Çareserî bi pirsgirêka kurd ve girêdayî ye
Tugluk: Çareseriya hemû pirsgirêkan bi çareseriya pirsgirêka kurd ve girêdayî ye
Hevseroka Kongreya Civak Demokratîk (KCD) Aysel Tugluk, di sempozyuma "Aboriya Xweseriya Demokratik" de anî ziman ku ji ber pergala netew-dewletê û neçareseriya pirsgireka kurd pirsgirêka aborî jî nayê çareserkirin û wiha got: "Sedeme pirsgireka aboriyê jî neçareseriya pirsgirêka kurd e. Ji ber ku hemû pirsgirêkên qadên jiyanê bi pirsgirêka kurd ve girêdayî ne.
Kongreya Civak Demokratîk (KCD), sempozyuma "Aboriya Xweseriya Demokratik", Li salona civînê ya ya Odeya Sinhetkar û Esnafên Amedê (DESOP) pêk hat. Di sempozyumê de Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, Serokê GUNSÎAD'ê Şah Îsmaîl Bedîrhanoglu, aborînas, karsaz, hîndekar û gelek kesên din amade bûn. Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, axaftina vekirinê kir û diyar kir ku di cîhanê de pirsgirêka herî mezin pirsgireka kurd e. Tugluk, anî ziman ku erdnîgariya kurdan di nava 4 neteweyan de perçe bûye û wiha got: "Nêzî 40 mîlyon nifûsa kurdan heye. Di cîhanê de gelê herî zêde nifûsa wî pir û bê dewlet dijî gele kurd e. Li Tirkiyeyê pirsgirêk kurtir e. Nêzi 30 salin pirsgireka kurd rojeva Tirkiyeyê ya sereke ye. Nêzî 40 hezar mirovan jiyana xwe ji dest da. Zarok, jin, kal û pîr hatin kuştin.
'Projeya me ya çareseriyê Xweseriya Demoratîk e'
Tugluk, desnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd modela herî demokratîk, zanistî û hemdem "Projeya Xweseriya Demokratîk e" û wiha got: "Divê em vê projeyê rast û baş bi Tirkiyeyê bidin famkirin. Ev deynê me ye. Niha dixwazin vê projeyê berovajî bikin.
'Projeya xweseriya demokratîk ya jiyana hevpar e'
Tugluk, da zanîn ku Projeya Xweseriya Demokratîk ne projeya perçekirina Tirkiyeyê ye, projeya jiyana hevpar û yekîtiyê ye. Tugluk, da zanîn ku ew ji bo pirsgirêka kurd û yekîtiya Tirkiyeyê vê projeyê girîng û esas dibînin û wiha got: "Ev proje ya demokratîkbûna Tirkiyeyê û veguhertinê ye. Tugluk, da zanîn ku niha dixwazin bi polîtîka û paradîgmayên Neoliberal pirsgirêka aboriyê nayê çareserkirin. Dixwazin projeya me berovajî bidin xuyakirin. Lê em dixwazin ji bo hemû gelên mafê wan tê çewsandin û binpêkirin vê projeya demokrasiyê têxin meriyetê û wiha berdewam kir: "Em dixwazin bi projeya xweseriya demokratik pirsgirekên aborî, çand, ziman, nasname, siyaset û hemû qadên jiyanê çareser bikin. Dîsa têkiliyên mirov û xwezayê ji nûve rast bikin. Li gorî pîvanê ekolojiya demokratîk çareser bikin."
Tugluk, da zanîn ku hêsên serdest li ser pola karker û kedkaran pergala kedxwariyê ava kiriye û dixwaze bi vê pergalê hemû hêsa aborî û sermayeyê di destê xwe de bigire û wiha axivî: "Ji bo keda karker û kedkaran bes bê xwarin, ji bo sermiyedar li ser kedê bes metingeriyê bike divê Projeya Xweseriya Demokratîk têkeve meriyetê. Divê konseyên fabrikayan û kooperatifên hilberin û çandiniyê ji nûve bên niqaşkirin. Divê yekîneiyên serfakirinê jî ji nûve bên niqaş kirin. Divê li dijî metodolojik û hesûdiya kapitalist, jiyana hevpar û komünal bê avakirin.
'Divê pirsgirêka kurd ji nexweşiya ekonomizmê dûr be'
Tugluk, bilêv kir ku di bingehê hemû pirsgirêka de neçareseriya pirsgirêka kurd heye û xwest ji bo hemû pirsgirêk çareser bibin pirsgireka kurd çareser bibe. Tugluk xwest pirsgirêka kurd jî ji aborizmê dûr bê girtin.
Piştî axaftina Tugluk sempozyûmê di pêşkêşkirina Ersin Vedat Elgur de Prof. Dr. Metin Ozugurlu û Prof. Dr. Fuat Ercan panel pêşkêş kirin.
(mae)