1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Çapemeniya kurd bêdeng namîne dê rêya xwe berdewam bike'
'Çapemeniya kurd bêdeng namîne dê rêya xwe berdewam bike',çapemeniya,kurd,bêdeng,namîne,dê,rêya,xwe,berdewam,bike

'Çapemeniya kurd bêdeng namîne dê rêya xwe berdewam bike'

A+ A-

Cemîyeta Rojnamegeran a Başûrê Rojhilat û xebatkarên DÎHA'yê serdegirtina buroyên DÎHA, Ozgur Gumdem, Kovara Demokratîk moternîteyê bi girseyî şermezar kir. Serokê Cemîyetê Faruk Balikçi, diyar kir ku ev êrîş li dijî ramana azadiyê ne û dixwazin bi tirsê rojnamegeran ji rastiyê dûr bixin. Balikçi, da zanîn ku li hemberî vê êrîşê bêdeng nemînin. Edîtorê DÎHA'yê Abdurkarhman Gok jî anî ziman ku berî bi bombe, kuştinê êrîş dikirin, niha birtin û binçavkirinê dixwazin degê gel qut bikin. Gok, da zanîn ku êrîş çi dibin bila bibin ew dê rêya xwe ya şopa Apê Musa û Cengîz Altunan berdewam bikin. Parlementerê BDP'ê yê Amedê Altan Tan jî anî ziman ku kesên xwestin bêdeng bikin qoltuş terk kirin û çûn, lê em hêj li vir in û em dê her tim li vir bin.

Endam û rêveberên Cemîyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat, Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA), Azadiya Welat, Ozgur Gundem, Gun Tv, Şîrketa Belavkariyê ya Firatê, Aram, Kovara Demokratîk Modernîte, Gun Matba, Produksuyona SÎM'ê bi boneya serdegirtina ser buroyên DÎHA, Ozgur Gundem û Kovara Modernîyeta Demokratîk û girtina zêdeyî 40 rojnamegerî şermezar bike, li kolana Ekîncîler a Ofîsê daxuyanî da. Di Daxuyaniyê de Parlementerê BDP'ê Altan Tan, Serokê Cemîyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat (GGC, Hevseroka BDP'ê Zubeyde Zumrut, rêveberên BDP'ê Seroka TUHAD-FED'ê Zuyebde Teker, endam û rêveberên Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, rojnameger, nivîskar, nûnerên KESK'ê, ÎHD, MEYADER û gelek sazî û rêxistinên din amade bûn. Di çalakiyê de girsê dirûşmê "Êrîş me bêzar nakin", "Em bê deng namînin", "Em ji rastiyan tawîzê nadin", "Destê dirêjî DÎHA'y dibin dê bişkên" û "Hûn nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin" berz kirin. Dîsa dowîzên "Em ji rastiyan tawîzê nadin", "Em li virin, em dê her li vir bin", "Ev agir dê we jî bişewitîne", "Hûn nikarin me bêdeng bikin", "Azadiya Welat", "Hûn bêminetin" "DÎHA, Welat, Ozgur Gundem = Ozgur Basin", "AKP destê xirêj ji çapemeniya azad bikişîne", "Êv agir dê wejî bisoşe", "Destê xo ma sera weraden" rakirin. Hin rojnamegeran jî devê xwe bi banda reş girêda.

'Em rê ronîkirina tariyê berdewam bikin'

Di destpêkê de Editorê Kurdî yê DÎHA'yê Mehmet Alî Ertaş, diyar kir ku ji ber ew her tim rastiyan ronî dikin û deşîfre dikin rastî êrîşan tên û wiha got: "Ji ber ku em rastiyan dibêjin di salên 1990'an de em hatin bombekirin, pişt re em hatin kuştin, lê em têk nebirin. Niha jî bi girtin, binçavkirin û serdegirtinan dixwazin me têk bibin. Lê bila baş zanibin ku bi tu awayî tu hêz nikare me têk bibe. Em duh li vir bûn, em niha li virin û em dê her li vir bin." Ertaş, anî ziman ku ew dê her tim rastiyan deşîfre bikin û tariyê ronî bikin.

Serokê GGC'ê Faruk Balikçi jî anî ziman ku li Tirkiyeyê yekem car bi 10'an rojnameger tên biçavkirin û ev di dîroka Tirkiyeyê de gava yekem e. Balikçi, da zanîn ku ji bo çapemeniyê azadiya ramanê nebe nabe û niha ev êrîya li dijî rojnameger û saziyên çapemeniyê nayê qebûl kirin. Balikçi da zanîn ku ev yek li dijî demokrasiyê darbeyek e û wiha got: "Di salên 1990'an de buroyên rojnameyan dihatin bombekirin, niha jî bi girtin û binçavkirinê dixwazin azadiya ramanê asteng bikin. Dixwazin bi girtin û binçavkirinê çavtirsandî bikin. Balikçi, xwest xalên 6 û 7'an en TMK'ê bên guhertin.

'Operasyon bi destê hikûmetê dimeşin'

Edîtorê DÎHA'yê Abdurrahman Gok jî anî ziman ku ise, demek dirêje êrîşên li dijî hêza muxalif zêde bûye û herî dawî çapemeniya azad ji xist nava pêlê xwe. Gok, da zanîn, di serdî de li dijî siyasetmedar û nûnerên kurd pêla girtin û binçavkirinê berdewam kir, pişt re li dijî parêzeren Buroya Hiqûqê, hîndekaran pêla girtin û binçavkirinê dest pê kir û niha jî vê pêla girtin û binçavkirinê çapemeniya azad û DÎHA xist nava xwe. Gok, destnîşan kir ku ev operasyon bi ferman û destûra hikûmeta AKP'ê pêk tên û wiha got: "Êdî ker û gor jî dizanin ku ev operasyon bi destê hikûmeta AKP'ê pêk tên. Em dizanin ku beriya operasyon pêk tên fezleke tên amadekirin. Gok, bilêv kir ku niha hikûmeta AKP'ê şerê derûnî dimeşîne û dixwaze bi hêza çapemeniyê vê çekê li ser civakê pêş bixe. Gok, destnîşan kir ku Hikûmeta AKP'ê her tim li dijî muxalifan êrîşê pêk tîne û wiha berdewam kir: "Hikûmeta AKP'ê dixwaze hemû rojnamegearn bi xwe vegerê bide. Lê ji ber ku çapemeniya azad nêzî wan nabe û her tim li pey rastiyan e, ev operasyonên li dijî çapemeniya azad berdewam dikin. Ji ber ku çapemeniya azad derewên AKP'ê deşîfre dike. Ji ber ku rastiyan ronî dike. Hêj duh bombe kirin û kuştin, niha jî bi serdegirtin û binçavkirinê dixwazin belav bikin. Lê bila hikûmeta AKP'ê û MÎT baş zanibe ku ne hêza wan û ne hêza tu kesên din nikarin me bêdeng bikin.

'Çapemeniya Azad duh bêdeng nebû dê îro jî bêdeng nebe'

Gok, di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku duh Apê Musalar, Hafiz Akdemir, Cengîz Altun, Huseyin Denîz, Orhan Karaağar û Nazim Babaoglu û gelek kesên din ji ber ku rastî defişre kirin û tarî ronîkirin hatin kuştin. Di salên 1994'an de Buroya Ozgur Gundemê û Enqereyê hatin bombekirin.

Gok, bilêv kir ku berê berî bi bombekirin û kuştinê xwestin wan bêdeng bikin, lê niha bi girtin û biçavkirinê dixwazin wan bêdeng bikin. Gok, wiha dirêjî da afaftina xwe: "Niha jî zêdeyî 60 rojnameger û xebatkarên çapeeniya azad hatin binçavkirin. Lê em bi van binçakikirin û serdegirtinan bêdegn namînin. Em dê rêya xwe ya Apê Musa û çapemeniya azad berdewam bikin. Em êrîşên li dijî hemû buroyên me û binçavkiirina hevalên xwe şermezar dikin.

Tan: Em li vir in, lê hûn dê tune bin

Parlementerê BDP'ê yê Amedê Altan Tan jî êrîşên li dijî çapmeniya azad yermezar kir û wiha got: "17 sal berê dema ku Ozgur Gundem bombe kirin ez li wir bûm. Niha jî dema rojnameger hatin binçavkirin em li virin. Wê demê zarokên 13-14 salî bi guleyan kuştin, niha bi girtinê belav dikin. Lê hêj ev tekoşîn didome. Kesên wekî Tansu Çiller, li dijî çapemeniya azad êrîş pêk anîn, barkirin û çûn, lê em li vir in, heta niha 5 serokwezîr hatin û çûn em dîsa li vir in. Em dê her tim li vir bin. Em bagn li serokwezîr dikin, em dê li vir bin, lê tu dê ne li vir be û tune be.

Piştî daxuyaniyê hemû rojnamegeran kamera û wênekêşên xwe rakirin û binçakirin şermezar kir. Girsê piştî çalakiyê dirûşmê "Êrîş me bêzar nake" û "Çapemeniya Azad bêdeng name" berz kirin û belav bûn."

DÎHA (mae)