. TL. em difiroşin derveyî bajar em bi 60-70 TL. difiroşin."

(bd/mae)