1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Çareya dawî dest bi çalakiyên întîxarî kirin'
'Çareya dawî dest bi çalakiyên întîxarî kirin',çareya,dawî,dest,bi,çalakiyên,întîxarî,kirin

'Çareya dawî dest bi çalakiyên întîxarî kirin'

A+ A-

ÎBRAHÎM ASLAN/MEHMET ZEKÎ ÇÎÇEK

KOBANÊ (DİHA) - Çeteyên DAIŞ'ê di demên dawî de bi wesayîtên bombebarkirî hewildanên êrîşan pêk bînin dikin. Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên wisa weke çareya dawî tên nirxandin. Şervanên YPG'ê yên di başurê rojhilat di operasyona "paqijiyê" de cih digirin wiha gotin: "Çeteyên li hemberî operasyonên me tengav bûyîn bi çalakiyên xwekujî êrîşan dikin. Ji ber ku li hemberî operasyonên me darbeyên giran girtin serî li çalakiyên wisa didin. Operayonên me heya Kobanê ji çeteyan tê paqijkirin dê berdewam bike."

Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê di roja 84'an de ne û şervanên YPG û YPJ'ê di demên dawî de darbeyên giran li çeteyên DAIŞ'ê didin. Şervanên YPG û YPJ'ê wesayîtên bombebarkîrî û êrîşên xwekujî yên çeteyên DAIŞ'ê îmha dikin û bajar gav bi gav ji çeteyên DAIŞ'ê paqij dikin.

Tevgera paqijkirina li hemberî çeteyên DAIŞ'ê herî zêde li başûrê rojhilat ê bajar pêk tê. Di operasyona YPG'ê ya roja borî li taxa Botana Şerqî de 22 çete hatin kuştin û 18 cenazeyên çeteyan jî ketin destê YPG'ê. Di heman operasyonê de gelek cebilxane jî hatin bidestxistin. Li taxa Botana Şerqî duh serê sibê jî operasyona YPG'ê berdewam kir û çeteyên DAIŞ'ê xwest bi wesayîteke bombebarkirî êrîşekê bike. Lê şervanên YPG û YPJ'ê wesayîta bombebarkirî ferq kir û îmha kirin.

Ji bo xilaskirina Ebu Hemza her tim ferman

Me pevçûnên li vê qadê û pêşketina YPG'ê bi xwe dît. Li gorî şeva borî şervanên YPG û YPJ'ê li 6 kolanan pêşde çûn û li heman heremê me gelek cenazeyên çeteyên DAIŞ'ê dîtin. Dîsa ji emirên çeteyên DAIŞ'ê yê roja borî hate kuştin Ebu Hemza tê gotin ji bo DAIŞ'ê kesekî gelek girîng bû. Çeteyên DAIŞ'ê ji bo Ebu Hemza xilas bikin di bêtêlan de her tim ji bo wî xilas bikin ferman da. Hate xuyakirin ku piraniya çeteyên li herêmê hatin kuştin Çeçen û Ezerî bûn. Belgeyên li ser wan derketin ev yekê piştrast kir. Cebilxaneyên hatin dest girtin jî hatin nîşandan. û Wesayîta bombebarkîrî ya çeteyên DAIŞ'ê 200 metre dûrî me hate qetandin. Wesayatî ji aliyê şervanên YPG û YPJ'ê ve hate îmhakirin. Ligel wesayîta bombebarkirî li taxa Botana Şerqî jî çeteyên bombe bi ser xwe girêdayîn ji aliyê YPG'iyan ve hate ferqkirin û hate kuştin. Êrîşkarê din jî hêj negihiştiye hedefa xwe hate îmhakirin.

Li eniya başûrê rojhilat ê bajar çeteyên DAIŞ'ê bi awayek cidî hatin qewirandin û ketin pozîsyona parastin. Êrîşên wesayîtên bombebarkirî û êrîşêkarên xwekujî jî ji aliyê şervanên YPG û YPJ'ê ve vala tên derxistin.

'Çeteyên teng bûn dest bi êrîşên întîxarî kirin'

Şervanê YPG'ê yên di operasyona paqijkirina taxa Botana Şerqî de cîh girt Faruk Kobanê têkildarî tiştên hatin jiyîn de wiha got: "Di operasyona me ji bo paqijkirinê da destpêkirin gelek çek û 18 cenazeyên çeteyan ên di nav de cenazeyê emirekî jî heye bi dest xistin. Di nav çekên ketin destê me de BKC, Harbi-2, gelek keleş û bombeyên destan hene. Çeteyên li hemberî operasyonên me teng bûyîn bi êrîşên xwekijî dest bi êrîşan kirin. Di operasyona şevê din de du çeteyên bombe li ser xwe girêdan xwestin êrîşê bikin. Lê bi ser neketin. Weke we jî dît hêj yekî bombe neteqandî hêzêm me we bi bandor kir. Bi bombeyên li ser ket destê me. Yê din jî piştî ji aliyê hevalên me ve hate dorpêçkirin ji bo neyê girtin xwe îmha kir."

'Operayonên me heya çete tên paqijkirinê dê bidomin'

Şervanê YPG'ê Faruk Kobanê êrîşa wesayîta bombebarkirî ya bi serneket jî wiha vegot: "Hûn jî bûn şahidê wê, demek berê jî xwestin êrîşeke întîxarî bikin. Ji ber ku di encama operasyonên me de darbeyan dixwin serî li çalakiyên wisa didin. Operayonên me heya çete ji Kobaniyê tên paqijkirin dê bidomin. Bila gelê me hêviyên xwe zînde bigirin şervanên YPG û YPJ'ê bi moraleke mezin şer dikin. Çete li Kobanê rojên xwe yên dawî dijîn. Em dê di demek kin de Kobanê azad bikin."

'Baweriya me bi gelê me heye û gelê me jî bi me bawer e'

Şervanê YPG'ê Sîdar jî têkildarî operasyonê de wiha got: "Di operasyona şevê din de komeke çeteyan ên bombe li ser xwe girêdan xwestin di nava gelê me de xwe biteqînin. Ev yekê ji aliyê hêzên me ve hatin ferqkirin û hatin îmhakirin. Weke we jî dît 18 cenaze di destê me de ne. Ji bo emirê me dorpêç kirî xilas bikin gelek hewildan kirin lê em piraniya hêzên li Botana Şerqî îmha kirin. Baweriya me bi gelê me gelê me jî bi me bawer e û hêzê dide me. Di demek nêz de tu çete li Kobanê namînin. Em dê Kurdistaneke azad ji gelê xwe re diyarî bikin."

(bd)