'Çareseriya bê Ocalan ne çareserî ye'
Endama Platforma ji bo Aşitiyê ji Ocalan re Azadî Parêzer Eren Keskîn di sempozyumê de axivî
Endama Platforma ji bo Aşitiyê ji Ocalan re Azadî Parêzer Eren Keskîn di sempozyuma “Di Pêvajoya Çareserî û Muzakereyan de Rola Rêberan” de axivî got: “Çareseriya bê Ocalan ne çareserî ye. Ji bo em vê bînin ziman Platforma ji bo Aşitiyê ji Ocalan re Azadî li hev kom bû."
Sempozyona “Di Pêvajoya Çareserî û Muzakereyan de Rola Rêberan” ku ji aliyê Platforma ji bo Aşitiyê ji Ocalan re Azdî ve tê lidarxistin, li Stenbolê dest pê kir.
Prz. Eren Keskîn bi navê platformê axaftina vekirinê kir û bi bîranîna her sê jinên Kurd ên siyasetmedar ku 9’ê çileyê li Parîsê hatin qetilkirin dest bi axaftina xwe kir. Keskîn derbarê avabûna platformê de jî agahî da û got: “Em li bendê bûn ku zêdetir jin tevlî bibin. Lê ji ber girtinên wê rojê yên operasyonên KCK’ê de tevlîbûn kêm ma.”
Keskîn bal kişand ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çareseriyê de xwedî rola kilîd e û got: “Çareseriya bê Ocalan, ne çareserî ye. Ji bo em vê bêjin em hatine vir.”
Keskîn bal kişand ser daxuyaniyên rayedarên Tirk ên derbarê komkujiya li Parîsê de û got: “Bi rastî jî ger niyeta wan a çareseriyê hebe, dê di van daxuyaniya de baldar bin."
Keskîn wiha domand: “Ger mirov ji hev du re bêjin terorîst, ji bîr bikin ku mirov in, heval û dost in, em nikarin vê pirsgirêkê çareser bikin.Cengîz Çandar di pirtûka xwe de gotiye 'PKK ruhek e', ez tevlî vê yekê dibim. Divê ev ruh bê dîtin li gorî wê tevbigerin."
Piştî axaftina Keskînê, derbarê komploya navneteweyî ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di encama wê de hate girtin, sînezîyonek hate nîşandan.
Di rûniştina yekem a sempozyumê de dê “Ezmûnên Cîhanê: Rolên Rêberên Gel” bê gotûbêjkirin. Di vê rûniştinê de Dr. Kamuran Mintik, Jon Andoni Lekue Eguren, Brian Currin û Mithat Sancar dê biaxivin.
ANF NEWS AGENCY