Çapemeniya Skandinavyayê: YPG ji bo her gundekî şer dike
ANF / MURAT KUSEYRİ - STOCKHOLM 04.04.2014 07:35:08 Rojnameya ‘Hufvudstadsbladet’ ya ku li Fînlandiya û Swêdê weşana rojane dike di hejmara xwe ya 2’ê Nîsanê de û têkoşîna ku YPG li dijî çeteyan dide ji raya giştî re ragihand. Parlamenterê Partiya Demokrat Xiristiyan Robert Halef, kuştina sîvîl û komkujiyên li Rojava û Sûriyeyêde ku El Nûsra û Dewleta Îslamî ya Iraq Şamê pêk tîne de pêşnûmeyeke nivîskî da parlamentoya Swêdê.
Di gotara bi ser navê ‘ew ji bo her gundekî şer dikin’ ku wêneyên wê yên ku dema gerîlayên YPG’ê şer dikin jî hat weşandin de hat gotin ku YPG di Tîrmeha 2012’an de sê cihên ku kurd lê dijîn ji bo ku ji destê rejÎm û çeteyan biparêzin girtiye dest û li dijî vê cihên ku zêde ereb lê dijîn jî ketine destê komên El Nusra ya girêdayê El Qaîdeyê û Dewleta îslamî ya Iraq Şamê.
Hat gotin ku piştî êrîşên komên çeteyan ya li dijî Serêkaniyê û şûnde d inavbera çeteyan û YPG’ê de bi dehan carî agirbest hat îlankirin û piştî agirbest bi ser neket, ji tîrmeha sala borî û şûnde pevçûnan dîs destpêkiriye.
ÇETE SIVÎLAN DIREVÎNIN ÎŞKENCEYÊ LÊ DIKIN
Di gotarê de wiha tê gotin: “ Şer tenê li qadan nameşe. Komên çeteyan kesên ku nêzî YPG’ê ne direvînin û bi îşkenceyê qetil dikin. Dewleta îslamî ya Iraq Şamê (ÎŞÎD) PKK’ê û YPG’ê wek hev dibîne û Kurdistanê jî wek ‘Kafirîstan’ bi nav dikin. IŞÎD ne tenê YPG’ê hemû gelê kurd wek dijmin dibîne û vê di pratîkê de nîşan dide.
Çeteyên çîhadî di nava kurdan de piştgiriyê nabînin. Lê gelê ereb yê herêmê du ru tevdigerin. Şerwanekî YPG’ê yê bi navê Dijwar dibêje; Dema em diçin vî gundê ereb, dibêjin YPG’yî hatin û qir dikin. lê dema IŞÎD diçe dibêjin; Allahu Ekber, Allahu Ekber.”
JI ŞARISTANIYÊ NEFRET DIKIN
Di gotarê de gotinên dijwar wiha berdewam dike: “Li vê herêmê bermahiyên şaristiyên berê hene. Lê dijminên me ji şaristaniyan nefret dikin. bi gumanin.” Her wiha di gotarê de gotinên şervana YPG’ê Nudem jî cih digire: “Li vir em dizanîn ku kî piştgiriyê dide rejîm û komên radîkal.”
Ciwanê ereb Rezan yê tevli YPG’ê bûye jî di gotarê de axaftina wî ya;Ev şer ne tenê şerê kurdane, şerê hemû gelane’ cih digire û her wiha wêneyên du hevalên xwe yên ku şehîd ketine jî nîşan dide.
BILA SIVÎL BÊN BERDAN
Parlamenterê partiya Xiristiyan Demokrat Robert Halef jî pêşnûmeyeke nivîskî da parlamentoya Swêdê û balkişand ser êrîş û komkujiyên komên çekdar û ji wezîrê karê derve Carl Bîldt pirsa ku ji bo sivîlên li Sûriyeyê hatine revandin bê berdan, çi tê kirin? Pirsî.
Halef wiha got: “Komên çekdar yên El Nusra û IŞÎD’ê ji bo ku fîdeyeyê bigirin sivîlan direvînin. Bi taybet emenî, suryanî û xiristiyan hedefa wane.” Halef xwest ku Swêd bi hevkariya Yekiya Ewropayê û Netewên Yekbûyî sîvîlên di destê çeteyan de berdin.