Çavdêriyên ji çalakiya kon
SEDAT SUR - RIHA 19.07.2014 07:54:25 Ji bo desteka berxwedana li hember êrîşên çeteyên DAIŞ ji heft salî heta heftê salî bi hezaran Kurdsitaniyên Bakur çalakiyên kon didomînin.
Jin, ciwan, zarok û îxtiyar di navbera gundên Zehrî û Ziyaret ên li rex çemê Firatê tevî hewaya germ jî ku çalakiyên xwe didomînin di konên ku jiyaneke komunal ava kirine, bi biryar in çalakiyên xwe berdewam bikin.
Çalakiya kon têlên sînor ên di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de bêwate kirine û her du parçe bi awayekî fiilî bûne yek.
Ketin û derketina qada çalakiyên kon ji aliyê yekîneyên asayîşê yên hatine avakirin tên parastin û kontrolkirin. Li giren nêzî sînor jî alên YPG, HPG û PKK’ê hatin daliqandin.
Çalakiya berî niha bi deh rojan bi 4 konan hatibû destpêkirin, Şaredariya Akdenîz a Mersînê 3 kon radestî Kurdistaniyên ji Mersînê hatin cihê çalakiyê kirin û hejmara konan derket heftan.
Şaredariya Pîrsûsê ya DBP’yî ava vexwarinê ji konan re tîne, xwarin li mutfeqa komun tên çêkirin. Jin û zilam di konên xwe yên cuda de dimînin.
Berxwedêrên çalakiya kon her roj ji aliyê bi sedan kesî ve tên ziyaretkirin. Di konên bi rojan çalakî tê berdewamkirin, dayikên îxtiyar zêde ne û rojî jî tê girtin.
Dayik Selvî ya 70 salî ku 8 roj in di konê berxwedanê de ye, bi coş û moralê xwe ji çalakvanan re bûye çavkaniya moralê. Dayik Selvî Oztunç got, "Ez ji Pîrsûsê hatim. Lingên min werimîn, lê ez xwe westandî hîs nakim. Ciwanên Kobanê ku canê xwe didin, ez layiqî xwe nabînim bêjim, ez westiyame. Ez qurbana wan egîdan im. Ew xwîna xwe diherikînin. Em jî bi xwîna xwe bi wan re ne.” Dayik Selvî diyar kir ku ji roja hatiye rojî digire û di nav çalakiyê cihgirtin ji bo wê rûmet e.”
Maza Aras (35) jî meşa mezin a dê sibe bê lidarxistin bi bîr xist û got ku êdî divê têl bên parçekirin. Aras baweriya xwe ya wê tu carî Kobanê nekeve tîne ziman. Huseyîn Kayran ê 65 salî ku ji Mersînê tevlî çalakiyê bû got, “Heta êrîşên çeteyan bi dawî nebin em ji vir naçin.”