Çapemeniya Ewropa jî bi lîstika AKP'ê 'nexapiya'
Armanca hikûmeta AKP'ê ya di bin navê têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de tinekirina Kurdan, ji aliyê çapemeniya Ewropayê ve jî hat dîtin
STRASBOÛRG - ANF Organên çapemeniyê yên Elman, Fransa û Belçîkayê bûyer û qewimînên hefteya dawî nirxandin û destnîşan kirin ku hedefa AKP'ê Kurd e. Çapemeniya Ewropayê bal kişand ser planên ji bo hilbijartinên pêşwext.
Çend ji nûçe û nivîsên di hin rojname û kovaran de hatin weşandin bi vî rengî ye:
Nûnera rojnameya Le Monde ya li Stenbolê Marîe Jêgo di nûçeya xwe ya li ser mijarê de bibîr xist ku artêşa Tirk, dema êrîşî hedefên HPG'ê yên li Başûrê Kurdistanê kir, di heman demê de êrîşî gundê Zormixar ê Rojavayê Kurdistanê kir. Di nûçeyê de hat ragihandin ku li Kurdistanê tansiyon bilind bûye û li 22 bajaran di operasyonan de bi qasî hezar kes hatine binçavkirin.
Di nûçeya rojnameyê de hat destnîşankirin ku di rewşa heyî de hem dewleta Tirk hem jî PKK amade ne têkiliyên di navbera xwe de qut bikin û rîsk heye ku şerê salên 1990'î ji nû ve rû bide. Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku dijwarbûna şer wê rê li ber maliyeteke mezin a siyasî û aboriyê veke.
Le Monde diyar kir ku gelek analîstên li Tirkiyeyê didin zanîn ku AKP ji bo qezençkirina dengên di 7'ê Hezîranê de winda kiriye, li hemberî DAIŞ'ê û PKK'ê şer dike û got, "Windabûna popularîteya ji hişka ve, ji bo partiya ji sala 2002'an û vir ve qezenç dike (AKP) mîna sîleyekê ye."
Şîroveya rojnameya Humanîte bi îmzeya Pîerre Barbancey bi serenavê 'Di bin navê DAIŞ'ê de hedefa rastî ya Erdogan Kurd e' hat weşandin. Pîerre Barbancey da xuyakirin bal kişand ser nêrîna 'herêma ji DAIŞ'ê paqijkirî' ya tê îdîakirina DYA û Tirkiyeyê li ser li hev kiriye û anî ziman ku hedefa rastî ya vê, pêşîgirtina li YPG'ê ye.
Rojnameya LaLîbre Belgîqûe ji bo nûçeya xwe serenavê 'Enqere taliyê ji bo angaje bibe hinceta pêwîst ji xwe re dît' bi kar anî.
Rojnameya Frankfûrter Rûndschaû di nûçeya xwe de cih da helwesta hikûmeta Elman û Sekreterê Giştî yê NATO'ê der barê êrîşên Tirkiyeyê li hemberî PKK'ê.
Kovara Stern di nûçeya xwe ya li ser mijarê de ev gotinên Sekreterê Giştî yê NATO'yê derxist pêş: "Piştî êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê li hemberî baregehên PKK'ê, li Enqereyê hişyariyên dijwarbûna şer zêde dibin." Stern ragihand ku Sekreterê Giştî yê NATO'yê Davûtoglû hişyar kiriye û divê hêza li hemberî PKK'ê tê bi kar anîn, hevgirî be.
Rojnameya Neues Deutschland di nûçeya xwe de diyar kir ku Tirkiye paralelî DAIŞ'ê êrîşî PKK'ê kiriye û bi sedan kes kiriye binçavan. Di nûçeyê de hat ragihandin ku piraniya kesên hatine binçavkirin ne DAIŞ'î ne û bibîr xist ku hêzên Kurd di şerê li dijî DAIŞ'ê de şervanên herî bi bandor û angaje ne. Neues Deutschland, ji bo neqedandina pêvajoya li Tirkiyeyê bal kişand ser hişyariyên Serokwezîr Angela Merkel û Wezîra Parastinê Ûrsûla von der Leyen.
Frankfûrter Allgemeîne Zeîtûng di nûçeya xwe ya bi îmzeya Raîner Hermann de diyar kir ku ev hefteyeke di navbera Kurdan û rêveberiya Tirkiyeyê de alozî zêde bûye. Hermann ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd got, 'zehmet e' û anî ziman ku Serokkomar Erdogan xwe ji çareseriyê vedigire.
Rojnameyê bal kişand ser gefên Davûtoglû yên li PYD'ê dixwe û destnîşan kir ku di armanca gihandina hev a Efrîn û Kobanê de YPG'ê bi azadkirina bajarokê Sirînê re gaveke din bi pêş ve çûye.
Di dewama nûçeyê de her wiha bi berfirehî cih ji xeta xweseriya demokratîk a bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê dayîn.
Versiyona Fransî ya kovara Amerikan Slate di nûçeya xwe de diyar kir ku Enqereyê bi biryara şerê li dijî DAIŞ'ê re, dixwaze bi hêsanî li 'dijminê xwe yê rastî' li 'Kurdên PKK'yî' bixe. Di nûçeyê de zanyarê siyasetê yê Fransî Jean Marcoû ragihand ku ev êrîşên hikûmetaq navneteweyî li derveyî siyaseta navneteweyî, gavên ji bo siyaseta hundir e.