Çareseri perwerdehiya zimanê Kurdî ye
Mamosteyê ku di bin navê Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê de xebaten xwe dimeşîne, diyar kir ku li saziya BDP'ê ya Kadikoyê dest bi kursa zimanê Kurdî kirine û wiha got: "Em dibêjin bila zimanê me bibe zimanê perwerdehiyê ku em matematîkê jî bistînin û em dixwazin ji destpêkê heta dawiyê bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin. Çareserî perwerdehiya zimanê kurdî ye."
Enstîtûya Kurdî a Stenbolê di saziya BDP'ê ya Kadikoyê de dest bi kursa zimanê kurdî kir. Xebatkarê Enstîtuyê Mamoste Seyît Karaman, her rojên yekşemê li BDP'ê ders dide. Kursa ku nû dest pê kiriye ji 12 xwendevanan pêk tê û din nav van de şagirtên tirk û çerkes jî hene. Karaman, ev du sale di bin navê Enstîtuyê mamostetiyê dike û tîne ziman ku kursên wan ê zimanê kurdî, li gorê xwestin û serlêdana sazî û kesan li her derê li dar dixin. Karaman, da zanîn ku piraniya xwendavanan ji kesên ku zimanê xwe ji bîr kirine û ên ku qet hîn nebûne pek tên û wiha got: "Em hatin li vê derê axivîn û me bernamekê çêkir, pişt re jî me dest bi kûrsa xwe kir. Kesên ku tên kûrsê li metropolan û li durê welatê xwe mezin bûne. Kesên ku ziman hînbûne jî, baş nizanîn biaxivin û binivisînin. Piraniya xwendavanên me ji van pêk tên."
'Hevalên tirk û çerkes jî hene'
Karaman, bal kişand ser xwendevanên ku ne kurd in û wiha axivî: "Kesên ku tên kûrsê bi piranî kurd in, lê belê din nav wan de ên ne kurd jî hene. Ev pola ku me li Kadikoyê ava kiriye, di nav de çar hevalên tîrk û çerkes jî hene. Dema ku hevalên me yên ku ne kurd in tevlî kûrsê dibin û dixwazin zimanê kurdî hîn bibin em pir pê şad dibin." Karaman, li ser girîngiya vê jî sekinî û got: "Zimanê kurdî zimanê me ye, lê belê ne tenê ji bo parastina gelê kurd ji bo parastina gelê çerkes, laz û tirk jî di cihekê girîng de ye, em gelek caran xebatên xwe bi hev re pêk tînin û ev jî me pir şad dike." Karaman, dîyar kir ku di dawiyê de kesên ku hatine kûrsê ziman baş hîn dibin û wiha axifî, "Em asta yekemîn de dest bi kursê dikin. Di nav du sê mehan de derbasî asta duyemîn pişt re jî ya sêyemîn dibin. Ew kesê ku sê ast girtibin dikarin zimanê kurdî pir baş bi axivin û binivîsin."
Ji destpêkê heta dawîyê zimanê kurdî
Karaman, balkişand ser nîqaşa zimanê kurdî bibe zimanê hilbijartî û wiha dewam kir, " Ez kurmanc im, biçim dibistanê zimanê xwe di nava hefteyek tenê saetek bibînim ev ne têr e. Ji bo hînbûnê, ji bo ziman naskirin, ji bo pêşketinê ev ne bes e. Em dibejin bila zimanê me bibe zimanê perwerdehiyê ku em matematîkê jî bistînin û em dixwazin ji destpêkê heta dawiyê bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin. Çareserî perwerdehiya zimanê kurdî ye."
'Wekî Başûr û Rojava em ê jî dibistanê xwe ava bikin'
Xwendevanê bi navê Yakup Kalkan jî anî ziman ku ji ber ku zimanê kurdî zimanê wî yê zikmakî ye dest bi kursê kiriye. Kalkan, di dewama axaftina xwe da diyar kir ku zimanê kurdî nebûye zimanê perwerdehiyê ji ber wê jî alternatîfek ji xwe re avakirine û wiha dewam kir: "Kurdî zimanê dayîka min e. Ji bo min girîngiya wî zêde zêde ye. Ji ber ku nebûye zimanê perwerdehiyê ji ber wî me jî ji xwe re alternatîfek vekiriye. Zimanê kurdî kevnar û pir dîrokî ye, ji bo ku neye wendakirin hewceye ku zarokên me hînbin û bikar bînin." Kalkan di dawiya axaftina xwe da pergala dewletê nirxand û got: " Pergal vî tiştî napejirîne, dibeje ez zimanê we nadim, lê belê em ê jî wek başûr û rojava dibistanên xwe ava bikin û di van dibistanan de perwerdehiya xwe bikin. Kesê ku zimanê xwe wenda bike dîrok û xwe jî wenda dike. Ji bo em neyên wenda kirin zimanê kurdî pêwîst e."
(ko/ab)