1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Çav û guhê fûtbolhezên Kurd li FIFA’yê ne
Çav û guhê fûtbolhezên Kurd li FIFA’yê ne,çav,û,guhê,fûtbolhezên,kurd,li,fifa,yê,ne

Çav û guhê fûtbolhezên Kurd li FIFA’yê ne

Desteya Rêveberiya FIFA’yê dê roja pênçşemê biryara dawî derbarê Kosova û Katalonyayê de bide

A+ A-

Cenevre - Desteya Rêveberiya FIFA’yê dê di roja pênçşemê de biryara dawî derbarê Kosova û Katalonyayê de bide. Lê vê yekê ne tenê Kosova û Katalonya xist nava heyecanê, Kurd jî niha di nava heyecanê de ne. FIFA dê ji bo serlêdana Kosova ya ji bo lîstîna di matçên navneteweyî de, biryar bide. Ev biryar ji bo Başûrê Kurdistanê jî girîng e.

Kurd jî li benda vê biryarê ne. Lê tê diyarkirin ku Kosova di vî warî de piştgiriyeke pir xurt ji cîhanê werdigire. Tê diyarkirin ku ger Başûrê Kurdistanê jî serî li FIFA’yê bide, dê hukûmeta navendî ya Iraqê û Tirkiyeyê ji bo pêşîlêgirtina vê yekê hewl bidin.

Kosova heta niha ji aliyê DYA, 36 welatên Ewropayê û 54 welatên cîhanê ve hatiye naskirin. Kosova ku endama Bankaya Cîhanê û Fona Pere ya Navneteweyî (IMF) ye, di sala 2008 de bi awayeke yekalî serxwebûna xwe ragihandibû.

Tevî Kosovayê, Katalonyayê jî serlêdan kir. Tê payîn ku ev serlêdan bi awayeke teqez bêne pejirandin. Jixwe Federasyona Fûtbolê ya Spanî jî piştgirî dide serlêdana Katalonya ya ji bo FIFA’yê.

FIFA jî di meha gulanê de dabû diyarkirin ku ew di aliyê prensîp de piştgiriya van serlêdanan dikin. Tê payîn ku biryara dawî di roja pênçşem an jî înê de bên dayîn.

Ji bo Başûrê Kurdistanê heta niha ne di vê astê de temsîla wê heye û ne jî piştgirên wê hene. Niha lîstîkvanên Kurd di tîma neteweyî ya Iraqê de dileyîzin. Tîpa Başûrê Kurdistanê di hezîrana borî de beşdarî Kûpaya VIVA ya Cîhanê bû û bi tîmên ji Tamîl, Seheraya Rojava û Darfûrê hatin re têkoşiya.

Lê tiştek ji rewşa Kosovayê girîngtir heye. Ger biryara derbarê serlêdana Katalonyaya ku heta niha serxwebûna xwe ranegihandiye, bê dayîn, tê payîn ku Federasyona Fûtbolê ya Başûrê Kurdistanê pêşî serî li Federasyona Fûtbolê ya Iraqê û paşê serî li FIFA’yê bide.

Rêveberê Teknîkê yê Tîma Neteeyî ya Başûrê Kurdistanê Abdullah Mehmûd Muhîddîn jî di daxuyaniya da de û got ku yek ji armancên wan ên sereke ew e ku bibin endamê FIFA’yê û bi bîr xist ku FIFA ji bo her kesê ye.

Tîma Başûrê Kurdistanêdi Kûpaya VIVA ya Cîhanê de ya di hezîranê de pêk hat de bibû şampiyon. Heta niha jî gelek fûtbolvanên jêhatî yên Kurd di tîmên di kûlubên girîng ên welatên Ewropayê de dileyizin.

ANF NEWS AGENCY