'Çareserî bi lezgîn berdana zarokan e'
Parazvanên mafên mirovan, rapora der barê pêkanînên Girtîgeha Zarokan a Pozantiyê de amade kir aşeker kir.
Parazvanên mafên mirovan, rapora der barê pêkanînên Girtîgeha Zarokan a Pozantiyê de amade kir aşeker kir. Parazvanên mafên mirovna di raporê de diyar kirin ku piştî bûyera li Girtîgeha Pozantiyê, neqilkirina zarkan ne çareserî ye û divê bi lezgîn zarak serbest bên berdan.
Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê, Odeya Tabîban a Edeneyê û nûnertiya Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), rapora der barê Girtîgeha Zarokan a Pozantiyê de amade kiribûn bi civîna çapemeniyê aşkere kirin. Parazvanên mafên mirovan rapor li salona civînê ya TÎHV'ê aşkere kirin. Di civînêde Nûnera TÎHV'ê ya Edeneyê Dr. Alev Aksungur, rapor xwend û diyar kir ku sewqa zarokan a girtîgehek din ne çareserî ye û wiha got: "Ev salek e em geşedanên li Pozantiyê dişopînin. Di vê şopandina me û serlêdanên ku tên kirin de diyar e ku îşkenceyek bi pilan û bi rêk û pêk heye. Lê li gel ku em serî li rayedaran didin jî heta niha rayedar pê eleqeder nebûne."
Aksungur, anî ziman ku li her dera Tirkiyeyê zarokên ji ber TMK'ê hatine girtin rastî binpêkirina mafan tên û wiha berdewam kir: "Hemû zarokên ji ber TMK'ê hatine binçavkirin rastî îşkenceyê hatine. Hem ÎHD'ê û hem jî TTB'ê di tîrmeha 2011'an de serî li Wezareta Dadê dan û bi raporan pêkanînên li girtîgehan aşkere kirin. Lê serlêdanên me hatin redkirin."
Aksungur, destnîşan kir ku piştî Ajansa Nûcyeyan a Dîcleyê (DÎHA) nûçe der barê Pozantiyê de çêkir bûyer di rojeva Tirkiyeyê de belav bû û wiha got: "Lê piştî nûcegîhana DÎHA'yê Ozlem Aguş piştî nûçe çêkir hate binçavkirin û girtin. Di bin navê 'KCK'ê de hate girtin. Dîsa mexdûrê Pozantiyê T.T. bi heman rengî hate binçavkirin û girtin. Îşkence tenê li girtîgehan ne bi sînor e.
'Mexdûrên TMK'ê rastî îşkenceyê hatine'
Aksungur, destnîşan kir ku hemû mexdûrên TMK'ê yi girtîgehê rastî hemû cûreyên îşkenceya fîzîkî û derûnî hatine û dîsa li koxuşên girityên edlî rastî neheqî, îşkence û binpêkirina mafan hatine."
Divê zarok bi lezgîn serbest bên berdan'
Aksungur, destnîşan kir ku sewqkirina girtiyan a girtîgehên din ne çareserî ye û divê bi lezgîn hemû zarokên girtî serbest bên berdan û wan bişînin malên wan.
(mae)